• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serokên baroyan: Divê mafê ziman û nasnameya kurdan bê misogerkirin

Enqere / AW

27 TEBAX 2025 - 17:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Serokên Baroyên bajarên bakurê Kurdistanê yên ku di civîna Komîsyona Meclîse de axivîn destnîşan kirin ku ji bo hemwelatiyeke wekhev divê mafê kurdan, ziman û nasname di mekazagonê de bê misogerkirin. 

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê civîna xwe ya 6emîn li dar xist. Di civîna 6emîn de Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û serokên baroyên Enkere, Çewlîg, Amed, Hatay, Stenbol, Meletî, Mêrdîn, Mersîn, Wan û Sêwasê bên guhdarkirin. Rûniştina yekem a civînê bi axaftina Numan Kurtulmuş dest pê kir. Piştî axaftina Numan Kurtulmuş Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan axivî.

Piştî Erînç Sagkan serokê hejmar 2an a Baroya Enqereyê Gokhan Agdemîr axivî. Piştre jî Serokê Baroya Çewlîgê Yusuf Ketenalp axivî. Yusuf Ketenalp anî ziman ku divê hemwelatiya wekhev di mekazagonê de bê mîsogerkirin û wiha got: “Pêwîst e ku zordariya li ser zimanê kurdî, zaravayê kirmançkî û hemû zimanên din ên li van axan têne axaftin bê rakirin. Zaravayê kirmançkî di bin metirsiya windabûnê de ye. Ji bo aştiya civakî, divê xebatên dîrokî û çandî yên hevpar bêne kirin û projeyên têkildar bêne pêkanîn. Divê mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyên nexweş, girtiyan bêne parastin û şertên înfazê li gorî rûmeta mirovî û rêgezên hiqûqa gerdûnî bêne sererastkirin. Pêwîst e ku dadwerî bi awayekî serbixwe û bêalî bixebite. Bêqîmetkirina îradeya gel û sepandina qeyûman binpêkirina rêgezên bingehîn ên demokrasiyê, ango mafê hilbijartin û hilbijartîbûnê ye. Ji bo bidawîkirina sepandina qeyûman, divê rêziknameyên qanûnî yên pêwîst bêne çêkirin. Her wiha bi xurtkirina rêveberiyên xwecihî, divê gel rasterast beşdarî rêveberiyê bibe.”

‘Dewlet divê êdî bi kurdî re li hev bê’

Piştre Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç axivî. Abdulkadîr Guleç jî anî ziman ku daxwaza wan ew ê ku komîsyon rolekî çalak bilîze û ev tişt got: “Qanûneke taybet bê derxistin da ku bi hezaran kesên di zindanan de, li Ewropayê û li derveyî welatên tevlî jiyana civakî û siyasî bibin. Kurd tenê ji ber ku daxwazên xwe yên mafdar anîne ziman, wekî dijmin hatine nîşandan, daxwazên wan cûrbecûr hatine bêqîmetkirin. Divê komîsyona me ev zimanê parçeker red bike û beşên civakê dîsa bîne ba hev. Di rûniştina berê de, dema ku dayikeke aştiyê ya Amedê xwest ku derdê xwe yê ji bo kurê xwe bi kurdî bîne ziman, destûr nehat dayîn, ev yek bi awayekî xwezayî pirsgirêka kurdî jî aşkere dike. Divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê kurdî bê naskirin. Dewlet divê êdî bi kurdî re li hev bê. Divê komîsyona di meclîsê de hatî avakirin, ji bo aşkerekirina heqîqetê, bin komîsyon û mekanîzmayên pêwîst jî ava bike.”

Piştî Serokê Baroya Amedê Serokê Baroya hejmar 2an a Stenbolê Yasîn Şamli axivî. Yasîn Şamli jî bi lêv kir ku divê zimanê li dijitî û dijmintiyê neyê bikaranîn û got ku weke destkeftiya vê pêvajoyê bi mekazagoneke sivîl û misogerkirina maf û azadiyê be amadekirin. Yasîn Şamli destnîşan kir ku weke Baroya hejmar 2an a Stenbolê ew piştgiriya pêvajoyê dikin.

Piştre jî Serokê Baroya Meletî jî bi lêv kir ku gavên ku wê di çerçoveya pêvajoyê de bên avêtin divê di çerçoveya maf û azadiya kesan de bên avêtin û ew jî weke baroya Meletî piştgiriya pêvajoyê dikin. Serokê Baroya Hatayê Hatay Tut jî di komîsyonê de axivî û pêşniyar û daxwazên xwe anîn ziman.

‘Divê bi rastî rûbirûbûneke heqîqî pêk bîne’

Herî dawî jî Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz axivî. Sînan Ozaraz anî ziman ku bi avabûna Komara Tirkiyeyê re bi pergala netew dewlet ziman û baweriyên gelên cûda tune hatin hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rola meclîsê bi rastî girîng e. Ji ber vê yekê, komîsyona ku di bin banê meclîsê de hatî avakirin, divê bi rastî rûbirûbûneke heqîqî pêk bîne. Heke em dixwazin gaveke rastî ya aştiyê bavêjin û hêviyê ava bikin, divê em qebûl bikin ku kesên li çiyê jî hemwelatiyên vî welatî ne. Mixabin, nêzîkatiya bêhiqûqî û yekperest a di welat de bûye sedema afirandina PKKê û PKK encam e. Di vê xalê de, rewşa kesên li çiyê, bêyî cudakirinê, divê di zemîna hiqûqî de bê zelalkirin. Di warê maf û azadiyên bingehîn de, bingeha civakeke demokratîk, mafê îfadekirina ramanê, azadiya îfadeyê û mafê rêxistinbûnê divê bêyî sînorkirinên keyfî bi qanûnan bê parastin. Heke em di vî welatî de aştiyeke rastî û yekitiyê dixwazin, di warê hemwelatiya wekhev de, bêyî cudakariya etnîkî, ziman, çand an bawerî, helwesta li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî divê bê guhertin. Hemû ziman, çand û bawerî divê bi destûr û qanûnan bêne parastin.

Divê bi zelalî bê gotin ku destûra darbeyê ne destûreke demokratîk e. Lê destûreke ku kurd û elewiyan li derve bihêle jî dê ne demokratîk be. Destûreke ku hemû ziman, çand û baweriyan di nav xwe de bihewîne û misoger bike pêwîst e. Cihên gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Bedîûzeman Seîd-î Kurdî, ku hê jî nehatine aşkerekirin, divê bên aşkerekirin. Divê ji bo gelê kurd rewşeke ku êşên xwe bijî û bi bîr bîne bê afirandin. Her wiha, bîreke hevpar divê bê avakirin.”

Piştî axaftina civîna baroyan parlamenterên di komîsyonê de mafê axaftinê girtin. Civîn bi axaftina parlamenteran berdewam dike.

Etîket: BarokomîsyonKurdîmisoger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne