• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

Şirnex / AW

9 TÎRMEH 2025 - 22:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Civînên gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêk tên li Şirnex û navçe û gundên wê bi tevilbûna sedan welatiyan didomin.

Li gundê Nêhrîbê û taxa Cûdî ya Cizîrê, bajaroka Erebanê ya Hezex û taxa Bahçelîevler a Şirnex bi tevlîbûna parlementer, endamên DEM Partî, DBPê, aktîvîstên TJAyê û sedan welatiyan civînên gel ên Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dikin.

Şirnex

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnex, navçeyên wê tekildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” didomînin. Îşev jî li taxa Bahçelîevler a navenda Şirnexê bi tevlîbûna Berdevka DBPê ya Jinê Berîvan Bahçecî, Rêveberê Saziya Çand û Ziman a Birca Belek Cahît Akil, Hevseroka navçeya nwvendî ya DEM Partiyê Esma Erener û bi dehan welatî tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser pêvajoyê û avakirina Civaka Demokratîk hat xwendin. Piştî xwendina nivîsê Berdevka Jinê ya DBPê Berîvan Bahçecî got ku gelê Kurd tu dem baweriya xwe bi dewletê neaniye ji ber ku gelê me gelek caran hatiye xapandin. Lê îro em bi Rêbertiya xwe bawer in. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe û gelê xwe bawer e.

Hezex

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çerçoveya, “Civîna Aştî û Civaka Demokratîk” de li bajarokê Erebanaê ya navçeya Hezex a Şirnexê civîna gel li darxist. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Endamê Meclîsa DEM Partiyê Ahmet Îstek û gelek weşwtî tevlî civînê bûn.

Civîn ji bo cangoriyên demokrasî û azadiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê endamê meclîsa DEM Partiyê Ahmet Îstek axivî û destnîşankir ku wan bi dîtina dimenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi rojê kirinê û wê yekê ji bo hemû gel kelecaniyek çêkiriyê. Piştrê jî peyama Abdullah Öcalan a îro ji raya giştî re bi dimen hatibû parvekirin hat xwendin. Piştî xwendina nivîsê hemû welatî rabûn ser pêyan û çepikan dan.

Piştî xwendina peyamê Parlamentera DEM Parti Newroz Uysal Aslan li ser peyam û pêvajoyê nirxandin kir. Piştî axaftinan welatiyên tevlî civînê bibûbûn pirsên meraq dikirin pirsîn û civîn bi nirxandinên li ser pêvajoyê bi dawî bû.

Cizîr

Li taxa Cûdî ya Cizîrê bi tevlîbûna Aktîvîsta TJAyê Adalet Fîdan, Hevserokê DEM Partiyê Yilmaz Sanri û dehan welatî tevlî Civînê bûn. Civînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û piştî xwendinê aktîvîsta TJAyê Adalet Fîdan li ser pêvajoyê nirxandin kirin. Civîn bi pirsên gel û bersivandinê bi dawî bû.

Etîket: civîngelŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

27 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

24 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne