• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Mamakê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 

Enqere / AW 

7 ÎLON 2025 - 20:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa HDKê ya Enqereyê û DADê li taxa Tuzluçayîr a Mamakê  şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. 

Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê û Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), li Parka Haci Bektaş Velî ya li taxa Tuzluçayîr a Mamakê ya Enqereyê şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk'” li dar xist. Şahî bi gerandina govend û stranan bi coş destpê kir. Rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de ewilî Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu axivî. Alî Kenanoglu anî ziman ku civaka elewî êdî ne civaka elewî ya berê ye û wiha got: “Em vê pêvajoyê wekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dikin. Îktîdar jî dibêje ‘Tirkiyeya bêteror’. Dema em dibêjin aştî, ew ji me dipirsin ‘Ma hûn ê yekser hev hembêz bikin?’ Aştî ne wisa ye. Bi aştiyê re wê qada siyaseta demokratîk vebe. Bi rakirina hinceta terorê, em ê li hemberî pratîkên dij-demokratîk xeta demokrasiyê berfirehtir bikin. Me heta niha kengî piştgirî da rejîma yek-mirovî? Li ser van xakan, em ê pirsgirêkên elewiyan û kurdan li ser bingeha demokrasiyê çareser bikin. Eger em dixwazin li vî welatî aştiyê saz bikin, divê em poştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

‘Ji bo aştî demokrasî têbikoşin’

Paşê Endamê Meclîsa Karkeran a HDKê Yilmaz Yildirimci axivî û got: “Ji bo ku nasname û bawerî bi wekhevî bijîn, em hewl didin ku zemînekê çêbikin. Ji bo avakirina aştiya civakî em têdikoşin. Ji bo avakirina aştiyê û azadiya kedê, em ê bi hev re têbikoşin.”

Nivîskar Sergen Sucu jî li ser redkariya wijdanî û neçûna leşkeriyê rawestiya û wiha got: “Wekî kurdekî, di malbata min de gelek şîn hatine jiyîn, ez nikarim bibim sedem ku malbateke din êşê bikişîne. Divê her kes şer red bike. Elewî bi sunnî re, sunnî bi elewî re divê pevçûnê red bike. Em hemû bi hev re, bi hemû rengên xwe, nikarin bibînin ku em dikarin bi hev re bijîn û hebin.”

‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabin’

Dayika Aştiyê Hatice Ay jî bal kişand ser girîngiya aştiyê û ev tişt anî ziman:  “Ez ji Amedê, ji Licê me. Ez di nav zilmê de mezin bûm. Min her cure zilm dît. Me girtîgeh, mirin, îşkence, talan û wêranî, kuştina zarokan, her tişt dît. Piştî van hemûyan, ez hatim Enqereyê. 30 sal in li Enqereyê me û hêj ez bi tirkî nizanim, naxivîm û ne jî fêr bûme! Çima, dizanin? Ji ber ku min ji ber zimanê xwe zilm dît. Ev ziman Xwedê daye me, Xwedê em wekî kurd afirandine û Xwedê her kes bi awayekî cuda afirandiye, zimanên cuda daye wan. Ma em ê niha vê qedexeyê qebûl bikin? Ev qedexe li ser zimanê ku Xwedê daye me tê kirin. Ji ber vê yekê, gerîlayên ku ji bo vê yekê şer dikin, hemû şehîd in. Çima, dizanin? Ji ber ku ew li dijî vê biryara qedexeyê şer dikin. Abdullah Ocalan 25 sal e di girtîgehê de ye! Çima ew li wir e? Ji ber ku gotiye ‘Em hemû bi hev re yek bin, bi hev re bijîn.’ Ji ber ku gotiye ‘Elewî, êzidî, kurd, tirk, çi dibe bila bibe, em hemû yek in. Birêz Abdullah Ocalan ew 25 sal e di girtîgehê de ye û heta ew azad nebe, ev pirsgirêk jî çareser nabe. Dema Ocalan azad bibe, paşê Selahattin Demirtaş û girtiyên siyasî û nexweş azad bibin, wê demê pirsgirêk çareser dibe. Ocalan ferman da, gerîlayê çek û topên xwe anîn û şewitandin. Li ber çavên her kesî çekên xwe imha kirin. Fermanên wî cîh anîn! Hûn jî fermanên wî cîh bînin, tiştekî bibêjin, gavekê bavêjin. Me heta vê temenê ev qas zilm dît û her carê me got aştî. Careke din jî em dibêjin aştî…”

‘Bêyî jinan civaka demokratîk çênabe’

Herî dawî jî endama Meclîsa Jinan a HDKê Elîf Aslan axivî û destnîşan kir ku pêdiviya jinan ji aştiyê heye û got:  “Hefteya borî 3 jinên ciwan ên 15 salî hatin kuştin. Her kes qebûl dike ku civak xirab bûye, lê kes li sedema wê nanihêre. Sedema van bûyeran jîngeha pevçûnê ye. Avakirina civaka demokratîk tê wateya ku jinên ciwan li her derê dengê xwe bilind bikin. Jin ne tenê bi jiyana xwe, lê bi bindestên vê civakê re jî eleqedar in. Divê jin di aştiyê de israr bikin. Bêyî jinan civaka demokratîk çênabe, aştî çênabe.”

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: aştîEmqereHDK.şahî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026
Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne