• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

Navenda Nûçeyan /AW

18 COTMEH 2025 - 14:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê li aqubeta Fehmî Tosun ku 30 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn. Hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun a di çalakiyê de axivî wiha got: “Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe.”

Dayikên/Mirovên Şemiyê di 1073emîn çalakiya xwe ya heftane de li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, kuştin pirsîn û xwestin sûcdar bên cezakirin. Mirovên Şemiyê di çalakiya ku li Qada Galatasarayê li dar xistin de, li aqûbeta Fehmî Tosun ku di 19ê Cotmeha 1995an de li Avcilara Stenbolê hate revandin û winda bû û careke din jê agahî negirtin pirsîn.

Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de, wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û qurnefîlên sor hatin hilgirtin.

Mirova Şemiyê Ozlem Zingil ku çîroka Fehmî Tosun ê hate windakirin xwend wiha got: “Em, bi Malbata Tosun re, ku sê nifş in di bin siya înkar, bêcezatiyê û tundûtûjiyê de ji bo rastî û edaletê têdikoşin, dipirsin, Fehmî Tosun li ku ye? Di sibeha 19ê Cotmeha 1995an de, Fehmî Tosun, bavê pênc zarokan ê 35 salî, li mala xwe ya li Avcilarê bi hevalê xwe yê nêzîk Huseyin Aydemir re taştê xwar. Piştî taştê, her du heval bi hev re ji malê derketin.”

Ozlem Zingil wiha domand: “Wê êvarê, sê kesên çekdar û bi cilên sivîl, Fehmi Tosun bi wesayîteke Renault a spî ya bi plakaya 34 UD 597 anîn ber mala wî. Dema ku wî hevjîn û zarokên xwe dîtin, qêriya, ‘Ew ê min bikujin!’ wan bazdan ber bi wî ve, lê Fehmi bi zorê li wesayîtê siwar kirin û birin. Hanım Tosun tavilê çû Qereqola Polîsan a Avcılarê û revandina mêrê xwe ragihand. Wê plakaya wesayîtê da û daxwaza mudaxeleyê kir. Lêbelê, piştî kontrolkirina plakayê û çend telefonan, polîsan tu tedbîr negirtin û gotin, ‘Em nikarin tiştekî bikin.’ Hanım Tosun û Komeleya Mafên Mirovan hemû tedbîrên qanûnî girtin da ku bûyerê li ber çavan raxînin. Lêbelê, wan înkar kir ku Fehmi Tosun hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve, ne Fehmi û ne jî Huseyin Aydemir, ku ew bi wî re ji malê derket, tu agahî nehatiye girtin.”

Îtîrazên hatin kirin jî hatin redkirin

Ozlem Zingil ku parve kir ku malbat, ji ber ku bi rêyên hiqûqî yên navxweyî nekaribûn encam bi dest bixin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di doza ku di sala 2003yan de bi encam bû de, hikûmetê di parastina xwe ya li hember DMMEyê de got: ‘Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmi Tosun xemgîn e’. Tevî ku DMME’yê berpirsiyariya dewletê ji bo binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmi Tosun qebûl kir jî, hikûmetê di vê dozê de erka xwe yê lêpirsînek bi bandor bi cih neanî. Doz ji ber biryara ne-darizandinê ji ber dememboriyê hate girtin. Herwiha îtîrazên ku hatin kirin jî hatin redkirin.”

‘Em dev ji daxwaza edaletê bernedin’

Ozlem Zingil diyar kir ku ji bo eşkerekirina windabûna Fehmî Tosun di dema binçavkirinê de ti gav nehatine avêtin û destnîşan kir ku ne delîl û ne jî berpirsiyar hatine destnîşankirin. Zingil got, “Dosya bi zanebûn ket ber demboriyê. Îro, em careke din bang li rayedarên dadê û siyasî dikin: Êdî bes e. Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Erkên xwe yên di çarçoveya qanûna gerdûnî de bi cîh bînin. Di doza Fehmî Tosun de edaletê misoger bikin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Fehmî Tosun û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin.”

‘Ji bo ku careke din kes winda nebe min têkoşîn da’

Hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun, piştre axivî û got, “Min 30 sal berê li vir dest bi têkoşînê kir. Mêrê min di dema binçavkirinê de winda bû. Lê min li vir têkoşîn da ku careke din kes winda nebe. Me winda nekir, ew winda dikin. Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe.”

Piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn, çalakî bi dawî bû.

Etîket: Çalakiya 1073Dayikên ŞemiyeFehmî TosûnQada GalatasarayêStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

Ciwanan li Stenbolê 15ê Tebaxê pîroz kir

16 TEBAX 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
Cenazaya Çîçekî yo ke Japonya de bi hawayêko guman cuya xo ra bibi, ard Tirkîya

Malbatê cenazeyê Murat Çîçek anî Stenbolê

17 TÎRMEH 2026
Ciwanan li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist

Ciwanan li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne