• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya Îmraliyê bi CHPê re hevdîtin kir: Garantiyên hiqûqî gelekî girîng in

Navenda Nûçeyan /AW

17 TÎRMEH 2025 - 15:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Şandeya Îmraliyê ku bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtin kir, wiha got: “Ji bo pêkanîna aştiyê garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk gelekî girîng in.”

 

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê, li Navenda Giştî ya CHPê bi Serokê Gişti yê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Wekîlê Koma CHPê Murat Emîrî, şande li Navenda Giştî ya CHPê pêşwazî kir.

Piştî serdanê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar daxuyanî dan.

‘Sibê civîneke girîng dê pêk were’

Pervîn Bûldan da zanîn ku Ozel wê ji niha û pê ve jî “piştgiriyeke hêja” li pêvajoyê bike û wiha got: “Me bi birêz serok re mijarên pêvajoya aştiyê, qonaxên piştî merasîma îmhakirina çekan, komîsyona li Meclisê bê avakirin, bendewariyên ji vê komîsyonê û lihevkirina ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê bi berfirehî nirxandin.”

Pervîn Bûldan diyar kir ku ev yek “civîneke girîng e” û wiha domand: “Ji ber ku sibe wê birêz Nûman Kûrtûlmûş bi serokwekîlên komên hemû partiyan re serê sibehê bicive.”

‘Me meseleya komîsyonê bi berfirehî nirxand’

Pervîn Bûldan di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ev hevdîtina beriya avabûna komîsyonê girîng e, me ev yek jî bi berfirehî nirxand. Ji ber ku her partiyek ji bo komîsyonê xwedî pêşniyar û bendewariyên cuda ne. Ji ber ku bendewariyên cuda hene ku di vê komîsyonê de bêne nirxandin û encam bê wergirtin, me meseleya komîsyonê bi berfirehî nirxand, nîqaş kir. Birêz Ozgur Ozel ji destpêkê ve tevkariyên girîng li meseleya aştiyê dike û me bal kişand ser girîngiya vê tevkariyê. Em hîn bûn ku Birêz Ozel wê ji niha û pê ve jî piştgiriya xwe ya li pêvajoya aştiyê dewam bike, wê piştevaniyeke hêja bike. Em spasiya birêz Ozel dikin, ji ber ku em qebûl kir. Vê yekê dixwazim bibêjim. Civîna komîsyonê ya sibe bê lidarxistin girîng e. Em bi hev re li benda encama ji vê derê ne. Em ê encaman bibînin.”

‘Gelek girîng e ku Meclis bikeve dewrê’

Mîthat Sancar jî wiha got: “Me derfet dît ku mijarên girîng ên têkildarî qonaxa heyî ya pêvajoyê binirxînin.” Sancar axaftina xwe wiha domand: “Bêguman di qonaxa heyî ya vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku Meclîs bikeve dewrê. Ji ber ku di meşa ber bi aştiyê de ji bo xurtkirina vê pêvajoya çareseriyê, meclîs wê bi roleke girîng rabe. Em ji destpêkê ve vê dibêjin. Bêguman ji bilî vê li qadên cuda pirsgirêk hene. Ji bo pêvajo civakî bibe û aştî hemû civakê hembêz bike, divê berfireh bibe.

Garantiyên hiqûqî gelek girîng in

Ji bo bicihbûna aştiyê divê civakî bibe. Ji bo vê jî garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk gelekî girîng in. Bi civakîbûnê re aştî dikare pêk were. Amûrên herî girîng ên civakîbûnê jî garantiyê hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk in. Bêguman her partiyeke siyasî û her aktorekî civakî ji vê pêvajoyê xwedî bendewariyan e û dibe ku nêrîna xwe ya li pêvajoyê cuda be. Lê belê ji bo çareserkirina pirsgirêkekê ku êşên 50 salan kom bûne, berpirsyariya me ye ku em bikevin nava hewldanên awarte. Bicihanîna vê berpirsyariyê jî bi diyalogê, bi diyaloga bi hêzên civakî û hemû aktoran dibe.

Em derbasî qonaxekê dibin ku li ser zemîna Meclisê vê yekê bi berfirehî bibînin. Beriya niha Pervîn Xanimê got. Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş banga civînê li serokwekîlên koman kir. Ev civîn wê li ser komîsyonê û pêşniyarên têkildarî wê be. Li gorî encama ji wê derê bê bidestxistin, dem û şert û mercên kar ên komîsyonê wê diyar bibin. Em ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştî, edalet û yekbûna civakî bi xurtî dewam bikin. Di vê rêyê de îşelah em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Etîket: CHPOzgur OzelpêvajoŞandeya DEM Partiyê ya Îmraliyêserdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne