• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê mafên nasname û çandî yên gelê Kurd bêşert bên qebûlkirin’

Omer Demîr /AW

1 MIJDAR 2025 - 09:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nûnerê TÎHVê yê Amedê Mûrat Aba destnîşan kir ku ji bo pêvajo serbikeve piştgiriya pêvajoyê dikin û got: “Divê mafên nasname û çandî yên gelê Kurd bêşert bên qebûlkirin.”

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de daxuyaniyek da û ragihandin ku wan hêzen xwe ji Tirkiyeyê vekişandine. Di daxuyaniyê de endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok diyar kir ku ew di qonaxeke pir girîng da ne û divê edî xebatên qanûnî bên kirin. Piştî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê gelek sazî û beşên civakê ji dewletê xwestin ku gav bên avêtin. Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê Mûrat Aba têkildarî geşedanên dawî û pêvajoya heyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Bi saya pêvajoyê dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk’

Mûrat Aba diyar kir ku ev demeke kesê jiyana xwe dest nedaye û wiha got: “Ji bo pêvajo ser bikevê divê em piştgiriyê bidin pêvajoyê û carna jî rexne bikin, ji ber ku em dixwazin pêvajo derbasî asteke herî bilind bibe. Saziya me li ser binpêkirina mafên mirovan û îşkenceyê dixebite. Ez dikarim bibêjim ku berê jî îşkence hebû îro jî îşkence heye. Ev tişt hê jî nehatiye guherandin. Lê ev pêvajo ji bo me gelek girîng e ji ber ku bi saya pêvajoyê dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk. Di vê pêvajoyê de tevahî binpêkirinên mafên mirovan dê werin çareserkirin.”

‘Divê mafê gelê Kurd bê zanîn’

Mûrat Aba anî ziman ku di vê pêvajoyê de çêkirina herî hêsan çêkirina qanûnan e û axaftina xwe wiha domand: “Li cîhanê bi dehan mînakên çareseriyê hene. Ji bo bidawîkirina pirsgirêkan hewcehî bi kîjan qanûnan hene diyar in, ji bona wê çêkirina qanûnan pir hêsan in. Li Tirkiyeyê tevahî mafê gelê Kurd hatiye binpêkirin. Divê mafê gelê Kurd bê zanîn. Paşê edalet bê tesîskirin. Kurd çi dixwazin? Dixwazin tevahî welatiyan xwediyê heman mafan bin. Lê di serî de perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Em jî dizanin ku ev tişt di rojekê de pêk nayên lê di vê pêvajoyê de ev tişt dê werin çareser kirin.”

‘Divê dewleta Tirk jî bibêjê; PKKê gav avêt divê em jî gav biavêjin’

Mûrat Aba destnîşan kir ku gelê Kurd di nava xwe de gelek cudahiyan dihewîne lê di çend xalan de heman difikire û wiha pê de çû: “Ewilî dixwaze li ser zimanê Kurdî gav bê avêtin. Divê her beşên Kurdî di fermiyetê de bê naskirin. Welatiyên Kurd divê bikarin di her avahiyên dewletê de Kurdî biaxivin. Ya din jî divê qanûna ‘terorê’ bê guherandin. Ji ber vê qanûnê bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Nexweşên ku di girtîgehan de ne divê demildest bên berdan. Ev gavên sereke ne. Ji aliyê PKKê ve çek hatin şewitandin û paşê jî diyar kirin ku ji Tirkiyeyê vekişiyane. Divê dewleta Tirk jî bibejê ‘PKKê gav avêt divê niha em jî gav biavêjin.’ Lê em dibînin ku ji aliyê dewletê gav qels in. Gotina Îngiliziyekî hebû digot: ‘pêvajo wekî bisikletê ye. Dema tu li ser bibî tê pêş ve herî. Lê dema tu bisekinî tê bikevî erdê.’ Divê em nehêlin ev bisiklêt nesekine. Xwezî pêvajo hin xurttir bi pêş ve biçûya lê hedî hêdî jî be dê here.”

‘Divê zagon bên guherandin’

Mûrat Aba da zanîn ku weqfa wan name ji Komîsyonê re şandiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di nameyê de li ser îşkence û binpêkirinên mafên mirovan sekinîn. ÎHD damezrînera weqfê ye. Me ji ÎHDê re name şand. Di nameyê de di serî de me got mafên nasname û çandî yên gelê Kurd divê bêşert werin qebûl kirin. Em dibêjin ku îro desthilat li dijî qanûnan tevdigerê. Divê li gorî qanûnan tevbigerê. Di cîhanê de dema ku çêk tên berdan nexşerêya wê di Netewên Yekbûyî de diyar e. Divê gotinên Netewên Yekbûyî bên qebûl kirin. Li gorî wê zagon bên guherandin. Ji ber ku gerîla çêk berdaye lê piştî vê dê çawa çêbibe? Îro werin Tirkiyeyê dê bên girtin. Ji bo na wê divê zagon bên guherandin. Me ev tişt ji Komîsyonê re pêşniyar kirin.”

Etîket: Mûrat AbaNûnertiya TÎHVê ya AmedêpêvajoRêvebera Tevgera Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne