• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Akademiya Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarsel komxebat li dar xistin

Navenda Nûçeyan / AW

28 ÎLON 2025 - 12:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Akademiya Jineolojî û YJK-Fê ve ji bo bîranîna hemû jinên têkoşer ên hatine kuştin û akademîsyen Nagîhan Akarsel komxebatek li dar xistin.

Akademiya Jineolojî û YJK-Fê li Parîsê ya Fransayê komxebat li dar xist. Ji gelek deverên cîhanê nûnerên rêxistinên jinan tevlî komxebatê bûn. Jinan di komxebatê de li ser femînîzm, bîranîn, fêmkirina jiyana jinên têkoşêr û bûyîna bersiva pirsgirêkên jinan nîqaş kirin. Lison Noël û Marlen Schafers komxebat bi rêve birin. Jinan di komxebatê de banga “Li çar aliyên cîhanê ji ber ku jin di lêgerîna xwe ya jiyana azad, bi rûmet û edaleta civakî de israr dikin, tên armanc girtin, tên wendakirin û tên kuştin” kirin.

Jinan di komxebatê de li ser armanca civînê niqaş kirin û gotin: “Ji bo bîranîna salvegera sêyemîn a kuştina hevala me Nagihan Akarsel, em bi germî we vedixwînin panel, nîqaş û çalakiyên hûnerî yên li dijî qetilkirina jinan. Qetilkirina jinan mijarek civakî û siyasî ye. Armanca me ew e, em analîzên kûr li ser sedemên bingehîn, armanc û bandora feminisîd goftûgo bikin.”

Endama TJK-Eyê Meral Çîçek axaftina vekirinê kir û got: “Di serî de dixwazim ji bo lidar xistina vê komxebata giranbuha spasiya Akademiya Jineolojî bikim. Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hemû axaftvan û beşdaran bi rêzdarî silav dikim.”

Meral Çîçek di axaftina xwe de Nagihan Akarsel bibîr anî û wiha berdewam kir: “Di şexsê hevrêya me Nagihan Akarsel de hemû jinên azadîxwaz ku di oxira avakirina jiyaneke birûmet, wekhev û azad de canê xwe dane, bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînim.”

Meral Çîçek mebesta komxebatê wiha vegot: “Kuştina jinê – feminicide – dikare weke şerê herî dirêj di dîroka mirovatiyê de bê penasekirin. Destpêka vî şerê di heman demê de qelişîna herî mezin di nav dîroka civakbûyînê de temsîl dike. Ji vê demê ve heya roja me ya îro, yanî di nava bi hezaran salan de, bêhesab û bêhejmar jin ji ber ku jin in ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û piranî kujer an jî berpirsiyarên li pişt bûyerê nehatin darizandin û cezakirin. Ji bo vê dema em behsa qirkirina jinê dikin divê em di heman demê de li ser pirsgirêka edaletê jî bisekinin. Edalet jî xwe dispêre heqîqetê. Heqîqet ji tarîtiyê neyê derxistin edalet pêkan nabe. Ji ber vê têkoşîna me li hemberî qirkirina jinê di heman demê de têkoşîna edalet û heqîqetê ye. Ji bo edaletê em heqîqetê dixwazin: Ji bo Sakîneyan, ji bo Nagîhanan, ji bo Evînan. Li Parîsê û li her derê.

Ji bo Berta Caceres, Leonela Tapdasan Pesadilla, Mariella Franco, Noxolo Nogwaza, Dulcie September û hemû jinên têkoşer ku bûn qurbanê kuştinên siyasî.

Ji bo xwişkên me yên li Efganistanê, li Sûriyeyê, li zindanên Îranê, Efrîqa, li Abya Yala, li Ûkrayna û Filistînê. Li seranserê cîhanê.

Kampanyayên bi navê ‘Jin Jiyan e, Jiyanê Nekuje’, ‘Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye’, ‘Na ji çanda tecawuzê re’ û ‘Na ji qirkirina jinê re’ çend mînak in. Bi riya wan kampanyayan hem di nava civaka Kurd de ferasetên şaş ên namûsê û aqlê zayendperest hatin lêpirsînkirin hem jî bi rêxistinên jin ên navnetewî têkoşîna hevpar hate meşandin. Divê em kar û xebatên wiha bi domdarî û bi perspektîfeke jineolojîk hîn xurttir pêş bixînin.”

Meral Çîçek herî dawî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qirkirina jinê fenomeneke bêwext û bêmekan e. Bi cihekê yan bi qonaxekê re sînordar nîne. Di vê wateyê de li kêleka heqîqet û edaletê, armanca têkoşîna me, pêşî girtina kuştina jinan e. Em dixwazin pêşiya qirkirina jin bigrin. Ji bo vê em jî dibêjin ‘Ni Una Menos!’ Divê em hevdû biparêzin, tenê nehêlin, xwedî li hevdû derbikevin, formên şênber ên piştgirî û têkoşînek hevpar a bibandor pêş bixînin. Hêsan nîne. Lê divê em riyek bibînin an jî riyek nû vekin. Bi afinêrî û hêza aqlê jin. Ez bawer dikim ku kombûna me ya îro bi pêşengtiya Akademiya Jineolojî, bi nêrîn û ezmûnên jinên aqilmend, bi performansên afrîner ên jinên hunermend û bi beşdarbûyîna we hemûyan, xizmeta vê armanca mezin bike.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya jî axivî û wiha got: “Kuştina jinê qirkirina herî kevne û bi gelek pêkhateyan û qatmanan pêk tê. Li ser ruyê cîhanê her roj hejmara qirkirina jinê di asta şereke cîhanê de pêk tê. Li gorî Rapora Yekîneya Jin a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2023’yan hat weşandin, di nav salekê de li ser rûyê cîhanê zêdeyî 51.000 jin hatine kuştin. Ji aliyê hevjîn, hezkirî, partner anjî endameke malbetê ve hatine kuştin. Li gorî vê her 10 deqe yek jin tê kuştin. Li hemberî qirkirina jinê tevgerên jinan her çiqes tekoşîn bilind kiribe jî di aliyê qada akademik de ji bo vê mijarê em nikarin bêjin eleqeyeke mezin hatiye nîşandan. Ev jî yek ji wan sedemane ku daneyên jinên politik baş nayên zanîn. Ji bo vê yekê bi aliyên saziyên navnetewî re eleqeyeke mezin bi qirkirina jinên politik re nayê nişandan. Tê paşguhkirin.”

Elîf Kaya ji bo çareseriya pirsgirêka jinan got, “Ji bo vê yekê pêşî girtina qirkirina jinê him zor û zehmet e him jî tekoşîneke piralî dixwaze. Encex bi rêxistinên girseyî, bi pêşxistina xebatên îdeolojîk û sazî, di derdora xalên hevpar de kombûn, di nava tecrûbeyên cuda de tor avakirin, bi avakirina platformên hevpar em dikarin pêşî li qirkirina jinê bigirin.”

Li ser navê Jinên ku Pêşêrojê Ava Dikin (Network Women Weaving the Future) Dilar Dîrîk mafê axaftinê girt û got, “Ji bo bidawîkirina kuştinên jinan, tenê daxwazên parastinê yên sînordar an jî sozên wisa çareserî nayînin. Pêwîstî bi xweparastina xweser heye. Bi taybet di çarçoveya ku em wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin de, ji bo eşkerekirin û rû bi rû mayîna jinan a bi rejîmên şerker re em hewceyî hevgirtinên siyasî û civakî yên antî-emperyalîst û antî-mîlîtarîst dibînin. Ev ne tenê dikare helwesteke ‘dijber’ a neyînî be – herwiha divê perspektîf û vîzyoneke bihêz ji bo jiyaneke azad, ji bo cîhaneke azad, ji bo aştiyê hebe. Ev tê wateya rizgarkirina ked û nêrînê ji mêtîngeriyê. Ya herî girîng, ji ber ku em li hemberî pergaleke ku ji bo pere û desthilatê bê dudilî mirovên herî bedew ên jiyana me bi xwînsarî dikuje re rû bi rû ne.”

Ji ber ku endama Akademiya Jineolojiyê Nesrîn Akgul nikaribû tevlî komxebatê bibe, li ser navê wê

Ezgî Çelîk peyama wê xwend. Di peyamê de bi kurtî wiha hate gotin, “Em hemû hîn jî di şokê de ne ku çawa rejîma serdestiya mêran bi navê ‘evîn’ û ‘namûsê’ kuştinên jinan bi awayekî sîstematîk û bi xerabiyeke asayî pêk tîne. Gava em bi kujerê kastîk re rû bi rû dimînin, em fêr dibin ku ev şok bi rastî rewşeke bêdawî ya rû bi rû bûna sîstemeke hovane ya tundiyê ye ku ji dîrokê heta roja me ya îro hatiye. Em ji bîr nekin ku nêzîkbûna li heqîqetê hêza herî mezin e û tu hêz nikare mirov wek ketina rêya heqîqetê bi hêz bike!”

Di komxebatê de ji aliyê Koma Lêkolînên Hûnerî ya Jineoloji, Projeya Neqiş a Jineolojî Provence Asli Fîlîz ve bernameyên çandî hatin pêşkêşkirin.

Komxebat bi nîqaş, panel, bernameyên çandî û parvekirina danahevan dewam kir. Herî dawî jinan bi dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” komxebat bi dawî kirin.

Etîket: AkademiElîf kayaJîneolojîMeral Çîçek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qahîreyê Navenda Jineolojiyê hat vekirin

Li Qahîreyê Navenda Jineolojiyê hat vekirin

19 HEZÎRAN 2026
Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

28 GULAN 2026
Mêtingehkarî û Jineolojî

Mêtingehkarî û Jineolojî

26 KANÛN 2025
‘Armanca esasî zanîngehên civaka demokratîk in’

‘Armanca esasî zanîngehên civaka demokratîk in’

25 TEBAX 2025
Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev

30 HEZÎRAN 2025
Gulay Tekîn: Jin ji bo aştiyê dikarin bibin hêza pêşeng

Gulay Tekîn: Jin ji bo aştiyê dikarin bibin hêza pêşeng

14 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne