• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata Ziman didome: Divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

Wan /AW

15 COTMEH 2025 - 14:51
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Di rûniştina yekemîn û duyemîn a Komxebata Zimanê Kurdî de axaftvanan bal kişandin ser polîtîka û stratejiyên saziyan ên ji bo zimanê Kurdî. Axaftvanan destnîşan kirin ku divê hemû saziyên Kurdan xwedî polîtîka û stratejiyan be û hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ku zimanê dayikê bijî.

Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bi rûniştina yekemîn û duyemîn berdewam dike. Di rûniştina yekemîn de mijara “Di Tevgera Azadiyê û Neteweya Demokratîk de Zimanê Kurdî û Stratejiya Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ji aliyê nûnerên partiyên siyasî Heval Dilbihar, Dogan Şenses, Aryen Ersayan û Hayrettîn Altûn ve hat pêşkêşkirin. Di rûniştina duyemîn de jî siyasetmedar Cemîle Turhalli, Cahît Kirkazak, Dîlan Guvenç, Gulşen Demîr û Mehmed Saît Toprak mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Siyaset û Rêveberiyên Xwecihkî” pêşkêş kirin.

‘Divê malbat bi zarokên we re Kurdî biaxivin’

Di rûniştinê de ewilî Hevbevdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî û bal kişand ser polîtîka û stratejiyên saziyan ên ji bo zimanê Kurdî û diyar kir ku divê hemû saziyên Kurdan xwedî polîtîka û stratejiyan be.

Dû re Aryen Ersayan mafê axaftinê wergirt û behsa bandora jin û malbatê ya li ser zimanê dayikê kir. Aryen Ersayan, da zanîn ku divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ku zimanê dayikê bijî.

Li ser navê DBPê Hayrettîn Altûn bi zaraveya Kirmançkî axivî û têkiliya zaraveyên Kirmançkî û Kurmancî vegot. Hayrettîn Altûn, da zanîn ku heke mirov bala xwe baş bide fêmkirina her du zaraveyan gelek hêsane û divê kurmanc û kirmanc (dimil) bi hev re Kurdî biaxivin ne Tirkî.

‘Dewletên serwer saziyan ji bo bişaftinê birêxistin dikin’

Metna hevpar a axaftvanên rûniştina duyemîn ji hêla Gulşen Demîr ve hat xwendin. Gulşen Demîr got: “Dewletên serwer ji bo êrîşî li gel û civakekê bikin, êrîşî zimanê wan dikin û zimanê xwe li ser wan ferz dikin. Ev rewş jî bişaftinê an ku qetlîama spî derdixîne holê. Sazî û dezgehên weke zanîngeh, dibistan, nexweşxane, îbadetxane û hwd. gelek sazî ji aliyê dewletê ve ji bo polîtîkayên xwe yên bişaftinê tên birêxistinkirin. Bi polîtîkayên înkar û bişaftinê çand, ziman û hunera kurdan dixwazin ji holê rakin.”

Stratejî û polîtîkayên rêveberiyên xwecihkî

Dîlan Guvençê jî stratejî û polîtîkayên siyaset û rêveberiyên xwecihkî vegot û da zanîn ku li bajarên Kurdan, rêveberiyên xwecihî ne tenê yekîneyeke îdarî ye di heman demê de qadeke berxwedana çandî û îdeolojîk e û got: “Li hemberî pergala dewletê ya navendîparêz û yekzimanî, modela rêveberiya xwecihî ya pirzimanî, beşdar û li ser peymana civakî, rê li ber îfadekirina azad a nasnameya gel vedike.”

Dîlan Guvençê stratejiya rêveberiyên xwecihkî wiha rêz kir:

• Ji bo jiyaneke wekhev û azad, pêwist e reveberiyên herêmî di hemû xebat û xizmetên xwe de, zimanên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar mane û xetereya tunebûnê re rû bu rû ne xebatên pêşvebirin û xurtkirina van Zimanan bimeşînin.

• Pêwist e li hemû saziyên reveberiyên xwecihî hesasiyetên gelê herêmê li ber çavan bên girtin

• Zarok siberoja civakê ne. Ji bo ku em karibin rê li ber pişaftina zarokan bigirin, pêwist e em li ser medyaya civakî listikên ku bala zarokan dikişînin yên wekî fîlmên karton, stranên zarokan li ser youtubê û hwd. bi Kurdî pêşkêşî zarokan bikin ku zarok Ji amûrên pişaftinê yên li ser medyaya civakî dûr bikevin.

• Pêwist e pirtûk û kovarên ku dersên ziman ên bi Kurmancî, Kirmanckî û zimanên din di wan de cih digirin û bala zarokan dikişînin werin çapkirin û li zarokan bên belavkirin.

• Divê niqaş, nirxandin û tespîtên ku di vê Komxebatê de hatine kirin, wekî pirtûkçe werin çapkirin û li gel û zarokan werin belavkirin.

• Di Hilbijartinên Xwecihî de ji bo hevserokên şaredariyan û endamên meclisên Şaredariyan, pêwist e pivan û krîtera sereke zanîna zimanê gelê herêmê be û her hilbijartî xwedî feraseta pêşxistin û pêşvebirina Zimanê Kurdî û zimanên din ên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar mane be.

• Ji bo Rêveberiyên Herêmî yên pirzimanî û serkeftî, pêwist e komîsyoneke pispor were avakirin, mînak û modelên li welatên demokratik ên “Di Rêveberiyên Xwecihî de Pirzimanî” lêkolînan bike, ji van mînak û modelan sûdê werbigire, bixe meriyete, di xebat û xizmetên Şaredariyan de pêşkêşî gel bên kirin.

• Ji bo pêşîlêgirtina hev nefêmkirina nava nîfşan (dapîr û bapîr, dayîk û bav, zarok û nevî) yan, ji bo ku civak ji heft heta heftê salî bibe xwedî hişmendiya Ziman, plansazî û bernameyên berfireh werin çêkirin.

• Entegrasyona avaniyeke pirzimanî û pirnasnameyî ya Konseyên Bajêr; divê li ser esasên temsîlkirina civatên xwedî ziman û çandên cuda û esasên demokratîk bên avakirin.

Piştî axaftinan, her du rûniştin jî bi pirs û bersivan berdewam kir.

Etîket: DBPDEM PartîKomxebata Zimanê KurdîNûnerên partiyên siyasîSaziyên Zimanê Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne