• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meşvanên hêviyê gihiştin Curnê Reş: Mafê hêviyê nekin mijara bazarê

1 COTMEH 2025 - 20:15
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meşvanên hêviyê yên ji Amedê bi rê ketin gihiştin navçeya Curnê Reş. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li vir li ser navê TJAyê axivî destnîşan kir ku divê mafê hêviyê demildest pêk were û ev yek nebe mijara bazarê.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meşa xwe ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter û hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û gelek jin tev li meşê bûn. Jinên ku li ber avahiya Rêxistina DEM Partî ya Amedê kom bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Jinan li ser vê yekê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” nerazîbûn nîşanî astengiyê dan.

Ligel astengiyan jinan heta li rawestgeha Çeşme ya navçeya Peyasa Amedê bi çepik, tililî û dirûşmeyan meşiyan. Di meşê de pankarta “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Mafê hêviyê mafê gelan e” hatin berzkirin. Girseya ku li vir kom bibû jin bi dirûşma “Jin jiyan azadî” pêşwazî kirin. Li vir li ser navê TJAyê Sebahat Tûncelê axaftinek kir. Sebahat Tûncelê diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e û got: “Em dixwazin ji Amed heta Enqereyê pireke aştiyê ava bikin.” Dû re girseya ji hezaran kesan pêk dihat ji vir heta pêşiya AVM ya Ceylan Karavîlê meşiya. Jinan pêşmalkên bi rengê mor ku nivîsa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” nivîsandibû, li xwe kirin û meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî, azad bike rêbertî” û “Bila mafê hêviyê were pêkanîn” hat berzkirin. Jinên ku dê di meşê de cih bigirin, li vir bi çepik, tililî û meşaleyan ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin.

Meş gihişt Hîlwanê

Jin dema bi otobusan ber bi navçeya Hîlwanê ya Rihayê ve diçûn di otobusê de stran gotin û li çepikan dan. Jin piştî demekê meşiyan gihiştin navçeya Hîlwan a Rihayê. Jinên ku gihiştin ber Şaredariya Hîlwanê ji vir heta Eywana Dawetê ya Hîlwan Parîsê meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Azadiya Rêbertî azadiya jinan e”, “Mafê hêviyê mafê gelan e”, “Bijî Serok Apo”, “Deng bide aştiyê rê li ber hêviyê veke” berz kirin. Jin li eywana dawetê ji aliyê gel ve bi laçikên spî hatin pêşwazîkirin. Jinan dû re li vir li ber stranan govend gerandin. Pişt re li vir li ser navê TJAyê Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a qeyim tayînî şûna wê kir axivî.

‘Em ê daxwazên jinan kom bikin û li komîsyonê parve bikin’

Gulistan Sonuk ji bo pêşwazîkirinê spasiyên xwe pêşkeşî Hilwaniyan kir û wiha got: “Em weke meşvanên hêviyê em ê ji Amedê heta Enqereyê bimeşin. Çawa ku tovê azadiyê li vir hate avetin rawestgeha me jî ya ewil Hîlwan e. Em ê yek bi yek li rawestgehên ku tevgera azadiyê lê geriyaye bigerin, daxwazên jinan kom bikin û li komisyona ku di bin banê Meclisê de hatiye avakirin parve bikin.”

‘Xwedî li gotina xwe derkevin’

Gulistan Sonuk, destnîşan kir ku daxwaza meşê ya sereke azadiya demildest a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Divê mafê hêviyê pêk were û divê nekin mijara bazarê. Mafekî hiqûqî ye û divê pêk were. Îro parlamento vebû salek bi ser re derbas bû aliyê Kurd tişta kete ser milê wan kir. Lê yên salek berê digotin ‘Bila rêzdar Abdullah Ocalan were Meclisê bêje PKKê xwe fesix bike li gotina xwe xwedî derkeve.”

‘Em ê bi Rêberê Gelê Kurd re werin Hîlwanê’

Gulistan Sonuk bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê Hîlwanê de û wiha pê de çû: “Rêzdar Ocalan gotibû deme derkevim ez ê bêm Hîlwanê. Careke din em ê bi Rêberê gelê Kurd re werin Hîlwanê wan xeyalan pêk bînin. Divê komisyon ji aliyê gavavêtinê de wêrek be û xwe ji bin bandora partiyekê derxîne. Heke vê neke dê ev pêvajo bixetime. Yê ku tespîta pirsgirêka kurd dike û çareseriya wê deyne holê rêzdar Ocalan e. Heke îro mafê hêviyê pêk hatibûya rêzdar Ocalan hatibûya guhdarkirin niha rewşa Tirkiyeyê ne wisa bû.”

‘Heta ku mafê hêviyê pêk were em ê li kolanan bin’

Gulistan Sonuk axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwazên me zelal in û em bi biryar in heta mafê hêviyê pêk were em ê li kolanan bin û em ê bimeşin.”

Etîket: AmedEnqereHevîmesTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne