• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hulaku: Dozgerê Girtîgeha Eregliyê li dijî pêvajoyê tevdigere

Heval Onkol / AW

16 MIJDAR 2026 - 10:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku piştî serdana Girtîgeha Ereglî axivî û diyar kir ku dozgerê nû bi helwesteke xirab a li dijî pêvajoya aştiyê jî mafên bidestxistî yên girtiyan paşve digire.

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê ya Konyayê pirsgirêk didomin. Beriya 2 mehan dozger hat guhertin. Dozgerê nû ji roja ku hatiye heta niha zext û bêhiqûqiya li ser girtiyên siyasî kêm nekiriye. Ajansa me di 4ê Mijdarê de derbarê van pirsgirêkan de nûçeyek çêkiribû. Piştî nûçeya me, parlamenterên DEM Partiyê yê Omer Faruk Hulaku û Mehmet Zekî Îrmez di 12ê Mijdarê de li Girtîgeha Eregliyê serdana girtiyên siyasî kir û li girtiyan guhdarî kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku piştî serdanê ji Ajansa Welat re axivî.

Omer Faruk Hulaku diyar kir ku piştî ku rêveberiya nû hat girtîgehê, zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Omer Faruk Hulaku bal kişand ser biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê û got: “Astengkirina berdana girtiyan, dirêjkirina dema înfazê û di nav bêbaweriyê de hiştina girtiyan binpêkirineke giran a mafan e. Tevî ku girtiyê siyasî Sînan Çelîk cezayê xwe qedandiye jî nayê berdan. Ev lijne mafan naparêze, bûye amûra cezakirinê.”

‘Tecrîdek giran heye’

Omer Faruk Hulaku diyar kir ku li Girtîgeha Eregliyê 12 girtiyên siyasî hene ku cezayên giran girtine û ew xistine nav qawîşên edlî û wiha got: “Daxwaza wan ew e ku bi hev re bimînin, lê nayê bicihanîn. Rojname û radyo hatine qedexekirin. Ev tişt tecrîdê kûrtir dikin. Dema ku girtî diçin nexweşxaneyê, 2 kelepçeyan li destên wan dixin. Girtiyên siyasî ji ber vê helwesta bêrûmet neçar dimînin ku neçin nexweşxaneyê. Mafê tenduristiyê tê desteserkirin.”

‘Dozgerê girtîgehê li dijî pêvajoyê helwesteke xirab nîşan dide’

Omer Faruk Hulaku bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin; divê pirsgirêkên girtîgehan jî wekî mijareke girîng bên nîqaşkirin û bibe mijarek sereke. Heta ku edalet û mafên bingehîn di nav girtîgehan de neyên garantîkirin, civaka demokratîk ava nabe. Dozgerê ku li wir e, li dijî pêvajoyê helwesteke xirab nîşan dide û mafên ku hatine bidestxistin paşve digire. Bi tecrîd û cezayên dîsîplînê nikarin îradeya girtiyan bişkînin. Divê helwesta vî dozgerî bê teftîşkirin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”

‘Em ê li Meclisê bikin rojev’

Omer Faruk Hulaku di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku name, wêne û xwendina pirtûkan li girtîgehê tên astengkirin û got: “Em ê li pey hemû îdiayan bisekinin. Hewldanên me yên li Wezareta Edaletê û li cem îdareyê dê bidomin. Em ê li Meclisê bi pêşniyazên pirsan û bi serlêdanên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan van neheqiyan derxin holê. Mafê edalet, jiyan, tenduristî û rûmeta girtiyan emanetî hemû civakê ye.”

Etîket: Girtîgeha EregliyêOmer Faruk Hulaku
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hepisxaneyê Ereglî girewteyan ra teda keno û veradayîşê 7 girewteyan ame taloqkerdene

Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

3 MIJDAR 2026
DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

1 TEBAX 2026
Berdana Taşli yê 30 sal in girtî ye salekê dirêj kirin

Berdana Taşli yê 30 sal in girtî ye salekê dirêj kirin

19 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne