• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

Stenbol /AW

26 TÎRMEH 2025 - 14:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhanê ku berî 44 salan di bin çavan de hatibû windakirin pirsin û daxwaza cezakirina kiryarên wî kirin.

Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1061an a çalakiya xwe de ji bo ku çarenûsa xizmên xwe yên hatine kuştin û windakirin bipirsin û edaletê bixwazin li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin, qurnefîl û wêneyekî Emîne Ocak a ku di 23yê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, hilgirtin. Vê hefteyê, Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan ê ku di sala 1981an de di binçavan de bi îşkenceyê hatibû kuştin û dû re hatibû îdiakirin ku xwe kuştiye, çalakiya xwe li dar xistin.

Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Aysel Ocakê xwend.

Aysel Ocak, destnîşan kir ku Suleyman Cîhan ê 31 salî di 29ê Tîrmeha 1981an de dema dihat Stenbolê ji aliyên polîsên sivîl ve pêşiya wî hatibû birîn û binçavkirin, dema malbata wî bi parêzeran re serî li dozgeriyê dide dozger bersiva ne di bin çavan de ye dide wan. Aysel ocak, diyar kir ku rayedaran di destpêkê de rave kirine ku Cîhan di pevçûnan de hatiye kuştin pişt re jî îdia kirine ku xwe ji qatê 6an avêtiye xwarê. Aysel Ocakê ev tişt got: “Piştî israra malbat û şahidan rastî derket holê. Suleyman Cîhan ê ku di 29ê Tîrmeha 1981’an de hatiye binçavkirin li Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi rojan tê îşkencekirin û hatiye kuştin. Piştre laşê wî ji qata şeşan diavêjin û îdia dikin ku xwe kuştiye. Ji bo winda bikin bi nasnamaye ‘nediyar’ li Goristana Zindanarkasi defin dikin.”

‘Çîroka windakiriyan dişibin hev’

Pişt re birayê Suleyman Cîhan, Ahmet Cîhan wiha axivî: “Çîroka windayan her tim dişibin hev. Hişmendiya qedexekar û bêcezakirin. Ev qad navenda bîra me ye. Ev qad qada heqîqet û edaletê ye.”

‘Heta windayê me yê dawîn bê dîtin em ê dev jê bernedin’.

Pişt re keça Emîne Ocak, Masîde Ocak dayîka xwe bi bîr anî û ev tişt got: “Ne ev qad tenê, avahiyên li hemberî me, çûkên li ser têlan, qurnefîlên ku her şemiyê têne vir, wêneyên li vir tên daliqandin em û hûn tev şahid in. Me sozek da diya xwe: ‘Heta windayê me yê dawîn bê dîtin em ê dev jê bernedin’.

Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyeQada GalatasarayêStenbolSuleyman Cîhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

27 TEBAX 2026
‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne