• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelê Qamişlo bi girseyî êrîş şermezar kirin

Navenda Nûçeyan /AW

23 KANÛN 2024 - 20:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Gelê Qamişloyê di pêşengiya Kongra Star de bi meşeke girseyî berxwedana şervanên YPJ silav kir û êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşê Tirkiyeyê bi pêşengiya Kongra Star meşeke girseyî lidar xistin. Girseyê berxwedana jinên têrkoşer silav kirin. Meş bi dirûşma “Werin em Welatê xwe biparêzin” û bi tevlîbuna tevahî Rêxistinên jinan ên di bin siwana Rêxistina Kongra Star de û bi hildana alên rêxistina jinê li ber Çerxereya Sonî ya bajêr despêkir heta Çerxereya Şehid Qehreman Omerî dewam kir.

‘Tirkiye êrîşî şoreşa jinê dikin’

Piştî deyeqek rêzgirtinê berdevka Kongra Starê Rihan Loqo balkişane ser tekoşîn û berxwedana şervanên YPJ ku berxwedanekî dîrokî di çeperên şer de dimeşînin û got: “Ji çirûska Şoreşa Rojava heta îro Dewleta Tirk bênavber êrîşên Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Êrîşên deskeftîyên şoreşa jin dikin. Êrîşên nirxên şehîdên me dikin. Ji roja yekemîn a şoreşê heta îro Dewleta Tirk nesekiniye. Ji ber ku naxwaze projeya gelan, jinan, azadîxwazan li ser vê erdingariyê pêk were. Naxwazin ew proje bibe mînak ji tevahî cîhanê re. Lewma jî bi rêya şerê taybet û balafirên bê mirov re pêşeng û endezyarên şoreşa me, hedef digrin. Di aliyekî de bi rêya çeteyên xwe ên rêxistin kirî de, bi planên qirkirinê li ser jinan zarokan gelan sivîlan dixwazin pêk bînin. Lewma jî dewleta Tirk bê navber êrîşan pêk tîne. Ji wê qada pîroz em ji dewleta Tirk û çeteyên wêre dibêjin, em serî ji were natewînin. Em ê bi hêza parastina jin û bi rihê îradeya azad a jinan û bi pêşengiya jinên Ereb, Suryan, Kurd, Ermen weke ku çawa ew pêşengî kirin ji Rojhilata Navîn û Cîhanê re kir emê niha jî bikin. Me çawa di Kobanê û Rojava de çete bi bin xistin emê dewleta Tirk a dagirker dîsa bi bin bixin.”

‘Dixwazin me bêîrade bikin’

Rihan Loqo wiha bidawî kir: “Dixwaze em li hemberî her tiştî bê îrade û nasname bimînin.Heta ku Jineke Efrînê li wê welatî hebe, heta ku jineke Kobanê Hebe heta keçên ciwan li Qamişlo hebe wê kesek nikaribe, pêl vê axê bike. Ji derveyî azadîxawazan kes nikare li ser vê axê jiyan bike. Ew ax axa rumetê ye, axa şehîdan e. Em berxwedana Bakur, Başûr, Rojhilat û dostên Kurdan silav dikin. Em dibêjin rihê me bi rihê were ye. Em hêvî û cesareta xwe ji rihê YPJ yê ku bê navber hûn li qadan tekoşîn dikin digrin.” Meş bi dirûşma “Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû.

Kobanê

Rexistina Kongra Star a Bajarê Kobanê jî, li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk bi heman armancê daxuyaniyek da çapemenilê. Kongra Star bang li hemû jinan kir ku xwedî li Kobanê û şoreşa jinê derkevin. Kongra Star her wiha tevlîbûna xwe ya ji bo bangawaziya seferberiya HSDê jî ragihand. Daxuyaniya Kongra Star li navenda saziyê, ji aliyê Endama Kongra Star a Kantona Firatê Xûnav El ve hat xwendin. Xûnav El diyar kir ku jinên ciwan ên Bajarê Kobanê ji bo ku piştgiriya şervanên xwe yên YPG, HSDê bikin, weke Tabûra Şehîd Sûrxwîn li vir amade ne û wiha got: “Ji bo ku em bajarê xwe biparêzin û gelê xwe ji dewleta Tirk biparêzin. Em dibînin ku ev demeke dewleta Tirk gef û êrîşên xwe li ser Bajarê Kobanê zêde dike. Faşîzma tirk bi gef û êrîşên xwe dixwaze gel di bin qirkirinê re derbas bibe, hewl dide projeyên Netewa Demokiratîk têk bibe. Em jî îro dibêjin ku em hemû li vir HSD ne, dema ku dibêjin em HSDê hedef digirin ma HSD ne zarokên vî welatî ne? Ji bo vê jî em li kêleka hêza xwe ne, emê di eniyên şer de jî cihê xwe bigirin û em nahêlin ku tu kes derbasî axa me bibe. Lewma em jî beşdarî sefeberiya ku hat îlankirin dibin.”

‘Emê berxwedaniya xwe ya li Kobanê, nû bikin’

Xûnav destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Osmanîyeke nû li ser axa Kurdan bide avakirin û wiha got: “Lê em dibêjin ev jî di xeyalên wan de ye. Çawa ku jinên di berxwedaniya Kobanê de DAIŞ’ê têk birin û liber xwe dan, ewê li hember dewleta Tirk jî liber xwe bidin. Emê berxwedaniya xwe ya li Kobanê, nû bikin. Ji bo vê jî armanca Dewleta Tirk ji van êrîşan, girtina tola DAIŞê ye. Ji ber ku li Kobanê bi berxwedaniya jinê bi bin ket û têk çû, gefên xwe li ser herêma me pêk tine. Lê em li vir dibêjin tu car nikare bikeve axa me. Emê axa xwe ji dijmin biparêzin û emê bi berxwedaniya gelê xwe Sûriyeke nû ava bikin.”

Daxuyani bi sloganên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Jin Jîyan azadî” bidawî bû.

Etîket: destkeftîdewleta TirkJinKobanêKongra StarRojavaşoşerTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

7 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne