• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cerdevan Herêma Mêrgûmarê talan dikin

Nedim Oruç / AW

21 TÎRMEH 2025 - 10:27
Kategorî: ROJANE
A A
Şirnex – Rayedarên dewletê û cerdevan bi hev re xwezaya Şirnex talan dikin. Cerdevan di çavdêriya rayedarên dewletê de daristanên Besta û Mêrgûmarê dibirin û xwezalê talan dikin.

Li Kurdistanê û bi taybetî jî li Şirnexê her roj xweza tê talankirin. Li çiyayên Cûdî û Heftenîn bi salan e kanên komirê tên vekirin û çiya tên hilweşandin. Bi vê yekê ve girêdayî, bi hezaran dar tên hilkirin. Di salên dawî de ji bo lêgerîne petrolê ya li Çiyayê Gabarê bi hezaran dar hatin birîn. Ji bilî talana xwezayê ya ji ber petrol û komirê bi hinceta ewlehiyê daristanên çiyayên Gabar, Cûdî, Herekol, Heftenîn û herêmên Besta û Mêrgûmarê bi destê rayedarên dewletê û cerdevanan tên birîn.

Bi taybetî birîna daran li gundên Cilbiya û Bilga yên di nava Çiyayê Cûdî fe û herêma Besta û Mêrgûmarê berdewam dike. Beriya hefteyeke weke Ajansa Welat em ketin nava Çiyayê Cûdî û dîmenên daristan birînê ku ji aliyê cerdevanên bajaroka Sêgirgê pêk tê, me weşandin.

Daristanên Herêma Besta ji aliyê cerdevanên Hosyan ve tê birîn

Li herêma Besta û Mêrgûmarê jî bênavber birîna daristanan ji aliyê cerdevanên gundê Hosyan ê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê ve didome. Ajansa Welat kete herêmê û daristan birîn, barkirina daran a kamyonan, kerwanê kamyonên darbarîkirî û têkiliya dewlet, cerdevan û hin gundiyan îfşa kir.

Hin gundiyan daristan firtone birayê endamê AKPê yê cerdevan

Li herêma Besta daristanên ku dikevin nava tixûbên gundê Xirbikê Bestê de ji aliyê hin gundiyan ve pêşkêşî cerdevanan hatine kirin û ev gundî jî pere distînin. Cerdevanên ku daristanên Herêma Besta dibirin ji gundê Hosyan ê Sêrtê ne. Serkêşê van cerdevanan jî birayê Endamê Meclîsa Bajêr ê Sêrtê Refîk Tekîn ê AKPî ye.

Daristanên 17 gundên hatine valekirin dibirin

Ji Herêma Besta ya Şirnex heya gundê Omyanis ê navçeya Berwariya Sêrtê 17 gundên salên 1990î hatine valekirin hene. Ji ber ku çûyîna van gundan heya niha qedexe bû cerdevan bi rehetî diketin daristanan û dar dibirîn. Lê niha bi destûra leşkeran jî be şêniyên van gundên vala diçin ser axa xwe û bertek nîşanî darbirînê didin. Ji ber vê yekê cerdevan bi dizî darên li daristanê dibirin.

Herêma daristan tên birîn 65 kîlometre dirêj 50 kîlometre fireh e

Dema ji aliyê Şirnex mirov dikeve nava Herêma Besta, berê mirov dikeve Çiyayê Herekolê û pişta mirov dikeve Çiyayê Çelê Nimêjê. Her wiha tenê rêyeke şose heye ku ji Çelê Nimêjê heya Çiyayê Herekol dirêjahiya wê nêzî 65 kîlometre ye. Her wiha firehiya herêmê jî zêdetirê 50 kîlometre ye û ev herêm hemû daristan e.

Bi traktoran êzingan dikişînin

Destpêka herêmê ji gundê Xirbikê Bestê destpê dike û birîna daristan jî ji vê derê destpêkiriye. Dema em ketin herêmê ewil traktorên li ber girên êzingan ketin kadraja me. Ev traktor ji ser rêya 65 kîlometre dirêj xwe berdidin nava daristanê û darên birî tînin zeviyên ku kamyon bikaribin lê cih bibin.

Bi kepçeyan rê vedikin

Di vê rêya şose de gelek rêyên ber bi nava daristanê ve hatine vekirin hene û dema em di rêde dimeşiyan bi kepçeyê rêyên nû dihatin vekirin û ev kêliyên rê vekirinê jî me li dîmenên xwe zêde kirin. Her çiqas me xwestibe bikevin nava daristanê jî ji ber ewlehiyê û hebûna çekên cerdevanan ev yek ne pêkan bû.

Zeviya komkirina darên birî li tenişta qerekola leşkeran e

Dema em nêzî sînorê Şirnex û Sêrtê ango gundê Omyanis bûn, qereqola li ser lûtkeyek jor xuya kir û di zeviyek jêrî qerekolê de girê êzînga kete ber çavên me. Ev der herêma Mêrgûmarê ye û birîna daran li vê herêmê nû nû destpêkiriye. Di zeviyê de kamyonek, traktorek û gelek kesên ji bo barkirina daran rawestiyabûn xuya kirin. Her wiha di nava van kesan de cerdevanên bi çek jî hebûn.

Dewlet û kujerên xwezayê li ba hev in

Di dawiyê rê de ango tenişta qereqola Besta de wêneyê mezin ê talankirina daristanan derket holê. 9 kamyonên êzîng barkirî û wesayîtek fermî ya Gerînendeya Karên Çandinî û Daristanan a Şirnexê.

Piştî ku daristan tên birîn, li kamyonan êzing tên barkirin îja bazara dewlet û cerdevanan destpê dike. Beriya ku kamyon ber bi Sêrtê ve biçin karmendên Gerînendeya Karên Çandinî û Daristanê ya Şirnex makbûza pere razandinê dide kujerên xwezaya Şirnex û kujerên xwezayê bi kamyonan diçin rêya xwe.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne