• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê jinên nivîskar azad bin’

Amed / AW

16 MIJDAR 2025 - 14:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Jinên ku beşdarî îmzekirina pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanê de” ku ji aliyê jinên girtî ve hatiye nivisandin bûn, gotin: “Em hêvî dikin ku hevalên me êdî azad bibin û em bi hev re pirtûkan îmze bikin.”

Di 15ê Mijdarê de jinan li Çand Amedê pirtûka jinên girtî ya bi navê “Çîroka  Jinên di Zindanê de” îmze kirin. Jinên ku beşdarî îmzekirina pirtûkê bûn, li ser rewşa nivîskarên jin ên girtî û geşedanên dawî yên siyasî axivîn. Siyasetmedar Gulser Yilidim, nivîskar Mîne Acer, Enadam MED TUHAD-FEDê Remziye Tek û Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan piştî îmzekirina pirtûkê axivîn. Jinên beşdar xwestin ku jinên nivîskar ne li zindanê li derve pirtûkan binivîsin.

Ji beşdaran Siyasetmedar Gûlser Yildirim têkildarê roja îmzeya pirtûkan da zanîn ku pênç hezar sal in bi çavê koletiyê li jinan tê mêzekirin û ev got: “Di dîroka pênç hezar salan de pêşî koletî bi pergala mêrê li ser jinê hatiye meşandin. Evana di têgihiştêne de mirov dikêşe van tiştan. Îro tevgera jinên Kurd bi heşmindiyeke gerdunî gihiştiye. Bûye parçeyeke tekoşina jinên cîhanî. Rojava jî pêşkeşiya vê dike. Roj bi roj dibe mînakeke mezin ji bo jinên cîhanê.”

Nivîskar Mîna Acerê jî destnîşana pirtukan nirxand û wiha bi lêv kir: “Wateya îmzekirina pirtûkê pir balkêş û pîroze. Em jî beşdar bûn. Pir kêyfxweşim ku jinên 30 sal in li girtîgehan berhemeke kollektif çêkirine. Li vê derê pirtûka jinên girtî îro tê destnîşan û em hêvî dikin rojek ev hevalên me jî bi me re tevlî destnîşanê bibin. Ew bi destê xwe pirtûkên xwe îmza bikin. Ev roj rojek pir pîroze û keda jinê tê nasîn.”

‘Hevalên me bi salane girtî ne’

Endama MED-TUHAD FEDê Remziye Tek jî  bal kişand ser zextên li ser girtîgehan û wiha got: “Li zindanên Tirkiyeyê bila herkes baldar be. Tundiyeke herî xeter a li dijî mirovahiyê li ser hevalên me yên girtî heye. Hevalên me bi salan in girtî ne. Em vê şiddetê qebul nakin. Hevalên me li ruxmê ewqas astengiyan pirtûkek amade kirin. Ev tiştekî geleke pîroz e.”

‘Ev pirtûk kedeke hêja ye’

Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan jî li ser pirtûka ku jinan bi awayekî kolektif li girtîgehan nivîsiye wiha axivî: “Di nav ewqas şertên giran de hevalên me çirok nivîsîne. Em jî bûn şahidê vê rojê. Tekoşîna zindana bi salane berdewam dike. Di şertên şertên nebaş de hevalên me têdikoşin. Di şertên giran de berhemeke hêja derxistin holê. Divê em li vê berhemê û keda wan xwedî derkevin. Bi salane hevalên me kedê didin û li berxwe didin. Serdemek nû û girîng bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir. Hemû Kurd û netew çi destê wan were bila peyvira civaka aştî û demokratîk bînin cih.”

 

Etîket: Arîfe AslangirtîgehGulser YildirimJinMine Acerpirtûk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne