• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî Şaredariya Esenyûrtê operasyonekî pêk hat

    Li dijî Şaredariya Esenyûrtê operasyonekî pêk hat

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li dijî Şaredariya Esenyûrtê operasyonekî pêk hat

    Li dijî Şaredariya Esenyûrtê operasyonekî pêk hat

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DAIŞê ji 8ê Kanûna 2024an heta niha 153 êriş pêk anîn

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÎLON 2025 - 12:51
Kategorî: CÎHAN
A A
Fermandariya Giştî ya HSDê destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê ji 8ê Kanûna 2024an heta 20ê Îlonê, şaneyên çeteyên DAIŞê li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 153 êriş pêk anîne.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ebcer Dawûd li ser navê Fermandariya Giştî ya HSDê der barê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî da. Berdevkê fermî yê HSDê li bajarê Hesekê daxuyanî da û got: “Ji destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011an ve û dûre valahiya ewlehiyê, rêxistinên tundraw berfireh bûn, di serî de rêxistina DAIŞê ya terorîst. Van rêxistinan ev valahî kir firsend û li dijî hebûna gelên herêmê gefek çêkir, qetilkirin, wêrankirin û koçberkirin pêk anîn û veguherî xetereyeke cîhanî, sînorê Sûriyeyê û herêmê derbas kir.”

Ebcer Dawûd, anî ziman ku ji bo rûbirûbûna vê gefê, HSDê bi hevkariya aktîf a Koalîsyona Navneteweyî yek ji şerê serdemê yê herî dijwar li dijî terorê da meşandin û wiha got: “Ji şerê Kobanê ku nuqteya veguherînê çêkiriye ve, heta bi rizgarkirina Reqayê qaşo “paytexta xîlafetê” ya îdiakirî, heta bi şerê Baxozê ku baregeha dawîn a terorê bû û dûre operasyonên berdewam ên li Dêrazor, Hesekê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervanên me vîna xurt û şiyana profesyonel a bilind îsbat kir. Sazûmaniya rêxistinê ya DAIŞ´ê têk bir, piranî cihên lê xurt ziwa kirin.”

Ebcer Dawûd da zanîn ku hîna DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike û wiha berdewam kir: “Di vê yekê de sûdê ji rewşa aloz a li gelek herêmên Sûriyeyê, ji hin jîngehên nearam ên li derveyî herêmên di bin kontrola me de, sûdê werdigire. Lê operasyonên ewlehî û leşkerî yên hêzên me yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî nehişt ew careke din xwe xurt bike, bi dehan hewlên wan ên têkbirina ewlehî û îstîqrara gelên me bi bin xistin. Di heyama piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Şamê de anku ji 8´ê Kanûna 2024´an heta bi 20´ê Îlonê, şaneyên rêxistinê 153 caran li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîne. Ew hejmar nîşan dide ew xwe ji û ve bi rêxistin dike û çarçoveya êrişên xwe berfireh dike.”

Ebcer Dawud bibîr xist ku ji dema têkbirina “xîlafetê” di şerê Baxozê yê 2019an de, awayê çalakiya DAIŞê ji “rêxistina dewletê” veguherî torên şane û komên şerê çetetiyê. Bi wê re êrişên xwecihî, sûîqastkirin û çalakiyên tevlêkirinê yên veşartî zêde bûn. Ev guhertin di hejmara bûyeran de diyar bû. Piştî hejmara êrişan di 2020 û 2024´an de kêm bû, di 2025`an de êrişên terorane zêde bûn.”

Encama operasyonên li dijî DAIŞê

Ebcer Dawût diyar kir ku hêzên wan di 10 mehên borî de rêzeêrişên meydanî û pêşîn kirin, şane bê bandor kirin, bi dehan tawanbar girtin, bi dehan planên êrişkirinê têk birin û ev agahî parve kirin: “Bi wê re şiyana rêxistinê ya pêkanîna êrişên mezin hatin sînordarkirin. Weke bîlanço, hêzên me bi hemû teşkîlatên xwe yên leşkerî bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî 70 operasyon, (3 jê operasyon paqijkirinê) yên berfireh pêk anîn. Di encamê de, jê 3 serçete, 95 terorîst hatin girtin. Di operasyon de jê 2 serçete, 6 terorîst hatin kuştin. Mîqdareke mezin a çek, cebilxane û belge hatin desteserkirin.

Di êrişên DAIŞ´ê de 30 şervanên me şehîd bûn, 12 jî birîndar bûn, 6 sivîl jî şehîd bûn.

Li ser wê bingehê, em QSD van xalên li jêr diyar dikin:

1- Berdewama şerê dijî DAIŞ´ê: Xetereya rêxistinê hîna bi dawî nebûye, hîna ew li ser astên xwecih û navneteweyî gefeke cidî ye.

2- Girîngiya hevkariya navneteweyî: Hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re hêmaneke krîtîk di pêşîgirtina vegera DAIŞ´ê de ye û em daxwaza piştgiriya operasyon û lojîstîk a zêde dixwazin.

Aramî û tamîrkirin: Têkoşîna lli dijî terorê ji bilî projeyên geşepêdanê û xizmetguzariyê ku hêviyê ji gelên herêmên rizgarkirî re vedigerîne û rê li ber fikra tundraw bigire, temam nabe. Ev yek jî bêyî piştgiriya navneteweyî ya sabit û demdirêj pêk nayê, ji ber ku rewşa herêmê ya ji ber krîza Sûriyeyê ya berdewam zehmet e.

Ji nîşaneyên dawîn diyar dibe ku DAIŞ hîna jî hêzek e ku dikare bi êrişên bêserûber û planên girêk zirarê bide, di heman demê de li herêma me hejmareke mezin ji endamên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan hene. Li ser vê bingehê, hewcedarî bi zexta operasyonelî ya berdewam û hevkariya navneteweyî ji bo çareserkirina vê şerî bi awayekî lezgîn heye.

Di dawiyê de, em bejna xwe li hember şehîdên di oxira parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daye ditewînin, soza xwe ya berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê heta têkbirina wê û misogerkirina siberojeke ewle û aramtir dubare dikin.”

Etîket: DAIŞEbcer DawûtHSD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

25 TEBAX 2026
‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne