• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Kanîreşê şahiya dengbêjan hat lidarxistin

Çewlîg / AW

11 MIJDAR 2025 - 18:10
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên navçeya Kanîreşê şahiya dengbêjan li dar xist. Di şahiyê de banga xwedîderketina li çanda dengbêjiyê hat kirin û dengbêjan bi kilamên xwe civat germ kir.

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistina DEM Partiyê yên navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê civata dengbêjiyê li dar xistin. Şahiya dengbêjiyê li cafeyek li navçeyê hate lidarxistin. Rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên Kanîreşê û Çewligê û bi sedan welatî tev li şahiyê bûn. Cara yekemîne ku bi pêşengiya her du partiyan şahiyek wiha ya dengbêjiyê tê lidarxistin.

Dengbêjên hêrma Kanîreşê û ji Mala Dengbêjan a Amedê dengbêj Brahîmê Pîrîkê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de dengbêjên jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîranîn. Bi taybetî jî dengbêj Sidîqê Bozo yê ji Kanîreşê ku di sala 1994an de jiyana xwe ji dest daye hate bibîranîn.

‘Em ê çanda Kurdî zindî bihêlin’

Şahiyê bi axaftina Hevserokê DBPa Kanîreşê Ozkan Bîngol dest pê kir. Ozkan Bîngol bal kişand ser armanca şahiya ew îro li dar dixin û got ku ji bo ew xelkê xwe bînin cem hev û xwedî li çand, huner, ziman û dîroka gelê Kurd derkevin vê şahiyê li dar dixin. Ozkan Bîngol destnîşan kir ku Kanîreş yek ji wan navçeyan ku kaniya dengbêjiyê ye û ew dixwazin çanda dengbêjiyê li navçeya xwe zindî bihêlin. Ozkan Bîngol anî ziman ku ew dixwazin her meh dê şahî û çalakiyek li dar bixin û havîna pêşiya me jî Festîvala Hilatina Rojê li dar bixin.

Piştî axaftina Ozkan Bîngol, derbasî guhdariya li dengbêjan bû. Dengbêjan jî di axaftinên xwe de gotin ku ew dixwazin her kes li çanda dengbêjiyê derkeve.

Dengbêjan civat bi kilamên xwe germ kir

Bi dorê dengbêj Brahîmê Pîrîkî, dengbêj Hecî Mihyedîn, dengbêj Emerê Baxçe, dengbêj Îmdat, dengbêj Osmanê Alpîra, dengbêj Eliyê Bîngolê, dengbêj Şemsedînê Erebo û stranbêj Halîl Bayindir bi dorê kilam û stranan gotin.

Dengbêjan hem kilamên şeran, hem stranên evînê û hem jî stranên folkolorîk gotin û civatê kêfxweş kirin. Şahî li ber kilaman bi dawî bû.

Etîket: çanda KurdîDBPDEM PartîdengbêjkanîreşkilamŞahiya dengbêjanstran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Cenazeyê Kaya û Kisaoglû dê sibê li Kanîreşê bên definkirin

Cenazeyê Kaya û Kisaoglû dê sibê li Kanîreşê bên definkirin

21 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne