• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji jinên girtî re nameyên Abdullah Ocalan şandin

Amed / AW

19 ÎLON 2025 - 15:42
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed- MED TUHAD-FED bi dirûşma “Em ê bi jina azad civaka demokratîk ava bikin” li pêşiya postaxaneyê kom bûn û ji jinên girtî re nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan nivîsandibû, şandin.

Federasyona Komelayên Hiquq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re a Medê (MED TUHAD-FED bi diruşma “Em ê bi Jina Azad Civaka Demokratîk Ava Bikin” li Postaxaneya Mezin a li navçeya Sûra Amedê, ji jinên girtî re name şand. Gelek jinên nûnerên saziyên sîvîl, partiyên siyasî û parlamentera Mêrdînê a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş Altin tev li bernameya şandina nameyan bûn. Jin li pêşiya Postaxaneyê Mezin a li Qada Şêx Seîd hatin cem hev û berî qert werin şandin daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Pankarta “Em ê bi Jina Azad Civaka Demokratîk Ava Bikin” hat vekirin. Berî ku name werin şandin jinan diruşmeyên “Bijî Berxwedana Zîndanan” û “Girtiyên Siyasî Rûmeta Me Ye” berz kirin.

Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn di daxuyanî de axivî. Pinar Sakik Tekîn da zanîn ku jin pêşengtiya tekoşînê dikin û got: “Em dibêjin heya jin azad nebe, civak azad nabe. Me gelek caran anî ziman ku pêşengtiya têkoşînê jin dikin. Yê ku vê rewşê baş dizane jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

‘Girtiyê azadiyê hertim zilm û zordariyê dibînin’

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinên girtî û ev tişt gotin: “Zindan kirine rastiya gele Kurd lê gele Kurd zindan kirine qada berxwedanê. Her roj têkoşîna aştiyê û azadiyê geştir dibe. Lê em dizanin ku jin her tim rastî zilm û zordariyê tên û vê yekê hîs dikin. Ji ber wê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya jinan û ji bo girtiyên jin peyamek şand. Em dixwazin vê peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandiye ji jinên di zindanan de tên ragirtin re parve bikin. Em ê berxwedana ku li zindanan didome her roj têxin rojeva Tirkiyê û Kurdîstanê.”

‘Heya Aştî û Civaka Demokratîk pêk were…”

Berîtan Guneş Altin di dawiya axaftina xwe de bal kêşand ser Mafê Hêviyê û ev tişt gotin: “Tu carî armanca me ya ji bo aştiyê bi dawî nabe. Polîtîkayên şer ên ji aştiyê dûr ev sed sal e serê jinên Kurd nedaye tewandin. Jinên Kurd dê bibin sembola azadî û aştiyê. Ji bo pêvajoyê çi ji destê wan bê dê bikin. Mafê Hêviyê yê hatiye dayîn biryareke kêm e. Divê Dewleta Tirk demildest Mafê Hêviyê pêk bîne. Divê ev gav demildest bên avêtin. Heya ku Aştî û Civaka Demokratîk neyê, dê jin paş ve gav navêjin. Di serî de Ayşe Gokan, Leyla Guven em ji tevahî girtiyên jin re silavên xwe dişînin. Em ê berxwedana xwe geştir bikin.”

Pênûs, kulîlk û nameya kirin kartpostal

Jin piştî daxuyaniyê bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zîndanan” ber bi postaxaneyê ve çûn. Wêneyên pênus, kulîlk û nameyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê ji bo jinan şandine, wek kartpostal hatin amadekirin. Jinan têkildarî temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî 76 kartpostal ji jinên girtî re şandin.

Etîket: Berîtan Guneş AltinMED TUHAD-FEDName ŞandinPinar Sakik TekînRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne