• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

12 rojnamevan bi êrîşên Tirkiyeyê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 12:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di 5 salên dawî de 12 rojnamevan bi êrişên balafirên keşfê yên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. DAIŞ û PDKê jî di êrîşan de 2 rojnamevan kuştin.  

Dewlet di şeran de herî zêde rojnamevanan dikin hedef. Li gorî daneyên IFJ û RSFê di salek dawî de li Kurdistanê û Filistinê 102 rojnamevan hatin kuştin. Li gorî daneyên MKG û DFGê di 2 salên dawî de li Kurdistanê 8 rojnamevanên Kurd hatin kuştin. Li gori raporan tê dîtin ku di şer de herî zêde rojnamvan tên kuştin. Tenê di 5 salên dawî de li Kurdistanê 12 rojnamevan di êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî de hatin kuştin.

Em di lêkolîn û daneyan de dibînin ku Tirkiye di êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojnamevanan dike hedef. Herî dawî di 19ê Kanûnê de Tirkiye li Girê Berkelê yê li başûrê Kobanê amûrên Kobanê FM’yê hedef girt û rojnamevan kuştin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bûn hedefa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk.

Di êrîşan de 12rojnamevan kuştin

Li ser kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Ajansa Mezopotamya (MA) daneyên 5 salan kom kirin. Li gorî nûçeya MAyê di 5 salan de 12 rojnamevan hatin kuştin. Rojnamevanên ku ji roja ku êriş didomin û vir ve geşedanan dişopînin û dikin nûçe, rastî êrişên SÎHA an jî topan tên. Ji sala 2019an û vir ve tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hejmara rojnamevanên hatine qetilkirin herî kêm 13 ye. Di êrişan de heta niha herî kêm 8 rojnameger birîndar bûne.

* 11 Cotmeh 2019: Rojnamevan Vedat Erdemci di êrişa hewayî ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da.

* 13 Cotmeh 2019: Nûçegihanê ANHAyê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TVyê Mihemed Hisên Reşo di encama bomberdûmana li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan.

* 13 Cotmeh 2019: Li Girê Spî di êrişa SÎHAyê ya li hemberî wesayîta rojnamevanan de Dilovan Gever û Wedat Erdemîc hatin qetilkirin.

* 2019: Endamê Çapemeniya Frî Bor Marîncîr Zîzis Sînke di dema bomberdûmana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da.

* 19 Mijdar 2022: Nûçegihanê ANHAyê Îsam Ebdullah di êrişa hewayî ya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest da.

* 23 Tebax 2023: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TVyê hat teqandin. Di êrişê de xebatkarê Jin TVyê Necmedîn Feysel El Hac Sînan jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.

* 8 Tîrmeh 2024: Li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FMê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrişa hewayî hat lidarxistin. Nûçegihanê ÇÎRA TV’yê Mûrat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11ê Tîrmeha 2024an de jiyana xwe ji dest da.

* 23 Tebax2024: Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHAyan hat bombekirin. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

* Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşên DAIŞ û PDKê de jî rojnamevan hatin kuştin

Di 8ê Tebaxa 2014an de DAIŞê berê xwe da Mûsil û Mexmûrê û êriş pêk anîn. Di erîşên li ser Mexmûrê de Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê kuştin.

Di 3yê Adara 2017an de Pêşmergeyên PDKê li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê ya Şengalê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar kirin û di 22yê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest da.

Etîket: Cîhan BîlginDenîz FiratNagihan AkarselNazim DaştanNûjiyan Erhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‎Nagihan Akarsel li gelek navendan hat bibîranîn

‎Nagihan Akarsel li gelek navendan hat bibîranîn

4 COTMEH 2026
Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

4 COTMEH 2026
DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
Nagîhan Akarsel dê li Rihayê were bibîranîn

Nagîhan Akarsel dê li Rihayê were bibîranîn

3 COTMEH 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne