• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Erênî ye, lê ne bi dilê me ye’ 

Mehmet Alî Ertaş /AW

6 TEBAX 2025 - 08:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren avakirina komîsyona li meclisê erênî dît û got: “Avakirina komîsyonê erênî ye. Lê  ne bi dilê me ye. Divê di serî de mafê hêviyê mîsoger bike û zemîna hiqûqî û siyasî li pêşiya girtiyên siyasî û gerîlayan veke. Divê qeyûman paşve bikişînin û hevşaredar dîsa li karên xwe vegerin.” 
Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Nûman Kurtulmuş di 5ê Tebaxê de civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratiyê û Hevgirtina Mîllî ya ewil pêk anî. Parlamenterên endamên komîsyonê nêrîn û fikrên xwe vegotin. Parlamenteran navê komîsyonê jî diyar kirin û navê “Komîsyona Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Milî” lê kirin.
Di civîna yekemîn de têkildarî awayê xebata komîsyonê pêşnûmayeke ji 12 xalan pêk tê amade kirin. Komîsyon dê di 8ê Tebaxê saet di 11.30yî de careke kom bibe. Têkildarî avakirina komîsyonê, şeklê komîsyonê û xebatên ku komîsyon bide pêşiya xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, ji bo Ajansa Welat nirxandin kir.
‘Erênî ye, lê ne bi dilê me ye’ 
Serhat Eren, di serî de anî ziman ku komîsyona ku wan hevî dikir ne li gorî dilê wan bû û wiha got: “Lê avakirina vê komîsyonê girîng û dîrokî ye. Ji bo çareseriya  pirsgirêka Kurd a sedsalî ya ku bingeha wê ya civakî, siyasî û çandî heye, girîng e. Girîng e ku ev komîsyon amadekariya guhertinên zagonî bike û pêşkêşî meclisê bike.”
Serhat Eren, da zanîn ku ji bo ku ev komîsyon bibe komîsyaneke mayinde, divê di serî de pêşiya siyaseta demokratîk veke û wiha axivî: “Ji bo hemû astengiyên li pêşiya siyayaseta demokratîk rake û zagonên çareseriyê derxe ev komîsyon girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê bingehên zagonî ava bike. Ku vê erka xwe pêk bîne girîng e.”
‘Emê komîsyonê bişopînin’ 
Li ser şekl û xebatên komîsyonê jî Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren hin hişyarî kir û got: “Divê ev komîsyon tenê xwe bi erka çekberdayînê bi sînordar neke. Ku tenê xwe bi çekberdayînê sînordar bike dê nemeşe û bixetime. Em jî destûr nadin û muxalefet jî destûr nade. Ji bo paqijiya rê divê gelek zagonan derxe. Eger ev komîsyon zagonan amade neke û pêşkêşî meclisê neke, dê gavek erênî navêje. Em ê heta cotmehê bişopînin û xebatên komîsyonê bibînin. Ka çi dike û dê amadekariya çi bike dê derkeve hole.”
‘Divê nûnerên rêxistinên civakî jî beşdar bikin’   
Serhat Eren li ser   12 rêgezên ku ji bo komisyonê hatin avakirin jî rawestiya  û wiha pêde çû: “Her çend li gorî dilê me nebe jî hemû partî di vêkomîsyonê de hene. Tenê İYİ partî tune. Me dixwest hemû partî hebin. Ji xeynî İYİ partî hemû partiyên komên wan li meclisê hene û tunene hemû beşdarî vê komîsyonê bûne. Nûnerên wan cih digirin. Ji bo nûnertiya hemû partiyan di komîsyonê de hene komîsyoneke demokratîk e. Ev komîsyon dê bi akademîsyenan re, nûnerên zanîngehan re û hiqûqnasan re civînan pêk bîne. Dê nûnerên saziyên civakî jî beşdarî komîsyonê bikin. Ji ber vê yekê girîng e. Ev komîsyon dê heta serê salê xebatê dike. Komîsyon ji 48 kesan pêk tê, lê eger 29 endamên komîsyonê erê bike, dê ev komîsyon xebatên xwe berdewam bike. Ev komîsyon bixwaze dê civînên xwe ji raya giştî û çapemeniyê re vekirî bike. Lê hin civîn hene, divê veşartî bên lidarxistin. Di vir de înîsiyatif ya meclisê ye.”
Mesele ne hejmara nûnerên partiyan e
Serhat Eren, li ser rêjeya nûnertiya partiyan jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meseel ne hêjmara nûnerên partiyan e. 4 yên DEM partiyê û 4 yên MHPê ne. Lê ji sedî 97 hemû muxalefet in. Eger nûnerên muxalîf gavekê û xalekê ji bo gel û demokrasiyê erênî nebînin dê erê nekin. Eger em erê nekin û ew erê nekin, ji xwe dê encam ji vê komîsyonê dernekeve. Her çiqas hejmara desthilatê 25 be jî dê nikaribin bikin 29 kes. Li vir mesele ne destbilindkirin e. Mesele xebatên vê komîsyonê û naveroka xebatan e. Ji bo rê li pêşiya siyaseta demokratîk vebe û gerîla karibe tev li siyaseta demokratîk û jiyana civakî bibe, divê zemînên zagonî û hiqûqî bêne avakirin.  Ji bo mafê hêviyê yê Birêz Abdullah Ocalan bê dayîn, divê zagonan biguherînin. Ji bo li gorî peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa tev bigere, divê amadekariyên zagonî bike. Jibo civaka demokratîk pêş bikeve, divê gav bavêje. Ji bo berdana hezaran siyasetmedarên siyasî divê xebatê bike û gavan pavêje, Heta zagonên ji bo vê yekê amade neke, dê civaka Kurd bawer neke û destûr nede. Em ê vê yekê bişopînin. Di warê siyaseta demokratîk û hiqûqî de gavên çawa bavêje, em ê temaşe bikin. Birêz Ocalan û rêxistina wî gavên dîrokî avêt. Niha emê xebatên komîsyonê bişopînin.”
‘Divê di serî de mafê heviyê biparêze’ 
Serhat Eren, li ser gavên şênber ku komîsyon bavêje rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê di serî de mafê heviyê biparêze û ji bo wê zagonan amade bike. Divê DMME gelek biryar stendine. Divê ji bo li gorî biryarên wê tev bigere biryarê bistîne. Ji bo komên gerîla karibin tev li jiyana demokratîk û siyaseta demokratîk bibe, divê zagona demokratîk  amade bike. Divê ji bo girtiyên siyasî bên berdan û siyasetê bikin û hevalên li dervê welat karibin dîsa vegerin, divê zagonan derxe. Ji bo dawî li qeyûman bîne û hevşaredar dîsa biçin ser karên xwe, divê zagonan derxînin.  Divê xalên şênber bêne avêtin. Divê ji bo wê zagonan derxin. Dîsa divê Zagona Têkşîna li dijî Terorê biguherînin. Divê vê zagonê biguherînin. Divê hin xalên CMK û TMK bêne guhertin. Em bawer dikin ku heta meha cotmehê dê hin gavên şênber bêne avêtin.”
‘Divê em ji her demê bêtir têbikoşin’
Serhat Eren herî dawî bal kişand ser erka gelê Kurd jî û wiha bi dawî kir: “Divê gelê kurd çi bike, Divê gelê kurd ji her demê bêtir têbikoşe, xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe mezintir bike. Divê em hemû saziyên xwe, komîsyonên xwe li hemû gund, navçe û bajaran ava bikin û wan xurt bikin. “
Etîket: komîsyonMeclîsSerhat Eren
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne