• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xelkê Cizîrê guh neda astengiyan û serdana şîna endamê HPGê kir

Şirnex / AW

11 TEBAX 2025 - 15:53
Kategorî: ROJANE
A A
Li Cizîrê tevî astengî û dorpêça polîsan jî siyasetmedaran û gel bi girseyî meş li dar xistin û serdana şîna endamê HPGê Ferhat Tunç kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo endamê HPGê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) şîn hatiye danîn. Ji roja merasîma cenaze ve polîs şînê asteng dikin. Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Zeynep Odûncû Kûtevî, Sebahat Erdogan Saritaş, Newroz Ûysal Aslan, Kamûran Tanhan, Mehmet Zekî Îrmez û bi sedan welatiyên li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê kom bûn, bi berzkirina diruşmên, “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” meş li dar xistin û serdana şînê kirin.

Her çiqas polîsan xwest pêşî li meşê bigire jî lê girseyê bertek nîşanî polîsan da û guh neda polîsan. Girseyê dorpêça polîsan hilweşand û meşa xwe pêk anî. Piştî ku girse gehişt mala şînê ya li taxa Nûrê ji bi cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.

‘Polîs li Cizîrê dîsa li pey provokasyonan e’

Piştî rêzgirtinê Parlanebter Saliha Aydenîz da zanîn ku polîs li Cizîrê dixwazin provakasyonê pêk bînin û wiha axivî: “Em ji bo taziyeya şehîdê xwe hatine vir. Lê em dibînin li Cizîrê dixwazin provokasyonê pêk bînin. Wezareta navxweyî û Walîtiya Şirnex dibêjin taziyeya xwe danin, lê ewlehiya Cizîrê ka emir ji ku derê distîne û dixwaze gelê me provake bike. Gelê Botanê her tim li ber xwe daye û îro jî ji bo nirxên xwe li ber xwe dide. Ji ber ku ev nirx bûne ronahiya vê civakê û îro bi saya wan pêvajoyek aştiyê hatiye destpêkirin.”

Piştî Aydenîz, dayîka Tunç, Rihan Tunç jî axivî û got ku ew sersaxiyê ji gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd re dixwaze.

Piştî axaftina dua hatin xwendin û serdana şînê bi dawî bû.

Endamê HPGê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) di sala 2017an de li navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî piştî 8 salan hate veşartin.

Etîket: CizîrDEM PartîEndamê HPGê Ferhat Tunçprovokasyonserdanşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Cenazeyê xwarziyê Abdullah Ocalan hat veşartin

Cenazeyê xwarziyê Abdullah Ocalan hat veşartin

19 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne