• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ez şahid im’

Amed / AW

2 TEBAX 2025 - 14:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê di hefteya 860î de li aqûbeta Muhyettîn Taşdemîr pirsîn. Kurê Muhyettîn Taşdemîr Nîhat Taşdemîr destnîşan kir ku ew şahid e ku bavê wî ji aliyê polîsan ve hatiye şopandtin û revandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 860î de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolê ya Rêzan li dar xist. Di çalakiyê de xizmên windayan, rêveberên ÎHDê, nûnerên rêxisinên sivîl amade bûn. Xizmên windayan li aqûbeta Muhyettîn Taşdemîr pirsîn û wêneyên wan hildan. Endama Komîsyona Windayan Parêzer Berfîn Çelîk, metna çapemeniyê ku ji aliyê kurê Muhyettîn Taşdemîr, Nîhat Taşdemîr ve hatibû nivîsandin xwend û got: “Malbata me li bajaroka Konutbeklera Mûşê dijî. Di 5ê Tebaxa 1993an de, li derdora saet 21:30an de 5-6 kesan bi cil û bergên sivîl, bi doçka û çekên lûle dirêj hatin gundê me. Ji kesên di vê komê de yek kete mala me. Yên din jî li ber bavê min sekinin. Yê ku li ber deriyê mala me rawestiya, Muhyettin Taştekin, birin baxçeyê malê. Piştî ku bavê min ji malê derxistin, me dengê çekan bihîst. Piştî ku dengê çekan rawestiya, dema em derketin derve, min dît ku bavê min li bexçe di nava xwînê de ye. Koma çekdar ber bi fermandariya alaya cendirmeyan ve reviyan. Dûrahiya di navbera malê û fermandariya alayê de bi qasî 800 metre ye. Beriya vê bûyerê me dizanîbû ku bavê min ji aliyê polîsên cilûbergên sivîl ve tê şopandin. Bavê min li derdorê kesayeteke naskirî û bibandor bû.”

‘Ez şahid im’

Berfîn Çelîk, di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser îftirayên polîsan ên der barê kuştîna Muhyettîn Taşdemîr ku avêtibûn stuyê PKKê û wiha lê zêde kir: “Di sala 1990î de çû Ewropayê û li wir di siyaseta demokratîk a Kurd de cih girt. Berî ku were kuştin demek kin çûbû Almanya û Fransayê. Mehek piştî vegera gund hat darvekirin. Ez bûm şahid. Min bi xwe şahidî kir ku bavê min ji aliyê polîsên cilûbergên sivîl ve hatiye şopandin û piştre hat kuştin. Du roj piştî kuştina bavê min, televizyona TRT ragihand ku ev bûyer ji aliyê PKKê ve hatiye kirin. Lê piştre PKKê ragihand ku tu têkiliya wan bi vê bûyerê re nîne. Piştî kuştina bavê min pêvajoyeke darazê ya bi rêk û pêk nehat kirin.

‘Em ê daxwaza edaletê bikin’

Berfîn Çelîk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî ku me serî li hemû saziyên pêwendîdar da jî, me nekarî ti encamekê bi dest bixin. Ev hemû tiştên ku kurê Taştekîn eşkere kir, nîşan dide ku ji bo ronîkirina bûyerê û tespîtkirina berpirsyaran pêvajoyeke darazê ya bi bandor nehatiye meşandin. Weke parêzvanên mafên mirovan çend sal jî derbas bibin em ê ji bo Muhyettîn Taştekîn û hemû windayan edaletê bixwazin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 

Etîket: Berfîn ÇelîkÎHDMuhyettin Taştekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne