• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sercerdevanê ku daristanên li Bestayê dibire gef li gundiyan xwar!

Nedîm Orûç / AW

12 TEBAX 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Piştî Walîtiya Şirnexê, Walîtiya Sêrtê jî ji bo birîna daristanan îhale pêk aniye. Cerdevanên ku li gundê Omyanisê yê navçeya Berwariyê ya Sêrtê daristanan dibirin li gundiyan geriyane û gefan li şêniyên gund xwarin e.

Li Kurdistanê bi salan exweza tê talankirin. Di salên dawî de herêmên ku daristan lê hene, bi hinceta “ewlehiyê” dar tên birîn. Bi taybetî li Herêma Botanê ev talan ji çar aliyan ve didome. Bi salan e cerdevan di bin kontrola leşkeran de ketine nava Herêma Bestayê û talanê dikin.

Niha jî Walîtiya Sêrtê birîna daristanan daye îhaleyê

Beriya niha derketibû holê ku Walîtiya Şirnexê birîna daristanan dide îhaleyê û van îhaleyan jî cerdevan werdigirin. Niha jî Walîtiya Sêrtê ji bo birîna daristanên Herêma Besta ya dikeve nav tixûbên navçeya Berwariyê ya Sêrtê û îhaleya birînda daran dide. Ev îhale jî cerdevanên gundê Hosyanê stendin e.

Sercerdevan gef li gundiyan xwariye

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku birîna daristanan ji aliyê sercerdevanên bi navê Medenî Bîlen û Mehmet Bîlen ve pêk tê. Gundiyan giliyê birîna daristanên xwe kirin e. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin sercerdevan Medenî Bîlen li hin şêniyên gundê Omyanisê yê Berwariyê geriyaye û ev gef li wan xwariye, “Ev ji were namîne.”

Gerînendeyê Daristanan ê Sêrtê: Îhaleya birîna daristanan me pêk aniye

Gerînendeyê Karên Çandînî û Daristanan ê Sêrtê ku me bi rêya telefonê xwe gihandê, got ku wan ji bo birîna daristanan îhale pêk aniye. Li ser pirsa me ya qada we derxistiye îhaleyê çend hektar e, gerinende got, “ez nikarim derbarê vê yekê de agahî bidim we.” Gerînende pirsa derbarê kesên îhale wergirtine de jî bersiv neda û telefon qut kir.

‘Ne ji bo ewlehiyê ji bo rantê daristanan talan dikin’

Şêniyê gundê Omyanisê yê navçeya Berwariya Sêrtê Galîb Kulter da zanîn ku bi salan e daristanên gundê wan tên birîn û wiha nerazîbûn nîşan da: “Bi salan e bêyî vîna gundiyên me daristanan dibirin. Niha jî bi qasî kîlometreyekî nêzî gund bûne. Qaşo dibêjin ji ber ewlehiyê ye, lê ev yek ne rast e. Ji ber rantê daristanên me dibirin. Birîna daristanan derxistine îhaleyê, lê kesên îhale girtine derketine derveyî qada îhaleyê û li gor serê xwe daristanan dibirin. Em weke şêniyên gund vê yeke qebûl nakin û me ji bo sekna talanê serî li Walîtiya Sêrtê daye.”

Deverên ku dane îhaleyê û daristan lê tên birîn ev in: Devera Tenîre, Xwara Serdikê, Xwara Seîd, Gera Wirwiro.

Etîket: birîna darancerdevanDaristanherêma Bestatalankirina xwezayêWalîtiya SêrtêWalîtiya Şirnexê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

6 COTMEH 2026
Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

1 COTMEH 2026
Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

19 TEBAX 2026
Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

19 TEBAX 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Gelê Wanê: Em lojmanan naxwazin, pêdiviya Wanê bi parkan heye

Gelê Wanê: Em lojmanan naxwazin, pêdiviya Wanê bi parkan heye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne