• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Êrîş bêtehamuliya zimanê Kurdî ye’

Omer Demîr / AW

17 TÎRMEH 2025 - 08:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Cîgira Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy têkildarî êrişa li ser malbata Kurd diyar kir ku ev bûyer, sedema bêtehamûliya li hember zimanê Kurdî ye û got: “Divê her kes zimanê xwe biaxive û biparêze.”

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a meha Rêbendanê 14, sibatê 6, adarê 5, nîsanê 7, gulanê 15 û hezîranê 9 û bi giştî 56 bûyerên nijadperestiyê pêk hatinê. Ew dane heta meha Hezîranê ne. Herî dawî li Stenbolê Malbata Kaya dema ji seyranê vedigeriya, ji ber di wesayita xwe de stranên bi zimanê kurdî guhdar dikirin, ji aliyê polîsan ve wêneyên wan hatin kişandin û bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di binçavkirinê de Zeynep Yaman a ducanî bû, rastî êrişa polîsan hat. Polîsan pehîn li zikê Zeynep Yaman xist û li ber vê yekê Zeynep Yaman bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî hate ameliyatkirin. Xetereya jiyanî ya pitika Yamanê didome. Cîgirê Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy têkildarî êrişa li dijî malbata kurd ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Ew bûyer bêtehemûliya zimanê kurdî ye’

Cîgira Serokê Komeleya Şaxa ÎHDa Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy diyar kir ku êrişa li ser malbata kurd nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Dema malbata Kaya di vegera seyranê de stranên bi zimanê xwe guhdar dikê rastî zordariya polîsan tên. Li vir jina ku ducanî ye, jî rastî êrişê tê. Ji ber êrişê zarok îro di bin rewşa awartê de ye û rewşa wê ne baş e. Ev bûyer bêtehamûliya zimanê kurdî ye. Mafê her mirovekî heye ku bi zimanê xwe ve bijî û zimanê xwe biaxive. Gelek mînak hene ku gelê kurd rastî êrişên nijadperestiyê hatine. Mînak karkerên ku diçin Tirkiyeyê, ji ber ku bi zimanê kurdî diaxivin, rastî êrişan tên. Di Meclisê de wexta kû bi kurdî tê axaftin, mîkrofon tên girtin. Ev mînakekî herî girîng e. Li Meclisê zimanê kurdî qebûl nakin. Ew bûyer pêşengtiya nijadperestiyên din dike. Em wekî Komeleya Mafê Mirovan wan tiştan qebûl nakin.”

‘Her kes bi zimanê xwe tê naskirin’

Sûzan Mehmetoglû Aksoy destnîşan kir ku êrişên li ser zimanê kurdî bandor civakê bandor dike û wiha pê de çû: “Ez jî wekî kurdekî dixwazim zimanê xwe biaxivim. Dema ku kurd diçin bajarên li Tirkiyeyê, nikarin bi rihetî û keyfxweşî zimanê kurdî biaxivin. Gelek caran ditirsin ku zimanê xwe biaxivin. Divê her mirov zimanê xwe li her derê bi rihetî biaxivê. Divê em di her derê cîhanê de zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe hîn bibin. Wextê ku em zimanê xwe neaxivin, di pêşerojê de zêdetir em ê rastî êrişan werin. Îro her kes bi zimanê xwe tê naskirin. Zimanê gelekî dê winda bibê, ew gel jî winda bibê.”

‘Li dijî dijadperestiyê em ê xebatên xwe bidomînin’

Sûzan Mehmetoglû Aksoy bi bîr xist ku Komeleya Mafê Mirovan dê her dem zimanê kurdî biparezê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê alikarî bidin kesen ku rastî nijadperestiyê hatine. Em ê li her qadê, mafê wan biparêzin. Li dijî dijadperestiyê em ê xebatên xwe berdewam bikin. Jixwe berî çend mehan, me malbatên gerîla û leşkeran anî gel hev. Kesên ku zarokên xwe winda kirine hatin li Konferansê. Ne tenê yêk alî, her du alî jî tev li konferansê bûn. Ew konferans hem ji aliyê civakê hem jî ji aliyê siyasî bû xwedî bandor. Xebatên me dê bidomin, 24’ê mehê jî em ê konferansekê li dar bixin. Em kurd in, em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin.”

Etîket: ÎHDKurdîmalbata KayaSuzan Mehmetoglu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê malbatên Kaya û Yildiz li hev anî

DEM Partiyê malbatên Kaya û Yildiz li hev anî

1 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne