• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tûncer Bakirhan: Çareseriya Îranê demokratîkbûn e

Amed / AW

14 HEZÎRAN 2025 - 13:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan ku li Amedê serdana partiyên siyasî kir, bal kişand ser êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê û got: “Divê Îran meseleyên xwe yên navxweyî bi awayekî demokratîk, çareser bike. Heke cudahiyên li welatê xwe înkar bike, dê ji mudaxileyan re vekirî be.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Amedê serdana partiyên Kurdistanî kir. Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Partiyên Siyasî û Saziyên Sivîl Berpirsyar Ozlem Gunguz jî bi Tûncer Bakirhan re serdana partiyan kirin.

‘Hevdîtin ji bo misogerkirina Kurdan girîng in’

Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya, Hevseroka PÎAyê ya Amedê Banû Ay û rêveberên partiyê Bakirhan û kesên pê re pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de ewilî Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit diyar kir ku ev hevdîtin ji bo misogerkirina yekîtiya Kurdan girîng in û ji bo wê dane destpêkirin.

‘Birêz Ocalan qiymetê dide fikren partiyên Kurdistanî’

Tûncer Bakirhan anî ziman ku di çarçoveya pêvajoyê de ew serdana partiyên siyasî dikin û wiha got: “Ji bo em rexne, pêşniyar û fikrên partiyên xwe kom bikin, me ev serdan pêk anî. Ji xwe Birêz Ocalan bi taybetî bal dikişand ser ku ew qiymetê dide fikrên partiyên Kurdistanî û ji me xwest ku em bi baldarî li rexne û pêşniyarên wan ên li ser vê pêvajoyê guhdarî bikin û notan bigirin. Di serdana me ya din de xwest ku em li ser bingeha van hevdîtinan wî agahdar bikin. Me jî dest bi van serdanan kir. Partiyên me xwedî fikir û ramanên xwe ne. Ev pêvajo ne tenê ya ku di navbera DEM Partî û AKP’ê de tê meşandin e. Civaka demokratîk temsîla 86 mîlyon mirovî dike; ev têgihiştineke wiha nîşan dide ku heke were fêhmkirin 86 milyon kes li ser zemîneke demokratîk weke hemwelatiyên wekhev dikarin bêhnê bistînin û ji bo vê jî ev mesele me hemûyan eleqedar dike.”

Bakirhan da zanîn ku PÎA jî parçeyek ji pêvajoya nû ye û got, “Bi pêvajoyeke ewçend girîng a li ber dest re, fikrên PÎAyê ji bo me girîng in. Em ji bo vê armancê hatin, hêvîdar im wê hevdîtineke baş be.” Dû re Hevserokê Giştî yê PÎAyê Ahmet Kaya diyar kir ku ev serdan girîng e û dê piştgiriyê bidin pêvajoyê.

Bakirhan piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Bakirhan bersiv da pirsa li ser daxwaza Abdullah Ocalan a hevdîtina bi lîderên Kurd ên mîna Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re.

‘Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide yekitiya neteweyî ya Kurdan’

Bakirhan diyar kir ku Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide yekitiya neteweyî ya Kurd û got, “Em qala lîderekî siyasî dikin ku ji salên 1990î û vir ve gelek bangên yekitiya neteweyî ya demokratîk kiriye û banga kongreya neteweyî kiriye. Ez hêvî dikim ku di demên pêş de birêz Ocalan jî derbarê pêvajoya berdewam dike bi rêberên kurdan re dan û stendina nêrînan bike. Ew ê pêşniyarên wan bistîne. Ev gelekî hêja û girîng e. Weke DEM Partî em di wê baweriyê de ne ku ev hevdîtin wê tevkariyeke girîng bike û divê pêk were.”

‘Divê Îran meseleyên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike’

Bakirhan derbarê êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê de jî ev tişt gotin: “Em li dijî polîtîkayên êrişkar ên Îsraîlê ne. Rayagiştî baş dizane ku li dijî zilma Îsraîlê ya li Xezayê em li ku disekinin. Li pêşiya Îranê du rê hene. Bingeha Îranê ya niha bang dike ku mudaxileyê wê bê kirin. Divê Îran meseleyên xwe yên navxweyî bi awayekî demokratîk, mekanîzmayeke rast, hewldanên rast demildest çareser bike. Heke ku di feraseta yekperest de israr bilke û cudahiyên li welatê xwe tune dihesibîne dê ji mudaxeleyan re vekirî be. Îro Îsraîlê êriş kir sibê dê dewleteke din a emperyalîst êriş bike. Rêya herî baş ku rê li pêş mudaxeleyê bigire demokratîkbûn e. Divê Îran jî meseleyên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike.”

Civînê piştre ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Bakirhan û hevalên wî pişt re Komeleya Kurd a Demokrat a Şoreşger (DDKD) ziyaret kirin. Rêveberên DDKDê şande pêşwazî kirin. Mehmet Kamaç li vir axivî û bal kişand ser yekitiya Kurdan. Kamaç diyar kir ku ew ê di 26’ê Tîrmehê de li Bazîdê û di destpêka meha Cotmehê de jî li Mêrdinê konferansekê li dar bixin.

Hevdîtinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir

Bakirhan û şandeya DEM Partiyê pişt re serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiyê kirin. Di van serdanan de jî rêveberên partiyan şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir û civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kirin.

Etîket: Ahmet KayaDEM PartîPÎATuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne