• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: ‘Pêvajo’ hêviya şehidên 10ê Cotmehê ye

Navenda Nûçeyan / AW

9 COTMEH 2025 - 10:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê bi boneya salvegera êrişa bombeyî ya 10ê Cotmeha 2015an a li Îstasyona Trenê ya Enqereyê hatiye pêkanîn daxuyanî da û got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya pêkanîna hêviyên şehîdên 10ê Cotmehê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya 10. salvegera êrişa bombeyî ya li dijî Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ku di 10ê Cotmeha 2015an de li pêşiya Îstasyona Trenê ya Enqereyê hate lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di komkujiyê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes birîndar bûne, yek ji bûyerên herî tarî ye ku di bin çavdêriya dewletê de hatiye kirin e û wiha got: “Di 10emîn salvegera vê komkujiya hovane de, ku xwişk-biratiya gelan û îdeala jiyaneke demokratîk û hevpar hedef girt, em careke din bi tundî şermezar dikin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Îdeala wan a xwişk û biratiya gelan, aştî, azadî û jiyana demokratîk di têkoşîna gelê me de dijî û rêwîtiya xwe ya ber bi serkeftinê e didomîne. Em dubare dikin ku hesreta gelan ji bo aştî, azadî û xwîşk û biratiyê bi komkujiyên xwînî nayê vemirandin. Li Tirkiyeyeke demokratîkbûyî, îdeala wekhev, azad û jiyana hevbeş ji bo Tirk, Kurd û hemû gelan dê neyê astengkirin. Ew kesên ku stranên aştî û biratiyê gotin, govend û horon ji bo jiyana wekhev û azad a hemû gelan reqs kirin, ji destpêkê ve ev hêzan têk birin. Bêguman xeyalên wan dê pêk werin.”

‘Êriş ne bi tasadufî hatin kirin’

Di berdewama daxuyaniyê de KCKê da zanîn ku beriya hilbijartina 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê de pêkanîna gelek komkujiyan ne bi tesadufî bû û wiha pê de çû: “Di pêvajoya ku êrîşên wiha dihat kirin de kedkar, jin û gelek rêxistinên civaka demokratîk ji bo aştî û pêşî girtina şer ev çalakiya dîrokî pêk anîn. Ev çalakî wê her tim di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê de were bîranîn. Piştî van êrîşan li Tirkiyeyê gav bi gav hemû qadên demokratîk hatine tengkirin, azadî hate sînordarkirin. Li Tirkiyeyê di serî de li dijî hêzên demokrasî û gelê Kurd, ev 10 sal in şerê qirêj û taybet didome û encama pêvajoyeke wiha pêk hat.”

‘Pêvajo pêkanîna xeyalên şehîdan e’

KCKê di dirêjiya daxuyaniya xwe de da diyar kir ku êrişên 10 salan gelê Kurd û hêzên demokratîk nedan tirsîn û wiha pê de çû: “Berovajî vê, van polîtîkayan Tirkiyeyê gihand rewşek bêçare ya siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk. Gelê me di van deh salan de bedelên giran da, lê têkoşîna ji bo demokrasî, azadî û aştiyê, hestên şehîdên 10ê Cotmehê, terk nekir. Di encama vê têkoşînê de, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hêla Rêber Apo ve hat destpêkirin. Armanca pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, berî her tiştî, pêkanîna hêviyên şehîdên komkujiya 10ê Cotmehê ye. Dema ku ev pêvajo bi ser bikeve, bedelên giran ên ku bi jiyana wan hatine dayîn dê hîn girîngtir bibin.”

‘Em ê xeyalên wan pêk bînin’

Di dawiya daxuyaniya xwe de KCKê anî ziman ku divê tavahiya gel û dostên wan ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve divê têbikoşe û wiha derbirî: “Ev dê bersiva herî guncav be ku em bidin kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane. Bi vê têgihîştin û baweriyê, em careke din bi rêzdarî kesên ku di Komkujiya Îstasyona Trenê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin û xeyalên wan pêk bînin.”

Etîket: daxuyanîEnqere GarÎstasyona Trenê ya EnqereyêKCKQetlîama 10ê Cotmehê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne