• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berdana Taşli yê 30 sal in girtî ye salekê dirêj kirin

Fexredîn Kiliç / AW

19 KANÛN 2024 - 14:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Berdana Mehmet Alî Taşli ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê tê ragirtin salekê hate dirêjkirin. Xwişka Taşli, Gulê Taşli diyar kir ku parêzerê wan îtîrazî biryarê kiriye û xwest birayê wê demildest were berdan.

Mehmet Alî Taşli (58) ku di sala 1994an de li Amedê hate binçavkirin û girtin niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de tê ragirtin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya girtîgehê tevî ku Taşli cezayê lê hatiye birîn qedandiye û diviyabû 21ê Kanûnê hatibûya berdan, berdana wî salekê dirêj kir.

 

Xwişka Taşli, Gul Taşli

‘Hêviya me şikandin’

Xwişka Mehmet Alî Taşli, Gul Taşli ya ji ajansa me re axivî, diyar kir ku di 18ê Kanûnê de (duh) birayê wê bi telefonê bi wan re axivî ye. Gulê Taşli axaftina bi telefonê wiha vegot: “21ê Kanûnê cezayê li birayê min hatiye birîn da bi dawî bibe. Me amadekariya xwe dikir ku em biçin wî bînin. Lê mixabin duh telefon kir got cezayê min salekê dirêj kirine. Em li bendê bûn, me digot heke cezayê wî dirêj bikin jî herî zêde wê sê meh be. Lê mixabin salekê dirêj kirin. Bavê min deqîqe û saniye dihejmartin û li benda wî bû. Em bi kelecanî li bendê bûn. Hêviya me şikandin.”

‘Bila pergal ji vê zilmê bi paş ve gavê biavêje’

Gul Taşli, îşkence û hovitiya li Zîndana Amedê hate kirin bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Girtîgehên niha ji wê xerabtir in. Wexta girtiyên me di vê girtîgehê de bûn. Dema xwarinek xwastibûya me dikarî ji wan re bibin. Pergala qawişê bû, hevalên hev li cem hev bûn. Girtîgeha ku birayê min tê de her kes di yek odeyê de dimîne. Yanî kes rûyê kesê nabîne. Dema hevdîtinê tu nikarî silavekê bidî malbatên girtiyên din. Ev zilm e. Em hêvî dikin ev pergal ji vê zilma dike bi paş ve gavê biavêje. Ev sih sal in em li bendê ne.”

‘Dayika min bi hesreta wî mir’

Gul Taşli da zanîn ku dayika wê bi hesreta dîtina kurê xwe jiyana xwe ji dest da û got: “Dayika min bi hesreta wî mir, bavê min pîr e nexweş e, me got belku derkeve hinek dema xwe bi wî re derbas bike. Ew jî nebû. Min ji birayê xwe re got ez pir xemgîn bûm. Got ‘Na xwe xemgîn nekin. 30 sal in li vir im. Bibe ez ê şeş salên din jî razim. Moralê wî baş bû. Em dizanin zilm e neheqî ye.”

‘Em dixwazin rayedar îtîrazê li ber çavan bigirin’

Gul Taşli diyar kir ku parêzerê malbatê ji ber biryara derbare birayê wê de hatiye dayîn îtîraz kiriye û wiha got: “Parêzer ji bo biryar were betalkirin daxwazname da û îtîraz kiriye. Em dixwazin rayedar wê îtîrazê li ber çavan bigire. Girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn qedandine bila berdin.”

 

 

Etîket: berdan taloq kirinGirtîgeha EregliyêGul TaşliKonyaMehmet Ali Taşli
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriya Amedsporê: Kolan bi alan xemilandin

Ji Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriya Amedsporê: Kolan bi alan xemilandin

24 NÎSAN 2026
Li Konyayê Newroza bi coş

Li Konyayê Newroza bi coş

22 ADAR 2026
Li Stenbolê li pey hev erdhej çêdibin

Konya bi pileya 5.2 hejiya

15 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne