• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Cizîr û Mêrdînê bang kirin: Dev ji polîtîkaya qeyiman berdin

Mêrdîn-Şirnex / AW

4 MIJDAR 2025 - 16:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Mêrdînê û Cizîrê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku divê dev ji polîtîkaya qeyiman bê berdan.

Di 4ê Mijdara 2024an de li ser fermana Wezareta Karên Navxwe qeyim tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatibûn kirin. Di salvegera yekemîn de tayînkirina qeyiman li Mêrdînê û Cizîrê hate şermezarkirin.

Mêrdîn

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê li Parka Karayollariyê ya navçeya Artûklûyê bi tevlibûna endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta, “Ne qeyim ne darbeyên siyasî, gel wê serbikeve” hat vekirin.

Di daxuyaniyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û got: “Bi sedan salan e li dijî van polîtîkayan gelê me li ber xwe da û wê berxwedana gelê me berdewam bike.”

Devrîm Demîr got ku divê dewlet bi awayekî erênî nêzî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe û axafrtina xwe wiha bi dawî kir: “Banga Birêz Ocalan av 27ê Sibatê bangeke dîrokî ye û divê dewlet li gor rihê pêvajoyê tevbigere. Êdî gavên şênber biavêje. Îro fersendek ketiye destê dewletê û divê dewlet dev ji polîtîkayên qeyûm berde. Em ji vir bang dikin. Vîna gel radestî gel bikin, encax bi vî awayî hûn dikarin baweriyê bidin gel.”

Piştî Demîr Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Nîhat Gokalp jî got ku divê roj ji rojekî zûtir divê komisyona li Meclîsa Tirkiyeyê hatiye avakirin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Piştî axaftinan daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Cizîr

Li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi munasebeta 4ê Mijdarê ya desteserkirina şaredariyan daxuyanî hat dayîn. Parlementera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan, endam û rûveberêb partiyên siyasî û saziyên civaka demokratîk tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Ne qeyim demokrasî” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri ve hat xwendin. Piştî Sanri Parlementer Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser tundiya li ser siyaseta gelê Kurd û got: “Dewlet bi qeyiman dixwaze vîna gelê desteser bike. Bi polîtîkayên qeyim vîna gelê Kurd tune dihesibîne.”

Newroz Ûysal Aslan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi van polîtîkayan çareserî çênabe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî tehamula gelê Kurd nemaye ku rêberê wan di zindanê de be. Ger qala pêvajoyekî tê kirin divê dewlet demildest girtiyên nexweş berde û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were, yan bi vî awayî çareserî çênabe. Heya ku deriyê zindanan neye vekirin berxwedana me wê berdewam bike.”

Piştî axaftina Ûysal Aslan daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

 

Etîket: Cizîrpolîtîkaya qeyimanqeyimŞaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

16 TEBAX 2026
Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne