• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TAJÊ xwest ku Hikûmeta Iraqê neyê lîstikin PDKê

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÎLON 2025 - 18:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Iraqê kir ku helwesta xwe li hember civaka Êzidî berde û bi lîstikên PDKê nexape.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico li Dewreya Mam Zekî ya Nahiya Sinûnê hate dan.

Daxuyniya TAJÊ wiha ye:

“Ji bo ragihandin û raya giştî

Di encama fermana 74 an a 03. 08.2014an de li ser Şengalê, bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞê. Bi sedhezaran bi zorê ji cih û warê xwe koçber bûn. Bêgûman armanca fermanê ne tenê qirkirina fîzîkî bû, di heman demê de dûrxistina civaka Êzidî ji axa wê ya pîroz bû. Ev 11 salin gelê me yê koçber li Başûrê Kurdistanê li kampan di çadiran de jiyan dikin.

Li ser Şengal û civaka Êzidî hîn jî lîstok û pîlanên qirêj dewam dikin. Ev pîlan û lîstok berdewamiya fermanê ne. Biryara Wezareta Koç û Koçberan, zêdekirina artêş, çekên giran û di nava sivîlan de bicihkirina wan, zextên Hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê hemû jî bi hedefa pêkanîna Peymana 9 Cotmehê ango fermana di bin navê qanûnê de ye. Mesrûr Barzanî gef li  Şengalê xwar û ji Hikûmeta Îraqê xwest ku ji bo pêkanîne pîlana 9 cotmehê zextên xwe li ser Şingalê zêde bike. Armanca liv û tevgera artêşa Iraqê li Şingalê pêkanîne vê plana qirêje.

Li şûna Hikûmeta Iraqê, berpirsyariyên xwe yê mirovî û wijdanî li hember Şengalê  pêk bîne, malên gel yên hilweşiyayî jinûve ava bike, pirojeyên kar çêbike û derfeta  vegerê ji bo koçberan ava bike. Biryara guhertina demografiya Şengalê dide.

Wezareta Koç û Koçberan  di 20ê Tebaxê de biryar derxist ku heya serê salê ger koçber venegerin ser cihê xwe, wê ji statûya koçberan derkevin û bibin nîştecîhên cihê lê koçber bûne û dosya koçberan wê were girtin. Herî dawî wezaretê got ku wê hemû kampan bikin yek. Em dixwazin bibîr bixin; mada 140 a bi nakoka ku Şengal jî dikeve nav ,di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di sala 2007an de xwestin bi referandûmê  pêk bînin lê nekarîn pêk bînin û heya roja îro ev made nehatiye çareser kirin.

Her wiha Peymana 9ê Cotmetê ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de hatiye îmzek kirin jî, nekarîn pêk bînin. Ev  biryara siyasî a Wezareta Koç û Koçberan ji madeya 140 û Peymana 9ê Cotmehê nequte. Em vê biryarê gelek metirsîdar dibînin. Ev biryarek li gor berjewediyên siyasî ye, nakeve berjewendiyên civaka me. Em qebûl nakin gelê me bibe qurbanê van siyasetên heyî. Lewra em  biryara Wezareta Koç û Koçberan, xeteriyek mezin dibînin û qebûl nakin. Êzidiya ji koka wê qut kirin tê wateya berdewamiya fermanê. Ji aliyekê ve Hikûmeta Iraqê biryara efûya giştî derxist ku di encamê vê efûya giştî de bi hezaran DAIŞî ku destê wan di xwîna Êzidîyan de heye ji girtîgehên Iraqê hatin berdan. Li aliyek din jî biryara girtina kampan derxist. Ev rewşek gelek metîrsîdare, li şûna ku Hikûmeta Iraqê çeteyên DAIŞê dadgeh bike, serbest ber dide. Miletê me yê  koçber yê li kampan ji pêşerojek tarî re dihêle. Em balê dikşînin ser rastiyek girîng, ger Êzidî venegerin ser axa xwe, wê li wir rastî êrişekê werin wê çawa xwe biparêzên yan kî dê wan biparêze. Ji bo me civaka Êzidî, rastî û tecrûbeya fermana 2014 an tu carî wê neyê ji bîr kirin.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku helwesta xwe li beramberî Şengalê û civaka Êzidî biguhere û neyê lîstikên PDK û dijminatî bi civaka me re neke. Her wiha em  bang li gelê xwe yê koçber dikin bila vegerin ser ax û warê xwe bi vê awayê jî bersiv bidin van lîstikan.

Di dawî de em bang li raya giştî dikin, bi taybet ji bo welatên ku ferman wek jenosîd nas kirine bi erk û berpirsyartiyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin. Herî Dawî jî em bang li giştî civaka Êzidî dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û li kûderê bin bila bibin, bê helwest nemînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Bberxwedana Şengalê” û “Jin  Jiyan Azadî” bidawî bû.

Etîket: daxuyanîPDKSengalTAJÊ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Hêzên Pêşmerge bûn yek

Hêzên Pêşmerge bûn yek

21 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne