• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Michela Arricale: Divê bihêlin ku Birêz Ocalan bi gel re biaxive

Navenda Nûçeyan / AW 

28 HEZÎRAN 2025 - 10:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Michela Arricale têkildarî pêvajoya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza hevdîtinê ev tiş anî ziman: “Rola Birêz Ocalan din çareseriyê de pir girîng e. Ji ber vê divê destûr bê dayîn ku ew bi gelê xwe re biaxive û wan tevlî pêvajoyê bike.”

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de ji raya giştî re ragihand, li her derê deng veda. Bi taybetî jî li qada navneteweyî ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin dest bi kampanyaya “Ez dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” kirin. Hevseroka Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina ji bo Demokrasiyê ya Îtalyayê û Hevseroka Koma Mudaxeleya Hiqûqî ya Navneteweyî Michela Arricale ji bo ” Mafê Hêviyê” û rakirina tecrîdê çend caran serdana Kurdistan û Tirkiyeyê kir.

Michela Arricale beriya ku dîsa serdana Tirkiyeyê bike, derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoyê nirxandin kir.

Michela Arricale diyar kir ku ew vê pêvajoyê bi eleqeyek û hêviyek mezin dişopînin, got, “Destpêkirina pêvajoyê, nemaze daxuyaniya ji nişka ve ya Birêz Bahçeli li Parlamentoyê di cotmeha 2024’an de, ji bo gelek kesan surprîz bû. Dîsa, em qebûl bikin ku bi pêşketinên pêşîn re, me hinekî guman li ser pêvajoyê hebû. Ger derfetek rastîn were dayîn, Birêz Ocalan wê ne tenê ji bo berjewendiyên xwe lê di heman demê de ji bo berjewendiyên civaka kurd jî binirxîne û bi vî rengî dibe ku ji bo rêyek rastîn a aştiyê cîhek veke. Ev dikare ji bo avakirina Tirkiyeyek bi rastî demokratîk kêliyek pir girîng temsîl bike. Lêbelê, armancek wisa biryardariya hemî aliyan hewce dike. Tenê gotina ‘aştî’ têrê nake, divê em bi awayekî çalak ji bo avakirina wê bixebitin.”

‘Divê derfeta ku Birêz Ocalan beşdarî pêvajoyê bibe bê avakirin’ 

Michela Arricale ku rexne li nêzîkatiya hikûmetê kir û wiha domand: “Ev rastiya ku hemî sozên hatine dayîn bi çalakiyên berbiçav nehatine bicîhanîn, wekî ku min berê jî behs kir. Dema ku PKK kongreya xwe li dar xist û rêxistin bi fermî betal kir, dewleta Tirkiyeyê hîn gavên têkildar ên ku soz dabû neavêtine. Divê derfet bihata dayîn ku Birêz Ocalan bi awayekî watedar beşdarî pêvajoya aştiyê bibe, lê ew hîn jî di tecrîdê de tê girtin. Di heman demê de, dewleta Tirkiyeyê behsa xwesteka xwe ya avakirina rêyek demokratîk, peydakirina mafên siyasî yên tevahî û birina pirsgirêka kurd ji bo astek siyasî û saziyî dike. Lê wê hingê em çawa dikarin nakokiya di sûcdarkirin û ji kar dûrxistina siyasetmedarên hilbijartî de bi tohmeta ‘terorîzmê’ ferq nekin? Bi taybetî dema ku herî kêm hin ji van sûcdariyan wekî li ser bingeha hevpeymaniyên hilbijartinê bi DEM Partiyê re têne pêşkêş kirin? Dibe ku ez hin hêmanan ji bîr dikim, lê ji derve, ev wekî nelihevhatinek girîng xuya dike.”

Heweceyî bi derxistina qanûnan heye

Michela Arricale diyar kir ku demokrasî dikare di çarçoveyek qanûnî ya zelal û pêbawer de pêş bikeve wihampêde çû: “Lê misogerkirin û xurtkirina pêvajoyek wisa bi serê xwe çênabe: ew hewceyî derxistina qanûnan, reformkirina saziyan û beşdariya rastîn li ser maseya danûstandinan dike. Ev ne jestên sembolîk in. Ew girîng in û tenê saziyên qanûndanînê dikarin wan pêk bînin. Ev di serdema 2013-2015’an de aşkere bû, dema ku hilweşîna pêvajoyê ne ji ber nebûna îradeya civaka sivîl, lê ji ber nebûna şopandina qanûnî û saziyî bû. Ev bi serê xwe sedemek bihêz e ku mirov fêm bike çima gavên qanûnî û saziyî ne tenê ji bo avakirina aştî û civatek bi rastî demokratîk girîng in, lê bi tevahî pêdivî ne.”

Michela Arricale li ser pêkanîna aştiyê jî ev tiş anî ziman: “Ger ku aşti ji hêla civakê ve were bikaranîn wekî hemû pêvajoyên demokratîk, avakirina aştiyê tenê wê demê watedar dibe. Guhertinên ji jor ve têne ferzkirin ne tenê ku nikarin bên bicihkirin, di heman demê de li dijî ramana demokrasiyê ne. Ji bo ku pêvajoyek aştiyê aram û mayînde be, divê ew di nav civakê de bi xwe bê bicihkirin û ji hêla saziyan ve were piştgirîkirin û xurtkirin. Ji ber vê yekê rola Birêz Ocalan pir girîng e: divê destûr bê dayîn ku ew bi gelê xwe re biaxive û tevli pêvajoyê bike.”

‘Ez jî dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim’

Michela Arricale got heta ku tecrîd berdewam bike hêvî nayê avakirin û diyar kir ku divê piştgirî ji kampanyayên wekî “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” re were dayîn. Michela Arricale got: “Ez teqez nafikirim ku tecrîd li gorî ruhê pêvajoyê ye. Bi rastî, tam mijarên wekî van dibin sedema hin fikaran. Em bi dilsozî hêvî dikin ku hemû aliyên têkildar bi niyeta baş tevdigerin û tevli pêvajoya aştiyê bibin. Lêbelê, tecrîda berdewam a li ser Birêz Ocalan û sînorkirinên li ser danûstendina wî ya azad bi civaka wî re pirsên li ser ka çiqas rêz li ruhê pêvajoyê tê girtin derdixe holê. Her kampanyayek ku balê dikişîne ser vê mijarê bê guman dê bi ser keve! Di vê navberê de, ez jî dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim!”

Ji bo çavdêrî û piştgiriyê dê bê Tirkiyeyê

Michela Arricale, serdana xwe ya Tirkiyeyê bi rojeva pêvajoyê bi bîr xist û got, “Ji bo çavdêrî û piştgiriya pêvajoya aştiyê em hatin vexwendin. Ez ê di demek nêzîk de bi şandeyeke navneteweyî re li Stenbolê bim. Her kes, tevî yên li derveyî welat, bi baldarî û hêviyek mezin li vê derfetê dinêre. Ez li bendê me ku li wir bim û ez hêvî dikim ku têgihîştina xwe bi awayekî watedar kûrtir bikim. Divê em paşê dîsa bicivin da ku çavdêriyên xwe parve bikin.”

Etîket: HevditinMichelaOcalanpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

14 TEBAX 2026
‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

14 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

13 TEBAX 2026
Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

13 TEBAX 2026
Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

13 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne