• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

Enqere / AW

17 MIJDAR 2025 - 12:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku ew ji roja ewil ve dibêjin divê komîsyon biçe Girava Îmraliyê û got: “Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy û Cîhan Aydin ku nû hatin hilbijartin pîroz kir û dest bi axaftina xwe kir.

Sezaî Temellî bal kişand ser qanûna weqfan ku 3 hefte ye di rojeva Meclîsê de ye û got ku di qanûnan de xala 11emîn armanc dike ku weqf di destê rêveberiyên herêmî de ne desteser bikin û bertek nîşanî vê yekê da. Sezaî Temellî destnîşan kir ku tevî rojevên girîng û pirsgirêkên civakê jî ev 3 hefte ne AKPê bi qanûna weqfan ve mijûl e û got: “Meclîs bi rojeva AKPê an jî serdestan ve mijûl e. Pirsgirêkên gel û rojeva gel di Meclîsê de tune ye. Her wiha budçeya sala nû jî ji rojeva gel dûr e.”

Cihêkariya li ser bajarên Bakurê Kurdistanê

Sezaî Temellî diyar kir ku bajarên Bakurê Kurdistanê ji budçeya heyî sûdê wernagirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev budçe budçeya sermayeyê. Her tim budçeya sermayê anîn pêş me. Dema em li newekhevbûna herêman dinêrin bi awayek şênber bajarên Kurdan xwe radixin pêş çavan. Li bajarên Kurdan bê edaletî heye. Dibêjin peyva bajarên Kurdan li dijî destûra bingehîn e. Çima li dijî ye? Ev bajar bajarên Kurdan in. Dema ku hûn li newekheviya herêmî dinêrin, ferqek dramatîk derdikeve holê. Teşkîlata Planlamayê ya Dewletê budçe kirine 2 beş û beşek herêma yekemîn e û beşek jî herêma 6emîn e. Bajarên Kurdan di herêma 6emîn de cih digirin. Herêma 1emîn Herêma Marmarayê ye. Ferqek mezin di navberê de heye. Li şûna ku vê ferqê ji holê rakin berovajî vê wê ferqê kûrtir dikin û careke din hemû çavkanî ji rojava re tê vêqetandin û bajarên Kurdan ji nedîtî ve tên.”

‘Budçe ne ji bo gel e ji bo sermayeyê ye’

Sezaî Temellî anî ziman ku li şûna ku budçeyê ji jinan re hîbe bikin lê çavkanî ji sermayeyê re tên vêqetandin û got ku li ser vê yekê daxwazên wan jî hatine redkirin. Sezaî Temellî bi lêv kir ku wan daxwaz kiriye ku 600 hezar deynê cotkaran werin berterefkirin lê ev daxwaz jî hatiye redkirin û got ku wan her wiha xwestiyê mexduriyeta ji ber DEDAŞê ji holê be rakirin jî ev jî hatiye redkirin. Sezaî Temelî her wiha bertek nîşanî Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî da û got ku derdê wan ne jin in derdê wan zêdekirina hejmara zarokan e.

‘Divê qanûnên taybet bên amadekirin’

Piştî daxuyaniyê Sezaî Temellî pirsên rojnamegeran bersivand. Sezaî Temellî li ser pirsa qanûna ku piştî raperîna Şêx Saîd hat derxistin tê nîqaş kirin ku di vê pêvajoyê de jî ev qanûn werin amadekirin ev bersiv da: “Ji banga birêz Ocalan a 27ê Sibatê û gava dawî ya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurdistanê ya 26ê Cotmehê gavên girîng hatin avêtin, lê ew gav bi yek alî hatin avêtin. Divê gav bi du alî bên avêtin. Gava herî girîng a ku aliyê din bavêje jî çêkirina qanûnên taybet e. Piştî bidawîbûna civînên li komîsyonê dê li ser vê yekê raporek were amadekirin û hevdîtinan bike. Em hêvî dikin ev pêvajo dirêj neajo.”

‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê’

Sezaî Temelî li ser pirsa ‘Dê di civîna sibê ya komîsyonê de çûyîna Girava Îmraliyê bê nîqaş kirin an na’ jî ev bersiv da: “Tê payîn ku di civîna sibê ya komîsyonê de ev mijara çûyîna Îmraliyê jî di rojevê de be. Dê were rojeve an nayê em ê jî sibê di civîna komîsyonê de bibînin. Em jî ji roja ewil ve dibêjin divê komîsyon biçe Girava Îmraliyê. Hêvî dikim di demek nêz de komîsyon biryara çûyîna Girava Îmraliyê bide û biçe.”

 

Etîket: Abdullah OcalanGirava ÎmraliyêKomîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina MilîSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne