• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Leyla Zana: Dîroka jinan dîroka vejînê ye

Amed / AW

21 MIJDAR 2025 - 23:39
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Leyla Zana ya li Çand Amedê lîstika şanoyê ya bi navê “Jîn” temaşe kir, destnîşan kir ku dîroka jinan dîroka vejînê ye û got: “Huner ruhê civakê zindî dihêle. Hişyarbûneke pir mezin çêbûye. Hewceye bi rêya hunerê ev hişyarbûn mayînde bibe.”

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê lîstika şanoyê ya bi navê “Jîn” lîst. Lîstik ji aliyê jinan ve hate lîstin. Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar dike. Di şanoyê de têkoşîna jinan a li dijî tundiyê bi zimanê laş tê vegotin. Berhem ji nameya Leyla Zana, helbestên Abdulla Peşêw û nivîsên Berfîn Emektar hatiye amadekirin. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û gelek kesan lîstik temaşe kirin. Beşdaran di dawiyê de bi çepikan keyfxweşiya xwe ya ji bo lîstîkê anîn ziman.

‘Jin nebe jiyan hemû tarî ye’

Leyla Zana ya ku lîstika şanoyê temaşe kir li vir axaftineke kurt kir. Leyla Zanayê spasiyên xwe pêşkeşî lîstikvanan kir û wiha got: “Yek yek bi yek dilê van hevalan maç dikim. Tenê dil dikare van gotinan bide hember. Gotin û kirinên wan ji dil bûn. Ne tenê 50 sal bi min dan jiyandin dîroka jinan a bi hezar salan bi min dan jiyandin. Dîroka jinan dîroka vejînê ye. Dîrok ji bo jinan ne tenê meş e. Ketin û rabûn e. Xerakirin û avahî ye. Gava ku jin hebe ronahî dibe ronahî. Jin nebe jiyan hemû tarî ye. Ez bi van ciwanan serbilind im her jineke Kurd welateke. Welat di dilê jina Kurd de dijî. Welat ne tene axa ku mirov li ser dimeşe ye. Welat her tiştê mirov e. Mejî ye, dil e, kirine, gotine. Dema tu li ser bijî divê tu heqê wê bidiyî. Ji ber ku ew ax hezkirinê dixwaze. Hesasiyetekê dixwaze. Ew ruh çawa di axê de heye di dilê jina Kurd de jî heye. Jina Kurd tim a çêkirinê bûye. Tenê welat naafirîne mêr jî jinûve bi xwe re diafirîne.”

‘Huner ruhê civakê zindî dihêle’

Leyla Zana destnîşan kir ku huner ruhê civakê zindî dihêle û wiha domand: “Hişyarbûneke pir mezin çêbûye. Hewceye bi rêya hunerê ev hişyarbûn mayînde bibe. Bibe nasnameyeke nûjen.”

Piştî axaftina Leyla Zanayê beşdaran li çepikan dan.

Etîket: Çand AmedLeyla ZanaLîstika jînŞanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

3 COTMEH 2026
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

Şanoya Bajêr a Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşîn’ dest bi serdemê dike

21 ÎLON 2026
Bakirhan serdana şîna Zana kir: Mehdî Zana berxwedan û helwest e

Bakirhan serdana şîna Zana kir: Mehdî Zana berxwedan û helwest e

31 TEBAX 2026
Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

31 TEBAX 2026
Komxebata Sînemaya Kurdî: Çareserî hevgirtin û hişê kolektîf e

Komxebata Sînemaya Kurdî: Çareserî hevgirtin û hişê kolektîf e

4 TÎRMEH 2026
‘Qadên komûnal dê jiyana azad ava bikin’

‘Qadên komûnal dê jiyana azad ava bikin’

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne