• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

2 rojnamevan hatin kuştin, 41 rojnamevan hatin binçavkirin û 10 jî hatin girtin

Navenda Nûçeyan / AW

23 KANÛN 2024 - 12:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di mehekê de 41 rojnamevan hatin binçavkirin, 10 rojnamevan hatin girtin û li Rojava jî 2 rojnamevan hatin kuştin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êriş, zext, zor û astengkirinên li dijî rojnamevanan berdewam dikin. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di mehekê de 41 rojnamevan hatin binçavkirin, 10 rojnamevan jî hatin girtin. Her wiha di encama êrişek SÎHAyê ya Tirkiyeyê de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji bakurê Kurdistanê li Rojava hatin kuştin.

Her wiha nûçeçêkirina rojnamevanan hate astengkirin, ew hatin îşkencekirin di binçavan de gef li wan hate xwarin.

Rojnamevanên ku di nava mehekê de hatin binçavkirin, girtin û kuştin wiha ne:

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de 26ê Mijdarê li gelek bajaran bi ser malan de hatibû girtin û Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna, rojnamevan Erdogan Alayumat, Tugçe Yilmaz, Bîlge Aksu, Ahmet Sumbul, Bîlal Seçkîn, Mehmet Ûçar, Havîn Derya, Sûzan Demîr, Dogan Guzel, Berfîn Atli hatibûn binçavkirin. Ji rojnamevanan Mehmet Ûçar û Bîlge Aksû di 29ê Mijdarê de hatin girtin. Nivîskar Hîcrî Îzgoren jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û piştî îfadeyên li edliyeyê hatibû berdan.

Xebatkarê Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş ê di 11ê Kanûnê de li Sêrtê hatibû binçavkirin di 13ê Kanûnê de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” hate girtin.

Rojnamevan Nevşîn Mengu bi hinceta ku bi Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê berê Salih Muslim re li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hevpeyvîn kir, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 14ê Kanûnê hate binçavkirin û piştî wergirtina îfadeyê hate berdan.

Daştan û Bîlgîn hatin kuştin

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûnê de dema êrişên Tirkiyeyê û komên SMOyê yên bi ser wê ve li rojavayê Minbicê dişopandin, li ser rêya di navbera Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê de di encama êrişa SÎHAya Tirkiyeyê ve hatin kuştin.

Rojnamevan Ozlem Gurses ji ber weşana li ser qenala xwe ya Youtubeyê kir, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da destpêkirin de 20ê Kanûnê hate binçavkirin û derbarê wê de biryara hepsa malê hate dayîn.

Li Wanê 10 rojnamevan hatin binçavkirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) xwestin di 20ê Kanûnê de li Wanê têkildarî kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyaniyê bidin.
Di dema daxuyaniyê de polîsan koma rojnamevan û siyasetmedar di nav de bûn dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî were dayin. Di encama êrişê de nûçegihanên Ajansa Welat (AW) Bazîd Evren û Firat Tunç, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Polat, Ozlem Yacan, Mazlum Engîndenîz û Sema Yuce Polat, nûçegihana JINNEWSê Memîhan Zeydan û rojnamevan Zelal Tûnç, Nîmet Olmez, Oktay Candemîr û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl hatin binçavkirin.

Li Stenbolê 18 rojnamevan hatin binçavkirin

Her wiha Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin-Îşê di 21ê Kanûnê de xwestin têkildarî kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Qada Şîşhane ya Stenbolê şermezar bikin. Rêveber û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rojnamevanan jî piştgirî dan rojnamevanan. Polîsan êrişî çalakiyê kir û di encama êrişê de rojnamevan Rozerîn Gultekîn, Ferhat Sezgîn, Melîk Çelîk, Pinar Gayip, Enes Sezgîn, Osman Akin, Hayrî Tûnç, Yadîgar Aygun, Serpîl Unal, Zeynep Kûray, Mûstafa Sûbaşi, Salîha Aras, Gulistan Dûrsûn, Mahsûm Saglam, Can Papîla, Elîf Baybûrt, Ûmût Taştan û Rojdan Erez jî di nav de 59 kes hatin binçavkirin.

7 rojnamevan hatin girtin

Ji binçavkiriyan 45 jê duh piştî karûbarên qereqolê hatin berdan. Rojnamevan Hayrî Tunç, Gulistan Dûrsûn, nûçegihana ETHAyê Pinar Gayip, nûçegihana Gazete Patîkayê Yadîgar Aygun, nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal, Zeynep Kuray, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Mahsum Saglam, Enes Sezgîn û Osman Akin jî di nav de 14 kes sewqî Edliyeya Çaglayanê kirin. Binçavkirî bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandan” û “Propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Dozgeriyê; piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir.

Piştî 14 kesan li Dadgeha Cezayên Sulhê îfade dan, heyeta dadgehê 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan, 7 jê rojnamevan 9 kes jî girtin û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê rakirina wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wekî hinceta girtinê nîşan da.

Navên rojnamevanên ku hatin girtin wiha ne: Gulistan Dursun, Hayri Tunç, Enes Sezgin, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip û Serpîl Unal.

 

Etîket: binçavkirinCîhan BîlginDFGGirtinMKGNazim DaştanRojnamegerRojnamevan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

9 binçavkiriyên li Amedê bi şerta kontrola edlî hatin berdan

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne