• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Botan ji bo Rojava meşiya

18 KANÛN 2024 - 16:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Rêxistinên DBP, DEM Partî û TJA li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê meşiyan. Girsiyê di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Jin jiyan azadî” û “AKP dê hesab bide gel” berz kirin.

Rêxistinên DBP), DEM Partî, ên Şirnex û Navçeyên wê, Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li navçeya Silopiyayê çalakiya meşê li darxist. Endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl û gelek kes tevlî meşe bûn. Girse bi pankarta ku li ser, “Rojava rûmeta me ye” dinivîsîn hilgirtin û li ber dibîstana Cumhuriyetê ya navenda navçeyê heta ber deriyê avahiya DEM Partî ya navçeya Silopiyayê meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber, “Bijî berxwedana Rojava”, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyê ye” , “Jin jiyan azadî” û “AKP dê hesab bide gel” berzkirin û dovîzên li ser, “Bijî şoreşa Rojava ya jinan”, “Kobanê neket Minbîç jî nakeve” û “Bijî gelê Rojava” hilgirtin.

Girsê bi çepik û dirûşmeyan heta ber DEM Partiyê ya navçeyê meşiyan û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hevserokê DBPê yê Şirnexê Sekvan Kiliç diyar kir ku ew li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê çalakiyê lidar dixin û wiha got: “Bangawaziya me ji tevahiya cîhanê re heye. Em dixwazin ku li Suriyeyê çareseriyek çêbibe. Em qebûl nakin ku çeteyên DAIŞê careke din êrîşî Rojava bikin. Em ê ji bo Rojava piştgiriya xwe û tekoşîna xwe bidomînim. Îro hêza çareseriyê birêz Ocalan e. Derîyê zadiyê û aşitiyê Îmraliye. Em dibêjin vî deriyî vekin.”

‘Rêya çareseriyê Îmralî ye’

Piştre jî parlamenterê DEM Partî yê Bîtlîsê Huseyîn Olan axivî. Huseyîn Olan jî anî ziman ku pirsgirêk bi şer çareser nabe û xwest bi diyalogê çareser bibe. Huseyîn Olan bang li qada navneteweyî kir û got: “Hikûmeta Esad hate hilweşandin. 10 sal beriya niha ji bo rizgariya mirovahiyê jinên cîhanê, kal û pîran bedenê xwe kirin mertal. Lê îro tê xwestin ku van destkeftiyan tune bikin. Em îro bang li Tirkiyeyê dikin ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe. Bi rêya demokrasiyê çareser dibe. Rêya vê jî diyare, rêya vê Îmraliye. Di hevdîtina herî dawî de Birêz Ocalan anî ziman ku hêza wî ya teorîk û pratîk heye ku çareser bike. Em êdî naxwazin mirin çêbibe. Banga me ji dewletên navdewletî jî ew e ku li dijî vî şerî bêdeng nemînin û nehêlin ku êdî xwîn birije. Ha Qamişlo, ha Nisêbîn ji bo me ferq nake em ê tebikoşin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne