• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Aştiyeke mayînde bi azadiya birêz Abdullah Ocalan pêkan e’

Fexredîn Kiliç / AW

19 KANÛN 2024 - 08:04
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn a tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê nirxand, wiha bang li rayedarên dewletê kir got: “Aştiyeke mayînde di azadiya birêz Abdullah Ocalan re derbas dibe.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin. Abdullah Ocalan di 23yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de di 16ê Kanûnê de li Amedê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” da destpêkirin û meş wê di 20ê Kanûnê de li Enqereyê bi dawî bibe.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn der barê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî.

‘Bingeha hemû pirsgirêkan tecrîd e’

Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku niha li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn şerek heye û wiha got: “Desthilat ji bo xwe bidin jiyîn van polîtîkayên şer didin meşandin. Rewşa li Tirkiyeyê jî ji vê yekê ne cudatir e. Dema em li Tirkiyeyê dinêrin li aliyekî, pirsgirêkên aborî, civakî, çandî hene. Di heman demê de li girtîgehan jî pirsgirêk hene. Rewşa girtiyên siyasî yên di bin şert û mercên giran de tên ragirtin li holê ye. Mixabin binpêkirinên mafan ên zêde li girtîgehan hene. Em dikarin bibêjin ku bingehê van hemû pirsgirêkan tecrîd e. Ev tecrîd îro bi polîtîkayên şerê taybet li ser jinan û ciwanan jî tê meşandin. Ev rewş bandoreke neyînî li hemû gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dijîn dike. Tecrîd di kesayeta Îmraliyê de li ser hemû civakê tê meşandin.”

‘Tecrîd pirsgirêkan kûrtir dike’

Pinar Sakik Tekîn, bi bîr xist ku tecrîd 26 sal in berdewam dike û wiha berdewam kir: “Tecrîd her ku diçe pirsgirêkên heyî kûrtir dike û çareseriya wan dixetimîne. Her wiha li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bi awayekî kronîk berdewam dike. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên heyî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin, tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bê rakirin.”

‘Desthilat ji bo çareseriya pirsgirêkan ne ji dil e’

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser banga Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ya têkildarî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku ji bo çareseriyê bang dikin li aliyekî şer, li aliyekî binçavkirin û girtinan û zextan didomînin. Ev yek nakokiyeke. Nîşan dide ku desthilata AKPê û MHPê ji bo çareseriya pirsgirêkan ne ji dil e. Heke bixwazin aştiyekê mayînde pêk bînin, ev di Girava Îmraliyê re derbas dibe.”

‘Ji Meşa Azadiyê re bibin deng’

Pinar Sakik Tekîn “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk ku yek ji pêkhateyên wê ne bi bîr xist û ev tişt gotin: “Me weke platformê ji bo çareseriyeke demokratîk û azadiyê meşek da destpêkirin. Meşa me ya di 16ê Kanûnê de li Amedê dest pê kir, dê di 20ê Kanûnê de li Enqereyê bi daxuyaniyeke girseyî bi dawî bibe. Şandeyeke dê ji Stenbolê jî were û tev li daxuyaniyê bibe. Em jî ji vir bang dikin di serî de jin û ciwanên ku herî zêde zext li wan tên kirin, hemû beşên mûxalefetê û gel ji meşa me re bibin deng û piştgiriyê bidin meşa me.”

Bang li rayedarên dewletê kir

Pinar Sakik Tekîn herî dawî bang li rayedarên dewletê kir û got: “Heke îro niyeteke wan a çareseriyê hebe û bixwazin derbasî dîrokê bibin divê pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bikin û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne