• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Divê civinên gel domdar bin

Mehmet Alî Ertaş / AW

30 HEZÎRAN 2025 - 10:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Civînên gund û taxan ên têkildarî perspektifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eleqeyek mezin dibînin.
Gel bi taybetî meraq dike ku dê ev pêvajo çawa pêş bikeve. Di civînan de zêde pirs tên pirsîn û dixwazin der barê pêvajoyê de rast bên agahdarkirin.
Her çend baweriya civakê ji dewletê nayê jî, gel ji fikr û felsefeya rêberê xwe bawer dike. Gel di civînan de dixwaze ev civîn tenê bi carekê bi sînordar nemîne û domdar bin. Dixwazin potansileya heyî baştir bi rêxistin û tevger bikin.

Li Amedê û gelek bajarên Kurdistanê hefteyek e li gund û taxên navçeyan civînên gel tên lidarxistin. Di civinan de têkildarî perspektifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk hem pêvajo tê nirxandin û hem jî li ser erk û berpirsiyariyên sazî, rêxistin û civakê niqaş têne kirin. Broşurên têkildarî Aşti û Civaka Demokratîk li welatiyan tê belavkirin. Li gundan û taxan tevlêbûn girseyî ye û eleqeyek mezin dibîne. Eleqeya jinan zêde ye. Gel bi baldarî guhdar dikin û pirsan dipirsin. Lê divê ev civîn tene bi carekê bi sînordar nemînin. Ji bo meclis û komun bêne avakirin divê civînên li tax û gundan berdewam bike û li ser perspektifê semîner, panel bên amadekirin û perwerdehî bê dayîn. Ji ber ku di civînan de welatî pir pirsan dipirsin, divê ev pirs bi hûrgulî bêne bersivandin û mejî û hiş baş bêne ronîkirin.

Di civînan de bêtir pirsên wekî “Çima dewlet gavan navêje?”, “Em çiqas dikarin baweriya xwe bi dewletê bînin?”, “Kesên vê nexşerêyê bi gel re parve bike û têxe meriyetê hene an na?” “Çima saziyên me parçe ne?” “Çima têkiliya navendê û rêxistinên bajar û navçeyan lawaz e. Çima dîsîplîna rêxistinî lawaz e?” Çima Kurd di qadên aborî, civakî, çandî û rêxistinî de xwe bi rêxistin nakin?” dipirsin.

Beşdarên civînê di nirxandinan de destnişan dikin ku ew bi Rêberê xwe û partiya xwe bawer in dixwazin di vê pêvajoyê de bêtir xwe bi rêxistin bikin û hemû rêxistinên têkoşînê di bin sîwanekê de bikin yek. Welatî tînin ziman ku di vê pêvajoyê de çiqas bi tevger bin û yekîtiya xwe xurt bikin dê ew qas zêde karibin encamê bigirin.
Welatî destnîşan dikin ku di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyê pêdivî bi nexşerê û plansaziyekê heye. Welatî herî zêde li ser girîngî û ferzkirina avakirina “Yekîtî”, “Rêxistinî”, “daketina nava gel” û “Avakirina bingeha Neteweya Demokratîk” radiwestin. Dixwazin ku navenda partiya siyasî li ser kêmasî û nebesiyên xwe raweste û milê venêrtin, dîsîplîn û rêxistinkirinê xurt bikin. Dixwazin ku rêxistina qada siyasî di nava xwe de platorman çêke û kêmasiyên heyî di van platforman de derbas bikin û rêxistinê bêtir xurt bikin.
Her wiha ji bo fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş bê famkirin, dixwazin li tax û gundan ji bo komun û meclisên ku bêne avakirin, bênavber seminer û panelan li dar bixin. Dixwazin li tax û gundan jî xebata perwerdehiyê bidin destpêkirin. Dixwazin her dem geşedanên têkildarî pêvajoyê ku nayên zanîn bi wan re bêne parvekirin. Welatî dixwazin li dijî şerê taybet, bişaftin, tiryak û rizandina civakê jî plansazî bêkirin û li dijî vê yekê xebatên rêxistinî bên pêşxistin.

Di civînan de tê dîtin ku gel bi baldarî û eleqeyek mezin pêvajoyê dişopîne û girêdayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ye. Her wiha li li dijî dewletê jî fikar zêde ne.

Etîket: Abdullah Ocalancivîngelgundtax
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Xebatên Şaredariya Tuşbayê yên li gundan didomin

Xebatên Şaredariya Tuşbayê yên li gundan didomin

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne