• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

Navenda Nûçeyan / AW

18 TEBAX 2025 - 18:24
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî da û xwest ku Şerîfe Mihemed û hemû jinên girtî demildest werin berdan.

Parlamenterên Jinên Kurd têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî û girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew bi fikar û hêrseke mezin rewşa jinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dişopînin û got, “Piştî qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” rastî zextên giran, tundî, îşkence û girtinên sîstematîk tên. Ev polîtîkayên li dijî daxwazên jinên ji bo wekhevî, azadî û jiyanek bi rûmet têne meşandin, ne tenê êrîşek li ser jinê ye, lê belê êrîşeke aşkere li ser mafên bingehîn ên tevahiya civakê ye. Rejîma Îranê bi armanca bêdengkirin û şikandina têkoşîna jinên, beden û hewldanên wan dike hedef, lê em bi bawer in ku ev zextên hovane nikarin li hember daxwazên mafdar ên jinên serkevin.”

‘Ev biryar tehdîdeke li ser jiyana wê ye’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji mînakên herî giran ên vê zordariyê jiyana Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemed e ku bûne sembolên têkoşîna azadiyê û bi bîr xist ku Şerîfe Mihemedî ji sala 2023yan ve di girtîgehê de ye û piştî ku di sala 2024an de biryara darvekirinê li ser wê hate dayîn û wiha domand: “Her çendî ev biryar di 12ê Cotmeha 2024an de hat betalkirin jî, di van demên dawî de careke din hate pejirandin. Ev biryar ne tenê tehdîdeke bêqanûnî li ser jiyana wê ye, lê belê nîşaneyeke eşkere ya şîdeta sîstematîk û polîtîkayên zordar ên rejîmê li dijî jinê ye. Tehdîda darvekirinê ku ji bo tine kirina dengê mafparêz ên jinên tê bikaranîn, li dijî qanûnên navneteweyî, peymanên mafên mirovan û nirxên mirovî yên bingehîn e.”

‘Divê civaka navneteweyî tavilê bikeve nav liv û tevgerê’

Parlamenterên Jinên Kurd bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên mafên mirovan, tevgerên jin û hemû saziyên civaka demokratîk kir ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin û wih pêde çû: “Bêdengiya li hember van kiryarên neadil, biryarên darvekirinê û girtinên bêbingeh dê rê li ber zilmên bêtir veke. Em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî tavilê bikeve nav liv û tevgerê da ku mafê jiyanê yê Şerîfe Mihemed û hemû jinên di bin tehdîdê de ne biparêze, û ji bo rawestandina polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê li dijî jinê, gavên bandorker bavêje.”

‘Bila hemû girtiyên jin ên siyasî  demildest bên berdan’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Têkoşîna azadiya jinê mafdar e. Em li kêleka jinên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistanê Îranê ne û  em piştgiriyê didin dengê wan ên li dijî zordariyê. Em daxwaz dikin ku Şerîfe Mihemed û hemû jinên girtî demildest werin berdan, û her cûre tundî, zext û tehdîdên darvekirinê yên li ser wan bên rawestandin. Em mekanîzmayên navneteweyî vedixwînin ku erka xwe bi cih bînin, ji ber ku em baş dizanin ku bêyî azadiya jinê, tu civak nikare bi rastî azad bijî.”

Etîket: bertekJinparlamenterŞerîfe Mihemedî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Meclisa Ciwanan a Rihayê: Gefên li ser ciwanan rasterast pêvajoyê dikin hedef

Meclisa Ciwanan a Rihayê: Gefên li ser ciwanan rasterast pêvajoyê dikin hedef

28 TÎRMEH 2026
Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

22 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne