• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

Amed / AW

1 ÎLON 2025 - 15:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê li Qada Şêx Seîd bi boneya 1ê Îlonê daxuyanî da û wiha got: “Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e.”

Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê li Qada Şêx Seîd bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da. Gelek rêveber û nûnerên saziyên sivîl ku pêkhateyên Platformê ne beşdarî daxuyanî bûn û pankarta “Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e” hildan. Hevseroka Şaxa SESê ya Amedê û Berdevka Platformê Yildiz Ok Orak daxuyanî xwend.

Yildiz Ok Orak derbarê xebatên Platformê yên ji bo pêşxistina “pêvajo” kir. Yildiz Ok Orak bal kişand ser girîngiya xebatên ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê û wiha got: “Em îro 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tevî hêviyên xwe yê wekhevî, edalet, û aştiyeke birûmet ve pêşwazî dikin. Me dît û em bûn şahid ku şer; hilweşîn, xizanî, koçberî û travmayên çawa da avakirin. Em bawer dikin ku dê parastina aştiyê were parastina aştiya civakî û wekheviya gelan.

‘Şer zirarên mezin dan’

Yildiz Ok Orak da zanîn ku pêvajoyê şer zirarên mezin dan gel û civakan û derbarê mijarê de wiha got: “Me dît ku şer, pevçûn wek civakî êşên çawa li me da jiyankirin û em di ferqa girîngiya aştiyê baş dizanin. Xuya ye ku tundiya heyî bi çek, operasyon û polîtîkayên ewlehiyê çareser nabin, li şûna wê pirsgirêka Kurd bêhtir kûr bûye, zêdetir zirar daye aştiya civakî û jiyana hevpar.”

‘Ocalan û PKK pêvajo anî qonaxeke nû’

Yildiz Ok Orak bal kişand ser destpêk û pêşketina pêvajoyê û derbarê mijarê de wiha got: “Pêvajoya ku bi axaftina birêz Devlet Bahçêlî ya di 22yê 2024an de dest pê kiriye û bi Banga Aştî û Civaka Demokrasiyê ya birêz Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibata 2025’an de kiribû, gihiştiye qonaxeke nû. PKKê jî di 11ê Tîrmehê de bi şewitandina çekan ve cidiyet û îradeya xwe ya aştiyê daniye holê.Pêvajoyên berê yên bi serkeftî encam nebûne zext û tundiyê kûrtir kiriye,mafên demokratîk teng kirine û baweriya civakê hejandiye. Îro zelalî, vekirî û temamkeriya gavên ku tên avêtin di asta jiyanîş de girîng in. Taybetî pergala medyaya heyî li pêşiya aştiyê bûye astengiyek. Polîtîkayên weşanê yên li şûna aştiyê biparêzin cihêkariya civakî hêj kûrtir dikin. Nexwedivê medya ji bo pêvajo xwe bi berfirehî bigihîne civakê divê zimanekî çareseriyê, pir rengî û hestiyartir bi kar bîne.”

‘Bila bêhtir ji bo aştiyê têbikoşin’

Yildiz Ok Orak di dawiya axaftina xwe de ser metirsiyên li pêşiya “pêvajoyê” sekinî û ev tişt gotin: Sekna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ya li dijî Daykên Aştiyê ku nehişt dayik bi zimanê Kurdî xwe îfade bikin, li ser çareseriyê metirsiyê ava dike. Pêdiviya civakê bi zimaneke edalet, wekhevî, hevpar, hêvî dide û pêşerojeke hevpar ava dike heye. Hemû gel û civakên ku aştî û demokrasiya xwe li ser bingeha wekhevî û azadiyê ava dikin, bi ser dikevin, dibin xwedî jiyaneke layîkî mirovan. Lewma em bang li her kesê dikin ku bila ji bo aştiyê bêhtir têbikoşin. Em di roja aştiyê de bang dikin ku divê dewlet hemû aliyên tev li pêvajoya aştiyê bike.

Me wek Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Amedê di serdanên xwe yên bi partiyên di bin banê Meclisê de cih digirin re daxwazên xwe di meha Çileyê de parve kiribûn û careke din dubare dikin.”

Daxwazên Platformê bi vî rengî ne:

* Em piştgirî didin pêvajoya ku divê pirsgirêka kurd bi diyalogê ve were çareserkirin û dê pêvajoyê bişopînin.

* Dîvê pêvajo ji metirsiyên hilbijaritinê dûr, li ser bingeha mafên mirovan ên gerdûnî were meşandin.

* Ji bo astengiyên derkevin holê bi wêrekî û biryardarî pêvajo were pêşwazîkirin.

* Metna qanûnê ya ku rê li ber tayînkirina qeyûm vedike were betalkirin.

* Astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî û di qada cemawerî de parvekirinê asteng dike werin rakirin, qanûnên pêwîst werin amadekirin.

* Pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a sivîl were destpêkirin.

* Gotin û nêzîkatiyên ku mafên Kurdên li Sûriyeyê qebûl dikin werin pêşxistin.

* Biryarên ku Dadgaha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) werin pêkanîn.

Etîket: 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya CîhanêPlatforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Li Konyayê banga aştiyê: Divê şertên birêz Ocalan werin guhertin

Li Konyayê banga aştiyê: Divê şertên birêz Ocalan werin guhertin

1 ÎLON 2026
Platforma Parastin û Hevgirtinê: Ji bo aştiyeke mayînde divê bi lez gav bên avêtin

Platforma Parastin û Hevgirtinê: Ji bo aştiyeke mayînde divê bi lez gav bên avêtin

1 ÎLON 2026
Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

31 TEBAX 2026
Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

31 TEBAX 2026
‘1ê Îlonê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşin’

‘1ê Îlonê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşin’

30 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne