• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

Nedîm Orûç / AW

12 MIJDAR 2025 - 09:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Serokkomarê Tirkiyeyê 11ê Mijdarê weke “Roja Çandina Daran a Mîllî” îlan kiribû. Tevî ku gelek sazî û dezgehên fermî yên dewletê dibêjin “em ji bo parastina xwezayê daran diçînin” jî li aliyê din daristan bi fermana rayedarên dewletê tên talankirin.

Li Şirnex û Sêrtê bi salan e daristan tên birîn û xwezaya her du bajaran tê talankirin. Li herêmê herî zêde dar tên birîn. Ji ber ku li dijî talankirina xwezayê bertekek bi hêz tune ye, pêşî li vê talanê nikare were girtin. Her roj li herêma Besta, li Çiyayên Cûdî û Gabarê darên ku tên birîn bi wesayîtan tînin û dibin bajarên cuda.

Dema bertek tên dayîn jî rayedarên dewletê yên weke walî, gerînendeyên daristan û çandiniyê û parlementerên AKPê daxuyanî didin û dibêjin “em ê êdî destûrê nedin daristan werin birîn” lê ev gotin tenê bi armanca pêşiyê li bertekan bigirin tên kirin.

Dewlet bi destê xwe îhaleyên birîna daran pêk tîne û van îhaleyan rast e rast didin cerdevanan û kesên di bin kontrola dewletê de ne. Roja ku herî kêm 200-300 ton dar neyên birîn tune ye.

Bi çadirkirina wesayîtan dixwazin talanê veşêrin

Destpêkê birîna daristanan bi awayekî aşkere dihat kirin lê piştî bertekên saziyên ekolojiyê û gel zêde bûn êdî talanê bi veşartî dikin. Êdî darên ku tên birîn bi şev ji nav daristanan tînin û li wesayîtan bar dikin û serê wan bi çadiran digirin. Her çiqas bixwazin vê yekê veşartî û bi dizîkî bikin jî, heqîqet bi çi awayî be derdikeve holê.

Li Cûdî, Gabar û Besta dibirin û ji bo kalekolan dibin

Di demên dawî de hemû êzingên li Herêma Besta, Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê tên birîn rast e rast ji bo kalekol û qereqolên li bajarên Sêrt, Şirnex, Colemêrg tên şandin. Her wiha ji bo kalekolên li ser sînorê başûrê Kurdistanê û kalekolên di nava tixûbê başûrê Kurdistanê de ne jî têne şandin. Ev yek amadekariya van kalekol û qereqolan a zivistanê ye.

Di roja darçandinê de dar birîn!

Serokkomariya Tirkiyeyê di sala 2019an de 11ê mijdarê weke “Roja Çandina Daran a Mîllî” îlan kiribû. Gelek saziyên dewleta Tirk duh li van bajaran bêyî ku talana xwezayê bibînin ji bo parastina xwezayê şitlên daran çandin. Lê di roja çandina daran a van saziyên dewletê de jî bi sedan dar li Cûdî, Gabar û Besta hatin birîn.

Li ber çavê Waliyê Şirnex nakliyeya êzingên talanê

Gotina “di roja dar çandiniyê de daristan hatin birîn” ne weke şîroveyekî ye. Di kêliyên ku Waliyê Şirnexê li Çiyayê Cûdî reklama çandina şitlan dikirin bi dehan ton darên hatibûn birîn bi TIRan di ber Waliyê Şirnexê re derbas bûn. Ev TIRên ku dar li wan hatine barkirin û hewl hatiye dayîn bi çadiran veşêrin, daran ji bo kalekolên li ser sînor dibin.

Etîket: birîna darantalankirina darantalankirina xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

6 COTMEH 2026
Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

1 COTMEH 2026
Gelê Wanê: Em lojmanan naxwazin, pêdiviya Wanê bi parkan heye

Gelê Wanê: Em lojmanan naxwazin, pêdiviya Wanê bi parkan heye

19 TÎRMEH 2026
Li Bestayê birîna daran dest pê kir!

Li Bestayê birîna daran dest pê kir!

10 TÎRMEH 2026
Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

10 HEZÎRAN 2026
Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne