• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mihrîcana Zarokan tê lidarxistin: Xwedî li çanda xwe derkevin

Fexredîn Kiliç / AW

23 ÎLON 2025 - 08:02
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Komeleya Berî Her Tiştî Zarok dê di 26-27-28ê Îlonê de li Amedê Mihrîcana Zarokan a Navçandî li dar bixe. Xebatkara komeleyê Şirîn Saglamê ev bang li gelê Amedê kir: “Ji bo xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derkevin em dixwazin beşdarî mihrîcanê bibin.”

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, di çarçoveya projeya “Xurtkirina Kapasîteya Parastina Mafên Jin û Zarokan ya bi Rêya Hunerê” de ku bi hevkariya Ajansa Tevkarîya Pêşketina Katalanan dimeşîne, Mihrîcana Navçandî ya Zarokan li dar dixe.

Di Mihrîcana Zarokan a Navçandî de berhemên kargehên çand, huner û afirînerîyê yên ku nêzî şeş mehin dewam dikin, dê werin nîşandan. Mihrîcan dê di 26-27-28ê Îlonê li Amedê were li dar xistin. Di mihrîcanê da bi tenê dê berhemên zarokan xuya nebin; dê herweha bi tevkarîya dezgehên civaka sîvîl û hunermendên navneteweyî mazûvaniya pêwendiyên navçandî jî were kirin.

Di Mihrîcanê da li gel kargehên wêne, karîkatur, şano, muzîk û veguherînê/rîsaykilê û hin performansên li ser dikê, muzîkjenên katalan yên partnerên projeyê dê konserên solo bidin û bi zarokan ra kargehan li dar bixin. Wekî din jî, ev mihrîcana ku bi tevkarîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê pêk tê, dike armanc ku çanda xebata bi hev re ya rêveberîyên herêmî û dezgehên civaka sîvîl ya ji bo zarokan xurt bike.

Di mihrîcanê da zarok dê ne bi tenê bibin temaşevan, ew dê her wiha hilberînin û wê derfetê bibînin ku çîrokên xwe bi rêya hunerê rave bikin. Xebatkara Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Şirîn Saglamê têkildarî mihrîcanê ji ajansa me re axivî.

Kargeh li dar xistin

Şirîn Saglamê da zanîn ku nêzî şeş mehan e amadekariya vê mihrîcanê dikin û wiha got: “Kargehên me hebûn bi hevkarên me yên weke Zarok Tv, Ma Musîc û Şanoya Bajêr a Amedê re. Di Zarok Tvyê de kargehên me yên afirîneriyê hebûn. Weke kargeha teknolojiyê, wêne, karîkatur û fotografî çêbûn. Bi Ma Muzîkê re jî kargehên me yên stranbêjiyê, sêtêlê û rîtma xwezayî çêbûn. Bi saya Şanoya Bajêr a Amedê jî me bi ciwanan re du kargeh li dar xistin. Kargeha lîstika muzîkan û şanoyê li dar xistin.”

‘Armanc ew e ku em şert û mercên zarokan baştir bikin’

Şirîn Saglamê armanca mihrîcanê wiha vegot: “Armanca mihrîcana me ew e ku em xwe bigihînin zarokên ji şer reviyan e, penaber û bi taybetî jî yên li navçeya Sûr a Amedê û hinekê jî be em şert û mercên wan ên jiyanê baştir bikin. Niha kargehên me qediyan amadekariyên mihrîcanê didomin.”

‘Projeyên me yên ji bo zarokan dê berdewam bikin’

Şirîn Saglamê bi lêv kir ku weke Komeleya Berî Her Tiştî Zarok projeyên wan ên ji bo zarokan didomin û ev tişt gotin: “Bi taybetî projeyên me yên ji bo ziman hene. Piştî mihrîcanê jî em ê bi zarokên ciwan re bi zaravayê kurmancî yê Kurdî dublaj û anîmasyonê çêbikin. Piştî van perwerdehiyan dê zarok li Zarok Tvyê ku hevkarên me ne perwerdehiya xwe bidomînin.”

‘Ji bo xwedî li derketina çand û nasnameya xwe tev li bibin’

Şirîn Saglamê qala naveroka mihrîcanê kir û herî dawî ev bang li gelê Amedê kir: “Bi taybetî jin û zarokan em bang li gelê Amedê dikin ku werin tev li mihrîcanê bibin. Ji bo xwedî li çanda xwe zimanê xwe û nasnameya xwe derkevin em dixwazin beşdarî mihrîcanê bibin. Mihrîcan ji bo zindîkirina van tiştan jî girîng e. Kerem bikin em ê bi beşdarbûna we gelek keyfxweş bibin.”

Bernameya Mihrîcanê bi vî awayî ye:
“26ê Îlonê – Çand Amed (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê)

*17.30 – Axaftinên Destpêkê yên Protokolê
*Sînevîzyon – Stop motion
*Komeleya Hêvîyên Rengîn – Koroya Zarokan ya Rengîn
*Ma Music– Koma Stranbêjî/Rîtm/Ksîlofon-Boomwhackers, Koma Sêtêljenan
*Muzîkjenên Katalan -Performansa Muzîkê Ya Solo

27ê Îlonê
Saet: 12:00- 17:00 li Sumerparkê
*Ma Music – Gerok Ma
*Rengareng- Kargeha Çêkirina Zendikan
*Zarok TV – Pêşangeha resim û karîkaturan & Kargeha Karîkaturan
*Yasemîn (Komeleya Berî Her Tiştî Zarok)- Kargeha Kûklayan
*Mordem Huner – Kargeha Kûklayan
*Kased Kargeha Rîsaykilê/Veguherînê û Kolajê
*Mordem Huner -Jonglor
*Weqfa Koçê – Çêkirina Gerdenîyên Darîn
*ÇIAD (Komeleya Dadwerîya ji bo Zarokan) – Kargeha Gihîştina Mafan
*Muzîkjenên Katalan – Kargeha Muzîkê

Cih: Çand Amed
Saet: 18.00
Şanoya Bajarê Amedê – Bijîşkê min yê Xoşewîst

28ê Îlonê
Cih: Çand Amed
Saet: 13.00
-Şanoya Bajarê Amedê – Keçelok
Saet: 18.00
-Şubadap – Şanoya Çîrokan ya Moyo
-Şubadap – Şowa Pandomîmê ya Îlker Kiliçer
-Şubadap – Konser”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne