• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Têkoşîn dê bidome

Navenda Nûçeyan / AW

14 HEZÎRAN 2025 - 15:01
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dayikên Şemiyê her hefte li Qada Galatasarayê bang dikin. Dixwazin kujer bên darizandin û winda bêne dîtin. Vê hefteyê jî li aqûbeta Nurettin Çur pirsîn û gotin “Dê têkoşîn bidome.”

Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya Hezar û 55emîn a çalakiyên xwe de li Qada Galatasarayê, cihê hevdîtina xwe, hatin cem hev da ku  aqûbetaq xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û xwetin edalet pêk bê. Di çalakiya hefteya Hezar û 55emîn de, li  eqûbeta Nurettin Çur, ku 30 sal berê li navçeya Rezan a Amed hate windakirin, hate pirsîn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan jî piştgiriyê didinê de, wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin li gel qurnefîlan hatin hilgiritn. Ji Mirovên Şemiyê Oya Ersoy di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend.

 ‘Em bi biryar in’

Oya Ersoy, ku diyar kir windabûnên di bin çavan de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê çêbûne, got, “Em bi biryar in; em ê daxwaza xwe ya ji bo çareserkirina sûcên li dijî mirovahiyê, nemaze windabûnên di bin çavan deku li van axan pêk hatin, û ji bo eşkerekirina kê ev sûc kirine û çima, bidomînin. Ji ber ku her civak xwedî mafekî girîng e ku bizanibe kê sûcên weha hovane kirine. Em bi biryar in; Em ê balê bikişînin ser kevneşopiya bêcezatiya nayê guhertin.”

 ‘ 30 sal berê winda kirin’

Oya Ersoy,  got ew ji bo Nurettin Çur, ku berî  bi 30 salan hatiye windakirin, rastî û edaletê dixwazin ûgotinên xwe wiha domand: “Nurettin Çur ê 28 salî li navçeya Rezan a Amedê dijiya. Ew dikandar bû û li qata jêrîn a avahiya ku lê dijiya firoşgehek dikana xurekê dimeşand. Hevjîna  wî 6 mehî ducanî bû. Ew ji bo cara yekem bibe bav kêfxweş bû. Ji ber çalakiyên wî yên partiya siyasî ew dihat şopandin. Her wiha ji ber muzîka Kurdî ya ku di firoşgeha xwe de guhdarî dikir gelek caran gef lê dihat xwarin. Di 27ê Hezîrana 1995an de, ew çû bazarê da ku ji bo firoşgeha xurekê kelûpelan bikire. Dema ku ew êvarê venegeriya malê, hevjîna wî digot dibe ku ew ji bo bavê xwe yê nexweş çûye gund. Di şert û mercên gund de ku ragihandin tune bû, Malbata Çur tenê sê roj şûnda karîbû fêm bike ku Nurettin winda ye.”

 Çiqas sal derbas bibin jî…

Oya Ersoy  diyar kir ku dadgerî sûcan vedişêre û berpirsiyaran bi bêcezatî xelat dike û ev tişt got, “Em dizanin ku maf û azadiyên bingehîn tenê di şert û mercên ku serdestiya hiqûqê derbasdar e de têne ewlekirin. Di hefteya me ya Hezar û 55an de, em careke din bi bîr tînin ku dewlet bi hiqûqê ve girêdayî ye, dadgerî bi divê serbixwe be û ev hemû jî bi şatiyê pêkanin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Nurettin Çur û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin, û bi bîr bînin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere.”

‘Min 30 salan mala xwe neguhart ji ber ku dibêm dibe vegere’

Piştre, Endamê Lijneya ÎHDê Cîhan Kaplan nameya dayika Nurettin Çur, Makbule Çur xwend. Di nameyê de ev gotin hebûn: “Ez we hemûyan bi êş û têkoşîna ku me di bin heman banî de tîne cem hev, ku di dilê me de yek e, silav dikim. Kurê min ji ber çalakiyên xwe yên partiya siyasî her tim dihat şopandin û gef lê dihat xwarin. Ew nikarîbû vegere mala xwe, me tenê piştî sê rojan fêm kir ku ew winda ye. Kesî dengê me nebihîst. Lêgerîna me ya edaletê ji bo kurê min Nurettin berdewam dike. Min 30 salan mala xwe neguhart ji ber ku  kurê min min dibe vegere.”

Piştre, çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

 

 

Etîket: Dayikên ŞemiyeQada Galatasarayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne