• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Parlamentoya Îngilistanê azadiya Ocalan hat xwestin

Navenda Nûçeyan / AW

27 HEZÎRAN 2025 - 15:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Parlamenta Îngilistanê di konferanseke navneteweyî de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin. Di konferansê de her wiha hate xwestin, ku piştgirî ji hewldanên aştiyê re bê dayîn, girtiyên siyasî bêne berdan û êrişên hewayî bên rawestandin.

Di konferansê de ku 26ê Hezîranê ji aliyê “Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji Ocalan re” û “Centre for Kurdish Progress” ve hate lidarxistin, di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê lêgerînên aştî û çareseriyê yên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.

Konferansa ku ji sê rûniştinan pêk hat, parlamenter, akademîsyen, rojnamevan, sendîkavan û nûnerên civaka sivîl tev li bûn. Ji Partiya Muhafazakar Baroness Foster û Baroness Verma malovanî ji konferansê re kirin.

‘Li Rojhilata Navîn lêgerînên aştiyê’

Di rûniştina destpêkê de ku bi sernavê ‘Rêya Aştiyê: Tirkiye Kurd û li Rojhilata Navîn Aramiya Herêmî’ hate lidarxistin, Parlamenterê berê yê HDPê û Hevşaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr rûniştin bi rê ve bir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji Zanîngeha Oxfordê rojnamevan û akademîsyen Ezgî Başaran, rojnamevanê ji Rojava Ferhad Hemmî û teorisyenê siyasetê Prof. Abbas Walî axivîn.

Tûncer Bakirhan qala girîngiya danûstandin û diyalogên ji bo aştiya navbera gelan kir. Ezgî Başaran jî anî ziman ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê kir ku Tirkiye di polîtîkaya derve de jinûve bikeve pozîsyonekê û diyar kir ku ev rewş dikare aştiyê ya navxweyî ji nû ve bixe rojevê. Ferhad Hemmî jî bal kişand ser bandora fikrên Rêber Apo li ser modela xwerêveberiyê ya li Rojava û qala mobîlîzasyona civakî ya şoreşa Kobanê kir. Prof. Abbas Valî jî qala dîroka tevgera Kurd kir û destnîşan kir ku aştî bêyî demokrasiyê nabe.

‘Tecrûbeyên aştiyê yên navneteweyî’

Ji kesayetên sereke yên tevgera sendîkayî ya li Îngilistanê Clare Baker rûniştina duyemîn bi rê ve bir ku bi sernavê ‘Pêvajoyên Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî’ hate lidarxistin. Di vê rûniştinê de jî ji Rêveberiya Trajed Union Congress (TUC) Mariela Kohon ku şêwirmendî ji pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê re kir û nûnerê Trademarkê Sean Byers axivîn.

Di rûniştinê de dersên dîrokî yên pêvajoyên aştî û lihevkirinê, bingehên civakî hatin nîqaşkirin. Li ser mînakên Kolombiya, Îrlanda û Efrîkaya Bakur girîngiya diyalogê di pêvajoyên aştiyê de hate nirxandin.

Di panela duyemîn de ji Partiya Karker (Labour) û ji Kamaraya Lordan Muarice Glasman amade bû. Glasman destnîşan kir ku partiya wî ji bo mayindekirina hewldana aştiyê ya navbera Kurdan û Tirkiyeyê divê wezîfeyê pêk bîne.

Di vê rûniştinê de peyama Sinn Feinê hate xwendin. Di peyamê de hate ragihandin ku banga aştiyê ya Rêber Apo kêliyeke diyarker e û hate gotin, “Divê Ocalan bê berdan; azadiya wî ji bo avakirina pêvajoyeke berfireh esas e.”

‘Rola Îngilistanê û azadiya Abdullah Ocalan’

Rûniştina sêyemîn û ya dawî bi sernavê ‘Teşwîqkirina aştiyê: Rola Îngilistanê’ hate lidarxistin û Simon Dubbins pêşengî jê re kir ku berdevkê Kampanya Azadî ji bo Ocalan e. Ji Partiya Muxafazakar Baroness Verma destpêkê axivî û diyar kir ku aştî hewldaneke hêja û girîng e. Baroness Foster jî malovanî ji rûniştinê re kir.

Ji Zanîngeh Oxfordê doktorê hiqûqê û parêzer Stephen Knight û ji Tevgera Jinên Kurd Meral Çîçek axivîn. Knight anî ziman ku qedexeya li ser PKKê ya li Îngilistanê pêvajoyên aştiyê dixe nava zor û zehmetiyê. Meral Çîçek jî bal kişand ser diyalektîka navbera azadiya civakî û azadiya jinê û destnîşan kir ku aştî û demokrasî bêyî jinan nabe.

‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’

Di dawiya konferansê de encamname ji aliyê Simon Dubbins ve hate parvekirin. Daxwazên hevpar ên beşdaran di encamnameyê de bi vî rengî ne:

“Em, ji bo parastina aştî, edalet û mafên bingehîn ên gelê Kurd ê li Tirkiyeyê û gelên li Rojhilata Navîn em biryardariya xwe careke din destnîşan dikin.

* Em piştgiriyeke xurt didin banga aştiyê ya Abdullah Ocalan ku 27ê Sibatê kir. Ev bang ji bo diyalogê û jinûve avaikrina baweriyê firsendeke jiyanî ye.

* Em piştgiriyê didin gavên çêker ên nûnerên Kurdan ji bo aştiyê avêtine; em dibînin ku ev hewldan ji bo bidawîkirina tundiyê, ji bo çareseriya polîtîk a demdirêj û diyalogê ne.

* Em bang li dewleta Tirk dikin ku ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê gavên bi lez û şênber biavêje. Beriya her tiştî divê komîsyoneke parlamenteran a di ser partiyan re bê avakirin ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Siyaseta berfireh, şefaf û hesabdayinê esas e. Bendewariya avakirina vê komîsyonê di nava meha Tîrmehê de banga me hîn acîl dike.

* Em zanin ku aştiyeke daîmî pêvajoyeke demdirêj e. Lê belê mecbûrî ye ku divê gavên bingehîn ji niha ve bêne avêtin.

* Em dixwazin biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tavilê bi cih bêne anîn, bi taybetî Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Osman Kavala û girtiyên din ên siyasî bêne berdan. Girtîhiştina siyasî hem pîvanên hiqûqî hem jî îhtimala aştiyê binpê dike. Divê Tirkiye berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne.

* Em bang li hikumeta Îngilistanê dikin ku piştgiriyê bide hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê û ji bo parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê bi roleke erênî ya dîplomatîk rabe.

* Em ji Îngilistanê dixwazin ku piştgiriyê bide vîzyona Sûriyeya pirrengî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Demokratîk.

* Em ji Îngilistanê dixwazin ku dawî li krîmînalîzekirina aktîvîst û civaka Kurd a li Îngilistanê bîne.

* Em dixwazin qedexeya li ser PKKê ji nû ve bê nirxandin, weke ku beriya niha di pêvajoyên aştiyê yên li Îrlanda Bakur, Kolombiya û Efrîkaya Başûr bû, nas bike ku diyaloga siyasî pêkan e.

* Em di wê baweriyê de ne ku civaka sivîl, sendîka, rêxistinên civakî, saziyên fikrî, akademîsyen û saziyên li Îngilistanê ji bo pêvajoya aştiyê ya daîmî ya li Tirkiyeyê bi hevkariya bi hikumet û aktorên siyasî re dikare piştgiriya dîplomatîk bikeve nava liv û tevgerê.

* Em weke daxwaza xwe ya bingehîn dubare dikin ku divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bi dawî bibe. Li gorî pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pênaseya ‘Mafê Hêviyê’, em dixwazin ku Ocalan bibe xwedî derfetên azad ên kar û jiyanê. Rola Ocalan a di hevdîtinên aştiyê de berê jî gelekî krîtîk bû û bêyî ku karibe têkiliyê bi şêwirmendên hiqûqî dîne, nepêkane ku pêşketin pêk were.

* Di serî de êrîşên hewayî yên li ser Herêma Kurdistanê ya Iraqê em dixwazin hemû operasyonên leşkerî bi lez bêne bidawîkirin. Di demekê de ku li Rojava danûstandin û agirbesta demkî dewam dike, tundiya li Bakurê Iraqê li pêşiya aştiyê astengiyeke mezin e.

* Ji bo aştiyeke mayinde û wekhev a li Tirkiye û herêmê, em di wê baweriyê de ne ku diyalog û hurmeta li mafên mirovan yekane rêya derbasdar e.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîOsman BaydemîrParlamentoya ÎngilistanêTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne