• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Parastin û Hevgirtinê: Ji bo aştiyeke mayînde divê bi lez gav bên avêtin

Amed / AW

1 ÎLON 2026 - 13:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, li qada Şêx Seîd bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê daxuyanî da û ev peyam da: “Çareserkirina meseleya Kurdan, gaveke pir girîng a ku dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê bilind bike ye, ji ber vê rastiyê em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde ku me niha pêdivî pê heye bi lez gavan bavêjin.”

Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê li Qada Şêx Seîd ya Amedê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl, aktivîstên TJAyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “1ê Îlonê Roja Aştiyê Pîroz Be” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Hevserokê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz, metna bi Kurmancî jî endama Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr Dîlan Guvenç xwend.

‘Em bang dikin ku hemû alî bi hestiyar tevbigerin’

Dîlan Guvenç anî ziman ku şer û pevçûnên ku heta îro li cîhanê qewimîne û hîn jî berdewam in, ji mafê jiyanê heta ku mafê azadiya raman û derbirînê, mafê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê, mafê jiyaneke li derdoreke tendurist, mafên aborî û civakî yên bi milyonan mirovan bi awayekî giran binpê kirine û wiha got: “Ev şer û pevçûn bûne sedem ku li ser civakan travmayên giran çêbibin û başbûna wan zehmet bibe. Herêma Rojhilata Navîn a ku em lê dijîn, di dirêjahiya dîrokê de yek ji wan herêman e ku herî zêde ji ber şer û pevçûnan zirar dîtiye. Ev rastî û dîmena tarî ya ku ji ber rewşa şer derketiye holê, pêwîstiya ku hemû kes ji bo bidestxistina aştiyê zêdetir hewl bidin, nîşan dide. Bi hesta vê berpirsiyariyê, em amadebûna xwe radigihînin ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, hem li herêma xwe û hem jî li seranserê cîhanê, hemû gavên pêwîst bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Herwiha, em bang li hemû aliyên ku di berdewamiya van şeran de berpirsiyar in dikin ku ew jî bi heman hestiyariyê tevbigerin.”

‘Mafên Kurdan nayên pejirandin’

Dîlan Guvenç da zanîn ku ew îsal Roja Aştiyê ya Cîhane bi kelecan û hêviya ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de pêşketinên dîrokî pêk hatine û aştiyeke mayînde pêk bê, pêşwazî dikin û wiha axivî: “Ev ji sedsalekê zêdetir e ji ber ku mafên kurdan ên ku bingeha xwe ji hebûna netewa kurd digirin, nayên pejirandin, pêvajoyeke pevçûnên giran a ku 40 salan domiya, hat jiyîn, me gelek caran daxuyan ku em bi dawîbûna vê pêvajoyê kêfxweş in. Pêşketinên ku di pêvajoya danûstandinê ya ji Cotmeha 2024an ve berdewam dike de pêk hatine, ji bo ku meseleya Kurdan li Tirkiyeyê bi awayekî mayînde ji rewşa şer û şîdetê bê dûrxistin, girîng in. Lê belê eşkere ye ku meseleya Kurdan ku rehên wê vedigerin berî damezirandina Komara Tirkiyeyê, tenê bi dawîhatina şîdetê ji holê ranabe. Ji ber vê yekê, em dixwazin bi hinceta Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşniyazên xwe li ser çareseriya mayînde û aştiyane ya vê meseleyê, hem bi hemû aliyên ku beşdarî danûstandinê dibin re û hem jî bi raya giştî re parve bikin.”

‘Di çarçoveya vê qanûnê de bi hezaran welatî ji nû ve dê beşdarî jiyana civakî bibin’

Dîlan Guvenç bal kişand ser Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakê û anî ziman ku di raya giştî de wek “qanûna çarçoveyê” tê zanîn, di 10ê Tebaxa 2026an de bi 468 dengan ji aliyê Meclisa Tirkiyeyê ve hatiye pejirandin û di 18ê Tebaxa 2026an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyete. Dîlan Guvenç di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek anî ziman: “Bi vê qanûnê biryar hatiye dayîn ku ji bilî hin cureyên sûcan, lêpirsîn û dozên ku bi PKKê re têkildar in, her wiha biryarên mehkûmiyeta ku teqezî bûne, ji bo demên diyarkirî dê bên paşxistin. Lê belê di xala 3yemîn a qanûnê de hatiye diyarkirin ku biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya der barê tesbît û pejirandina vê mijarê de divê di Rojnameya Fermî de bê ragihandin. Ev mecbûriyet, ji bo niha li ber pêkanîna qanûnê bûye asteng. Li gor prosedura asayî Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku dê di Cotmehê de civîna xwe pêk bîne, divê ji aliyê Serokkomar ve ji bo civîna awarte were bangkirin û biryara ku hewla vê qanûnê pêkan dike, were girtin, em wek gaveke ku li gorî ruhê pêvajoyê ye, dinirxînin. Îhtîmal e di çarçoveya vê qanûnê de bi hezaran welatî ji nû ve beşdarî jiyana civakî bibin, ev jî dê bibe sedem ku pêvajo bilez bi pêş bikve. Ev ramaneke hevpar a beşên civakê yên berfireh e.”

‘Divê qeyim bên rakirin’

Dîlan Guvenç destnîşan kir ku divê tayînkirina qeyiman bê bidawîkirin, hevserokên şaredariyan vegerin ser karên xwe û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn bên sepandin û daxuyaniyê wiha domand: “Pêkanîna reformên demokratîk ku digel bêçekbûnê bi awayekî paralel dimeşe, ne tenê dê bandoreke erênî li jiyana rojane ya welatiyan bike, dê baweriya civakên Tirkiyeyê bi fikra aştiyê jî zêde bike. Bi taybetî, nîqaşnekirina rewşên ku bûne sedemên derketina şîdetê û tenê bi perspektîfa ewlehiyê nêzbûna Meseleya Kurdan, bûye sedema zêdebûna perçebûna civakî. Êrîşên ku di demên dawîn de li dijî karkerên Kurd ên demsalî hatine pêkanîn û bûyerên ku di maçên Amedsporê de diqewimîn, mînakên têgihiştina nijadperest a ku her tim li dijî pêvajoya aştiyê derdikeve ye. Li dijî van têgihiştinan, hevgirtina hemû partiyên siyasî û beşên civakê li ser zimanê hevpar ê aştiyê, tenê dê rê li ber provokasyonên girantir ên ku dibe pêk bên, negire; dê rêya aştiya civakî jî veke.”

‘Çareserkirina meseleya Kurd dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê bilind bike’

Dîlan Guvenç Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê careke din tîne bîra hemû kesan ku aştî divê bibe mijara herî girîng û pêşîn a rojeva Tirkiyeyê û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Divê hemû ramanên siyasî û nêzîkatiyên konjonkturel li aliyekî bên danîn û hemû kesên ku aştiyê dixwazin li hev bicivin. Dê ev pêvajo wisa bi awayekî saxlem û berhemdar pêşde biçe. Çareserkirina meseleya Kurdan, gavêke pir girîng a ku dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê li bilind bike ye, ji ber vê rastiyê em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, ku me niha pêdivî pê heye, bi lez gavan bavêjin. Bijî Aştî.”

Etîket: 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya CîhanêPlatforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Li Konyayê banga aştiyê: Divê şertên birêz Ocalan werin guhertin

Li Konyayê banga aştiyê: Divê şertên birêz Ocalan werin guhertin

1 ÎLON 2026
Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

31 TEBAX 2026
Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

31 TEBAX 2026
‘1ê Îlonê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşin’

‘1ê Îlonê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşin’

30 TEBAX 2026
Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne