• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbatê îşkenceya polîsan vegot

Navenda Nûçeyan / AW

14 TÎRMEH 2025 - 22:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Stenbolê malbateke kurd ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî rastî îşkenceya polîsan hatin. Mexdûrên îşkenceyê li ber edliyeyê îşkenceya polîsan vegotin. 

Li navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê 7 kesên ku ji ber guhdarîkirina muzîka kurdî rastî îşkenceyê hatibûn û hatibûn binçavkirin derxistin 7emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Çaglayana Stenbolê. 3 kes piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Mexdûrên îşkenceyê li ber edliyeyê daxuyanî dan.

Parlamantera Stenbolê ya Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlu û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Rûmeta mirovahîiyê wê îşkenceyê têk bibe”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Em ê rê nedin nîjadperestiyê” berz kirin. Endama OHDê parêzer Bêrîvan Bekçî ewilî axivî û duyar kir ku di bûyerê de li hember polîsan derneketine û got: “Ew rastî tundiya polîsan hatine. Em ê bibin şopdarê doza tundiya hêzên ewlehiyê.”

Parlamenter Çîçek Otlu jî diyar kir ku wan gelek caran bûyerên bi vî rengî dîtine û wiha axivî: “Divê li vî welatî îşkenceya polîsan nebe. Sûcê îşkenceyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin kesên ku îşkence li gelê me dikin bên cezakirin. Em ê vê dozê bişopînin.”

Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çînar axivî û got: “Eger dibêjin li vî welatî hiqûq heye, divê sûcê li dijî mirovan bi rêya hiqûqê bê lêkolînkirin. Mîna vê bûyerê mafê qanûnî yê hêzên ewlehiyê tune ku pêhnan li zikê jineke ducanî bixe, jiyana jinê û jiyana pitika di zikê wê de bixin xetereyê.”

Umît Kaya ku di bûyerê de ajokarê wesayîtê bû û bi şerta kontrola edlî serbest hate berdan, diyar kir ku di wesayîtê de sîstema dengê bilind tune bû, tenê dengê radyoyê yê normal hebû û wiha axivî: “Min ji neynikê paşve polîsekî dît ku wêneyê min dikişand. Min pirsî ka çima wêne dikişîne. Wî bi awayekî argoyî got ku tu nikarî bi dengê bilind muzîkê vekî. Gava birayên min ji wesayîtê peya bûn, wî destê xwe avêt çeka xwe. Hê ti hişyarî jî nekirî polîsên sivîl xwe avêtin qirika birayê min. Me ti heqaret li wan nekir. Dema min hewl da xwişka xwe ya ducanî ji erdê rakim, wan dest bi reşandina gazê kir. Em rastî gelek îşkenceyan hatin. Ev ne mirovahî ye. Ez spasiya  DEM Partî û parêzeran dikim.”

Bavê wan Mehmet Kaya jî diyar kir ku “Dema em ji seyranê vedigeriyan me muzîka Kurdî guhdarî dikir. Polîsekê wêneyê me kişand û kurê min jî ji polîs pirsî ka çima wêneyê me dikişinî? Ji ber ku muzîka Kurdî lêdixist, polîs aciz bû. Polîs piştgirî xwest. Tîmek hat. Min israr kir, got ez û malbat xwe ne. Lê mixabin, wan guhdarî min nekirin. Li zarokên min xistin. Keça min a ducanî ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çû û ket erdê, li erdî jî li zikê wê xistin. Ez rastî vê heqaretê hatim, bila malbatên din rastî vê neyên.”

Endamê MYK’ê yê DEM Partiyê Mûsa Pîroglu jî bertek nîşanî îşkenceya polîsan da. Pîroglu diyar kir ku kesên ku li nava kolanê îşkence li malbatekê dikin, li hember dizan tiştekî nakin û got: “Daxwaza aştiyê ji bo vê ye. Ew ne ew kes in ku li ser vî gelî fermanê derdixin. Daxwaza aştiyê ji bo hiqûq ji nû ve bê avakirine. Aştî ne tenê ji bo Kurdan e. Aştî tê wateya ku ew nikarin vê zordariyê bikin. Bila ev zordar bizanibin ku em ê bi ser bikevin. Amir û Wezîrê Karên Hundir berpirsên kirinên polîsan e. Daxwaza aştiyê ji bo darizandina mafya û baronan e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: îşkenceKurdmalbatPolîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Roja yekem a şîna li Geverê bi dawî bû: Em bi zarokên xwe serbilind in

Roja yekem a şîna li Geverê bi dawî bû: Em bi zarokên xwe serbilind in

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne