• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berwarî: Partiyên Kurd dikarin hikûmetê ava bikin

Mahmût Altintaş / AW

13 MIJDAR 2025 - 09:26
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Akademîsyen Kamuran Berwarî têkildarî encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê diyar kir ku PDK, YNK û partiyên Kurd nêzî 60 kursî bi destxistine û heke bi ruhê neteweyî tevbigerin û bi beşên din re tifaqan bikin dikarin hikûmetê ava bikin.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 11ê Mijdarê de pêkhat. Ji bo 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê, 7 hezar û 744 endamên parlamenteriyê ketin hilbijartinê. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê tekildarî encamên hilbijartinê diyar kir ku ji 21 milyon hilbijêran 12 milyon kesan deng danê û rejaya deng dayinê sedî 55 e. Ji bo avakirina hikumetê 165 kursî pêvîstin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê tekildarî encamên hilbijartinê di nava 24 an jî 48 seatan de aşkera bike. Lê li gor daneyên ne fermî partmiyên Kurd di parlamentoya Iraqê de nêzî 60 kursî bi dest xistine.

Serokê Akademiya Siyaset û Remanên Demokratîk Dr. Kamuran Berwarî têkildarî encamên hilbijartinê û bandora wê ya li ser herêmê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

Kamuran Berwarî anî ziman ku piştî rizgarbûna Iraqê ji rejîma Baasê pêvajoyeke nû li Iraqê da destpêkirin û cara 6emîn e li Iraqê hilbijartin pêk tê. Kamuran Berwarî diyar kir ku hilbijartin bi rêk û pêk û bê pirsgirêk bi dawî bûye  û wiha got: “Beriya hilbijartinê gelek danûstandin hebûn. Destê Îran, Tirkiye û dewletên Ewropî jî di Iraqê de heye û bandor dikin. Bi giştî encamên derketinê welatiyên Iraqê û partiyên siyasî neçarin ku qebûl bikin.”

‘Giraniya Kurdan li Baxdayê girîng e’

Kamuran Berwarî bi lêv kir ku encamên hilbijartinê bi awayekî fermî nehatinê eşkerekirin lê li gorî daxuyaniyan partiyên Herêma Kurdistanê nêzî 60 kursî bi dest xistine. Kamuran Berwarî destnîşan kir ku heke partiyên Kurd bi awayekî yekîtî tevbigerin dikarin bandorê li ser Baxdayê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlamenterên biçin Baxdayê jî di bin bandora partî û serokên partiyên xwe de ne. Cardin jî di nava partiyên Kurd de nakokî hene. Lê heke bi awayekî neteweyî û yekitî kar bikin dikarin bandoreke mezin li Baxdayê bikin. Dikarin naxşeya siyasî ya Baxdayê jî biguherînin. Giranahiya Kurdan li Baxdayê girîng e.

‘Serokkomar bi rola xwe rabe dikare bandoreke mezin bike’

Kamuran Berwarî anî ziman ku li gorî hevpeymanê dê Serokkomarê Iraqê Kurd be û wiha axivî: “Li gor hevpeymanê Serokkomarê Iraqê dê Kurd be. Serokê Parlamentoyê Sunî be û Serokwezîr jî Şiî be. Ew di nava pêkhateyên Iraqê de hevpeymaneke. Bêguman peywîra Serokkomariyê girîng e. Lê heta niha ji bilî Mam Celal tu kes bi rola xwe ranebûye. Ne li ser asta Kurdistanê ne jî li ser asta bi giştî Iraqê. Heke Serokkomar bi erka xwe tevbigere dikare bandoreke mezin li Iraqê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bike. Bi awayekî erênî dikare bandorê li ser bicihanîna demokrasî û mafên mirovan bike.”

‘Neavabûna hikûmetê bandora Kurdan lewaz dike’

Kamuran Berwarî bal kişand ser ne vakirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: “Ev kêmasiyeke mezin e ji bo partiyên Başûrê Kurdistanê. Kêmasiyeke mezin e ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoyê. Saleke ku parlamenter rûneniştine û biryar nedane. Neavakirina hikûmeta li Başurê Kurdistanê û parlamentoyê bandora Kurdan li Baxdayê lewaz kiriye. Di qada navneteweyî de jî Kurdan ji aliyê dîplomasiyê ve lewaz dike.”

‘Partiyên Kurd dikarin hikûmetê ava bikin’

Kamuran Berwarî destnîşan kir ku heke partiyên Kurd bi awayekî yekgirtî tevbigerin dikarin di parlamentoya Iraqê de hikûmetê ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke partiyên Kurd di çerçoveyeke neteweyî de bi yekgirtî tevbigerin dikarin bandoreke erênî li ser Rojhilat, Rojava û Bakur jî bikin. Lê heta niha bi wê rola xwe ranebûne. Weke mînak çend caran parlamentoya Kurdistanê biryar da ye ku leşkerên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê derbikevin, lê ev jî bi cih nehatiye. Her wiha parlamenterên Kurdistanê jî di parlamentoya Iraqê de zext nekirine ku Baxda vê biryarê bi cih bîne. Her wiha rewşa aborî, siyasî û ewlekariyê xerab e. Hikûmeta Kurdistanê li gorî peywîra xwe tevnegeriyaye ku van krîzan çareser bike. Zêdetirî 57 meaşên gelê Başurê Kurdistanê li ser hikûmetê deyne. Beriya hilbijartinê di nava partiyên Kurd de têkilî hebûn. Lê bi awayekî fermî hevpeyman nehatine ragihandin. Divê 165 kursî hebin ku hikûmetê ava bikin. Ya baş ji bo Kurdan ev e. Heke hemû kursiyên xwe li Baxda, Mûsil û Kurdistanê bikin yek û hemû partî yekîtiya xwe ava bikin dikarin bandoreke mezin li ser siyaseta Baxdayê bikin û dikarin hikûmetê ava bikin. Heke bi Şiî û Suniyan re tifaqekê çêbikin dikarin hikûmetê ava bikin. Divê vê pêngavê jî bidin destpêkirin.”

Etîket: Dr. Kamuran BerwarîHerêma Kurdistanêhilbijartina Iraq
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

4 TEBAX 2026
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê

20 NÎSAN 2026
Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

15 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê ligel agirbestê jî êrişî Başûrê Kurdistanê kir

Rejîma Îranê ligel agirbestê jî êrişî Başûrê Kurdistanê kir

10 NÎSAN 2026
Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

7 NÎSAN 2026
Iraq û Herêma Kurdistanê li ser gumrikê li hev kirin

Iraq û Herêma Kurdistanê li ser gumrikê li hev kirin

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne