• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘31 sal in gav bi gav li pey şopa bavê xwe me’

Navenda Nûçeyan / AW

23 TEBAX 2025 - 15:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê bi boneya winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin, li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane berdewam kirin. Xizmên windayan çîrokên windayan xwendin û xwestin komîsyon vê heqîqetê ronî bike.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin, li Parka Koşuyolu û Kolana Gulistanê daxuyanî dan.

Amed

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 863an de aqubeta Mehmet Salîm Acar pirsîn. Kurê Mehmet Salîm Acar, Îhsan Acar di çalakiyê de got: “31 salên bavê min e winda ye. Ev 31 sal in gavbi gav li şopa bavê xwe me.”

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 863yemîn de aqubeta Mehmet Salîm Acar ê kû di 20ê Tebaxa 1994an de li Navçeya  Bismil a Amedê ji alîyê kesên xwe wekî polis dan naskirin ve hat binçavkirin û piştre hat windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) di hefteya 863yan de çalakîya xwe li pêş Abîdeya Mafê Jîyanê ya Parqa Koşuyolu ya Amedê daxuyanî dan. Di çalakîyê de endam û rêveberên Şaxa ÎHDê û Xizmên Windayan wêneyên xizmên xwe rakirin û bal kişandin ser kesên hatine windakirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Salîm Acar pirsin. Kurê Mehmet Salîm Acar Îhsan Acar çîroka bavê xwe vegot. Îhsan Acar bal kişand ser windakirina bavê xwe û wiha got: “Dema bavê min ji alîyê dewletê ve hate windakirin 31 salî bu. Îro 31 sal in winda ye. Ev 31 sal in gav bi gav ez li şopa bavê xwe me. Em jî wek Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê 30 sal in li vir têdikoşin. Ev tekoşîn a me tekoşîna rastî û heqîqetê ye. Ev mirovên ku hatin windakirin mirovên bêsûc bûn. Ji mal û cîhên xwe hatin girtin û windakirin. Îro li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê komîsyonek hatiye avakirin. Divê dewlet pêşî ji paşeroja xwe de dest pê bike û van rastîyan derxîne holê. Du roj berê dayîkên me di Komîsyonê de xwastin bi kurdî xwe îfade bikin, lê nehîştin bi kurdî bi axivin. Em ji komîsyonê dixwazin ku tercûmana daynîn wir û daxwazên dayikan bi zimanê wan guhdar bikin. Em êdî samimîyetê dixwazin. Êdî axaftin qedîyaye û dema pratîkê ye. Pratîk jî di heqîqeta wan mirovên me ên hatine windakirin de veşartî ye.”

Êlih

Şaxa ÎHDê ya Êlihê û xizmên windayan jî di hefteya 699emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” vekirin. Tevî parêzvanên mafên mirovan, gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Alî Gunduz hat xwendin ku ji 22’yê Tebaxa 1998’an ve gava ji gundê Helanê yê navçeya Kercews a Êlihê hat navenda  Êlihê, tu agahî jê nehatine girtin. Çîroka ku bi devê kurê Gunduz ve ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Melek Atalayê ve hat xwendin wiha ye: “Di 22’yê Tebaxa 1998’an de, gava bavê min li nav baxçeyê li gund dixebitî, xortekî nêzî 18 salî nêzîkî wî bû. Wî jê re got ku pirsgirêkek xizmekî wî heye û ew dixwaze çareser bike. Ew bi hev re li otomobîlekê siwar bûn û ber bi Êlihê ve çûn. Li Êlihê, ew çûn mala Mustafa Kaya. Piştî ku li wir diaxivin, ew bi Mustafa Kaya û kurê wî Fatih Kaya re bi otomobîla Mustafa Kaya diçin. Nayê zanîn çûne ku derê. Ji wê rojê ve ji Mustafa Kaya, Fatih Kaya û Alî Gunduz tu agahî nehatiye girtin. Dema bavê min nehat malê, me xeber li her derê belav kir. Kesî ew nedîtibû. Em giriyan. Paşê, min gilî li dozgeriya Qoserê ku ez lê dimam, kir. Ji lêpirsîna dozgeriyê tu encam derneket. Her wiha ji kesên ku bi bavê min re winda bûne jî tu xeber tune. Windabûna ji nişka ve ya sê kesan û rastiya ku heta roja îro ji yekî ji wan jî tu xeber nehatiye wergirtin, cihê fikarê ye.”

Melek Atalayê diyar kir ku ew ê li ser aqûbeta welatiyên winda bisekin û got ku divê berpirsiyar demildest werin eşkerekirin û radestî edaletê werin kirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne