• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sala 2024an ji bo zarokan bû sala kuştin û xizaniyê

Navenda Nûçeyan /AW

28 KANÛN 2024 - 10:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di sala 2024an de şer zêde bû. Di şer de koçberî jî zêde bû. Şer bi xwe re kuştin, koçberî û xizanî anî. Herî zêde zarok ketin bin bandora şer û herî zêde zarok di şerên pêş ketin de jiyana xwe ji dest dan, nexweş ketin û gelek zor û zahmetî jiyan. Li gorî daneyên UNICEFê li seranserê cîhanê ji her 4 deqîqeyan zarokek tê kuştin.

Sala 2024an bi dawî dibe û di vê salê de şerê li Rojhilata Navîn û Ukraynayê derket pêş. Bi şer re komkujî, koçberî û kuştin zêde bû. Di 2024an de tundî belav bû, hikûmeta AKPê jî bêtir rê li pêşiya tundiyê vekir. Gelek polîtîkayên wekî polîtîkayên bêcezakirinê yên serdest, daxuyaniyên parastin û teşwîqkirina zewaca zarokan, hevkariya bi civakên olî re, xistina bernameya perwerdehiyê ya ku newekheviyê kûrtir dike û projeyên ku zarokan dikin karkeran, meşand.

AKP di polîtîkayên jinan û li dijî qetilkirinên jin û zarokan de paşve çû. Komeleya Ewil Zaork û Jin ku ji 2018an heta niha li dijî tundî û destdirêjiya li hember jin û zarokan bi dildarî dixebite, di roportajek xwe de gotinên ‘Têkoşina em li korîdorên edliyeyan û navbera bajaran didin’ bikar anî aliyê tundiyê danî holê. Her wiha komeleyê da zanîn ku mehane bi sedan îxbarî digirin û ev îxbar der barê destdirêjî û tundiyê, binpêkirina mafê zarokan de ne.

Di her 4 deqeyî de zarokek tê qetilkirin

Fona Hawarçûnê ya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya îsal de, eşkere kir ku li seranserê cîhanê her 4 deqîqeyan de zarokek di encama tundiyê de tê kuştin. Di heman raporê de tê diyarkirin ku 90 milyon zarok rastî îstîsmara zayendî tên û 650 milyon keç û jin jî di temenê biçûk de rastî îstîsmara zayendî hatine. Zêdetirî 370 mîlyon ji vê şîdetê wekî destdirêjî û destdirêjiya zayendî hatine tomar kirin. Hejmara kurên ku rastî îstîsmara zayendî hatin di navbera 410 û 530 mîlyonî de bû.

Li Tirkiyeyê jî îsal qetilkirin û destdirêjiya li hember zarokan derket asta herî jor. Me daneyên sala 2024an berhev kirin.

Narîna 8 salî bi nepenî kuştin

Narîn Guran a 8 salî li navçeya Baglar a Amedê li taxa Çulî di 21ê Tebaxê de hat windakirin û 8ê îlonê de cenazeya wê li Çemê Egertutmaz ya kîlometreyek û nîv ji gund dur bû hat dîtin. Dayik Yuksel Guran, bira Enes Guran û ap Salîm Guran, her wiha Nevzat Guran ji dozê hatin girtin û ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ tên darizandin. Ji dozê kes hatin girtin lê pirsên kê çima qetil kir hîna nehatine bersivandin.

Silaya du salî

Li Tekîrdagê jî bûyerekê rû da. Li navçeya Malkara dayik B.Y di meha îlonê de keça xwe Sila bi hinceta şiyar nebuye bir Nexweşxana Dewletê ya Malkara. Hat tespîtkirin ku Sila xwîn çûye ser mêjiyê wê û bi guman destdirêjiya zayendî sewqê Nexwşexaneya Tekîrdagê ya Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglu kirin. Sila piştî emelİyata mêjî hat entubekirin. Ligel dayik B.Y, mêrê pêre dijiya S.O, cîranên wan K.A û kurê wî K.A yê 13 sa lî û G.K yê 14 salî hatin binçavkirin û girtin. Xwişka Silayê ya 5 salî A.Y dewletê xistibû bin parastinê. Sila piştî dermankirina mehekê 7ê cotmehê jiyana xwe ji dest da.

Şîrîn Elmas ya 6 salî

Şîrîn Elmas a 6 salî ku di 31ê cotmehê de li Şîşliya Stenbolê ji mala xwe derketibû û çûbû bazarê, venegeriya malê. Zaroka ku 3 rojan winda bû li Goristana Ferîkoyê cenazeya wê hat dîtin. Di encama dîmenên kamerayê de derket holê ku ew ji aliyê mêrê 49 salî yê ku kaxiz berhev dikir ve hatiye revandin û qetilkirin. Mustafa O. ji ber sûcên ‘îstismara zayendî’ û ‘kuştina bi qestî’ hat girtin.

5 zarok ji ber xizaniyê mirin

M.S.A ya ku bi 5 zarokên xwe re li navçeya Selçûk a Îzmîrê dijî, ji bo zarokên xwe xwedî bike û debara xwe bike, derket ku xurde kom bike. Ji bo ewlehiya 5 zarokên xwe bike derî mifte kir. Zarokên di malê de di encama şewata ku ji sobeya elektrîkê ya ku ji bo xwe ji sermayê biparêzin pêxistibûn, jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokan ya herî mezin Fadîme Nefes 5 salî, Funda Perî çar salî, Aslan Miraç 3 salî, Masal Işik 2 salî, Aras Bulut jî yek salî bû.

Tevî ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî îdia kir ku 110 hezar lîre daye dayikê jî dayika M.S.A diyar kir ku ji bo 5 zarokan mehê tenê 8 hezar lîre distîne û ev 8 hezar lîre jî piştre bûye 4 hezar lîre. Kesê bi navê Yusuf Şahîn ê ku di heman apartmanê de dijî, diyar kir ku malbat bi alîkariya ku distîne û bi pereyê ku dayik ji çopê qezenc dike debara xwe dike.

Ji ber bi Erebî axivî ew kuştin

Li Gazîosmanpaşa a Stenbolê 21ê îlonê de zarokê bi navê Abdullatîf Davvara yê 15 salî yê ji Sûriyeyî dema li parqê dilîst bi çekê hat kuştin. Malbatê da ku dema Abdullatîf û hevalên xwe bi Erebî diaxivin du kesên bi motosîklet gule barandine û gotin wê têkoşîna xw bidomînin. Her wiha li metroya M2 a Stenbolê li zarokekî Sûriyeyî tundî hatibû kirin û kesên derdorê jî bêdeng mabûn.

Dewlet zarokan naparêze

Hatibû îdiakirin ku li Saziya Starbûna Zarokan a girêdayê Midûriyeta Xizmetên Civakî ya Dîlokê zarokên 5 û 6 salî tundî dîtine. Desthilatdariya ku li tu derê zarokan naparêze, li saziyên xwe jî tundiyê li zarokan dikin.

Çavkanî: Melek Avci / JINNEWS

Etîket: AKPNarin GuranUNICEFzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Ji ber gurbûna şer li Yemenê 60 hezar zarok neçarî koçberiyê bûn

Ji ber gurbûna şer li Yemenê 60 hezar zarok neçarî koçberiyê bûn

24 ÎLON 2026
Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

19 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

4 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne