• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Kanî ziwa bibe jiyana me jî dê xelas bibe’

Omer Demîr /AW

24 TÎRMEH 2025 - 08:14
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Koçer Erhan Îlgen têkildarî Kaniya Xerzê ya li Zozanên Hesendînê diherike diyar kir ku Kaniya Xerzê derdorê zindî dike û got: “Kanî ziwa bibe jiyana me jî dê xilas bibe.”

Ji bo koçerên li zozanan dijîn hin tiştên pêwîst hene. Yek ji wan jî av e. Koçer bi kaniyan hewcedariya xwe ya avê peyda dikin. Zozan ji aliyê kaniyan ve gelek sihûdiye. Li herêmekê av tune be jiyan jî tune ye. Li Zozanên Hesendînê jî nêzî 200 kanî hene. Ya ku herî dîrokî û çîroka wê heyî jî Kaniya Xerzê ye. Ev 200 sal in bênavber av ji Kaniya Xerzê diherike. Çi havîn çi payîz her wext herikî ye û derdora xwe zindî kiriye. Koçer Erhan Îlgen têkildarî dîroka Kaniya Xerzê û giringiya avê ji ajansa me re axivî.

‘Kanî jiyanê dide me’

Erhan Îlgen diyar kir ku ew hezar sal in li vir dijîn lê dagirker dixwazin wan ji herêmê derxin û wiha axivî: “200 sal berê qewmek hatiye li vê herêmê. Navê pêşengên wan Xerzo bûye. Li vir bi zozanî rawestiyane. Ji ber pirsgirêkekê ew qewm nav hev dikeve û paşê jî ji holê rabûye. Beriya 36 salan em hatine Zozanên Hesendînê. Her sal herî kêm em 5-6 meh li Zozanên Hesendînê dijîn. Em xwediyê van axan in. Îro destê xwe dirêjî axa me dikin. Li zozanê em nikarin zêde karê çandî bikin. Ji ber ku kevir zêde ne, çandinî nabê. Ev kanî ji bo me gelek girîng in. Jiyanê dide me.”

‘Kesên li zozanê dijîn bi kaniyan jiyana xwe berdewam dikin’

Erhan Îlgen destnîşan kir ku Kaniya Xerzê ji gundê Henzê dest pê dike û ji gundên Girindesê, Toçka, Xuşav, Nêrçik, Kevrê Nivisî, Taxa Newalê, Dimilya, Mezra Jorî û heta ji Helînê re derbas dibe. Erhan Îlgen di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tevahiya herêmê bi Kaniya Xerzê tê avdan. Ev kanî qût bibe dê tevahî herêm jî bêav bimîne. Jiyana me dê xilas bibe. Li Zozanên Hesendînê nêzî 200 kanî hene. Em bi wan kaniyan zêviyên xwe av didin. Giya bi van kaniyan heşîn dibin. Ajalên me ji van kaniyan avê vedixwin. Kesên li zozanê dijîn bi kaniyan jiyana xwe berdewam dikin. Ji ber vê yekê heke li vir maden çêbibe jiyana me jî dê xilas bibe.”

Etîket: Erhan ÎlgenKaniya XerzêKoçerîZozanên Hesendînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Hesendînê dê bimeşin Çiyayê Andokê

Ji bo Hesendînê dê bimeşin Çiyayê Andokê

23 TÎRMEH 2025
‘Jiyana me girêdayî zozanan e’

‘Jiyana me girêdayî zozanan e’

16 TÎRMEH 2025
Hevşaredarê Pasûrê: Dewlet ji bo berjewendiya sermayeyê dixebite

Hevşaredarê Pasûrê: Dewlet ji bo berjewendiya sermayeyê dixebite

10 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne