Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî 2 sal û 15 rojan li hev kom bû û Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.
Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên di navbera partiyên siyasî de li gel ku 2 sal û 15 roj li ser hilbijartinê re derbas bûbû jî kom nedibû. Piştî 2 salan îro parlanto kom bû û Vala Ferîd weke Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê hilbijart.
Her wiha Muna Qehweçî jî bû Sekretera Parlamenta Herêma Kurdistanê û Ramî Nûrî jî weke Cîgirê Serokê Parlamentê hat hilbijartin. Bivê yekê re Desteya Serokatiya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate avakirin.
Kombûna parlamentoyê hat boykotkirin
Ji aliyê din ve i ber ku beriya niha li ser dabeşkirina wezîran lihevhatinek pçk nehatibû, parlamenterên YNKê, Nifşê Nû, Komela Dadgerî û partiyên din rûniştina îro baykot kirin.













