• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêxistinên mafan: Girtiyan dubare ceza dikin

13 KANÛN 2024 - 19:00
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Rêxistinên parastina mafan, bi raporê aşkere kirin ku li girtîgehên bakurê Kurdistanê lêgerîna tazî, cezayên disiplînê û astengkirina berdana girtiyan didomin.

Baroya Amedê, TUAY-DER, Şaxa OHD û Şaxa ÎHDê yên Amedê têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê raporek eşkere kirin. Rapor, li pêşiya Kampusa Girtîgehan a Amedê bi beşdariya serokên saziyan, hevserok, endam û rêveberan hate eşkerekirin. Sekreterê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Ahmet Guler rapor aşkere kir. Guler, diyar kir ku di mehên Mijdar û Kanûnê de çûne serdana girtîgehan û rapora wan li gorî çavdêriyên van serdanan hatiye amadekirin.

Ahmet Guler anî ziman ku li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Amedê, li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 3 yên bi Tîpa T ên Amedê û Girtîgeha Jinan a Amedê her tim zexta “poşmantiyê” li girtiyên demekî kin ji bo tehliyeya wan ma ye tê kirin û wiha got: “Li girtîgehên behsa xeberê sewqa girtiyan a ji bo nexweşxaneyê tê derengxistin û gefa “Heke hûn stranên bi kurdî bibêjin dê derheqê we de lêpirsîn were destpêkirin” hatiyar xwarin. Li heman girtîgehan bi hinceta tevdîrên teserûfê de hejmara aktîvîteyan hatine kêmkirin, heke hejmara wan bes bike jî bi hinceta hejmara kêm nahêlin girtî derkevin çalakiyên sporê yên hevpar. Li girtîgehan destûr tenê ji bo çendek kanalên TVyê tê dayin û alav û amûrên girtiyên berê li girtîgehê mabûn weke berhemên destê duyemîn difirotin girtiyan.”

Ahmet Guler da zanîn ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind, Girtîgeha Tîpa L, Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Jinan ên li Girtîgeha Kampusê yên Erzîngahê li gel ku dema înfazkirina cezayê ya gelek girtiyan xelas bûye jî bi hinceta “başhaliyê” tehliyeyên wan tên astengkirin û wiha agahiyên raporê parve kir: “Sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan demekî dirêj nayên kirin, dema sewq tên kirin jî muayeneya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, dermanên tên nivîsandin pir dereng tên dayin. Hat destnîşankirin ku ji ber hincetên pir biçûk cezayên disiplînê didin girtiyan, bi hinceta van cezayan mafên telefon û nameyan ên girtiyan hatine qedexekirin, ji ber ku ev ceza pir caran tê dayin jî veguherîne tecrîdê. Di berdewamê de hate daxuyandin ku li Erzînganê xwarin xerab in, pir zêde lêgerînên odeyan tên kirin, di dema lêgerînê de alav û amûr tên belavkirin û mafên hobî û sihbetê yên girtiyan tên astengkirin.

Lêgerîna tazî dikin

Di ketina Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu yên Erziromê û Girtîgeha Tîpa H a bi Ewlekariya Bilind de lêgerîna tazî tê ferzkirin. Li girtîgehên Erziromê gelek girtiyên nexweş hene û sewqên wan ên nexweşxaneyan dereng tên kirin, bersiva daxwaza revîrê nayê dayin an jî tê vehêlandin. Hat destnîşankirin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê dema nirxandina başhaliyê dikin li gorî krîterên ne objektîf tevdigerin û pirs û nirxandinên nehiqûqî dikin. Hat daxuyandin ku li van girtîgehan daxwaza girtiyan a sewqkirina cihên nêzî malbatên xwe bêyî hincetek were nîşandan tên redkirin, rêveberiya girtîgehê salekê hejmartina ser pêyan li girtîgehan ferz kir, ev demeke ev sepan hatiye bidawîkirin, nameyên girtiyan ji hêla komîsyona xwendinê ve bi keyfî tên sansurkirin û name nagihijin xwediyên wan.

Girtiyên nexweş bernadin

Têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind û Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê jî hate gotin ku tevî rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên tehliyekirin; sewqên wan tên derengxistin, xebatkarên tenduristiyê guh nadin giliyên girtiyan û gotinên dijî rûmeta mirovahiyê li girtiyên siyasî tên kirin, dema di vê mijarê de gilî tên kirin jî tu encam jê nayên bidestxistin. Di raporê de hat gotin ku li girtîgeha Xarpêtê li gel ku di depoyan de hene jî nivînên ortopedîk nadin girtiyan, divê kesên sexbêra girtiyên nexweş û astengdar dikin di dema serşûştin û hwd. jê re bibin alîkar lê nabin alîkar. Hat destnîşankirin ku li van girtîgehan girtî ji ber xwarinê jehrî bûne, daxwaza çûna revîrê nayê qebûlkirin, ji ber ku girtiyekî rewş bi malbata xwe re parve kiriye derheqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin, qawîş gelek sar in, daxwaza zêdekirina germê bi hinceta tevdîrên teserûfê hatiye redkirin. Di raporê de hat bilêvkirin ku li girtîgehên Xarpêtê gelek caran bi li odeyan lêgerîn tên kirin, di dema lêgerînan de alav û amûrên girtiyan tên belavkirin, aktîvîteyên sporê nayên kirin, daxwazên ji bo qursan û hwd. nayên cîbicîkirin û daxwaza çalakiyên hevpar jî nehatine qebûlkirin.

Lêgerîna taybet dikin

Her çend girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akçadagê ya Meletiyê cezayê ku li wan hatiyebirîn û cezayên xwe qedandine jî ji ber cezayê wan ên hucreyê heye înfaza wan şewitandine. Her wiha nameyên ku girtiyan ji derve şandine ji aliyê îdareya girtîgehê dereng hatine şandin û nameyên ku ji derve ji bo wan hatine jî bi derengî dane wan. Dîsa bi hinceta ku werger tuneye nameyên kurdî jî hatine sansurkirin. Di raporê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Akçadagê, hin personelên di bin navê ekîba “lêgerîna taybet” de li odeyan lêgerînên hûrgilî kirine û tacîz pêk anîne. Dîsa di dema lêgerînê de, lênûsk, ajanda û pirtûkên çîrokan ên girtiyan hatine desteserkirin. Girtiyên ku îtîrazî vê kiryara kêfî kirine jî derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Di raporê de tê ragihandin ku her çendî girtiyan li dijî vê rewşê serî li dadgeha înfazê dabin û îtîrazên wan ji aliyê dadgehê ve hatinin qebûlkirin jî, pirtûk, lênûsk û ajandayên wan li wan venegerandine. Di raporê de tê destnîşankirin ku kargeriyê xwestiye bi awayekî sînor ango bi hejmareke kêm girtî derkevin werzîşê, atolye û kursên ku ji aliyê kargeriyêve hatine destpêkirin. Her wiha di raborê de hatiye aşkerakirin ku amûrên li kantên tên firotin gelekî buha û xwarinên ji aliyê kargeriyê didin wan jî hem xirab e û hem jî nirxa wê gelekî kêm e.”

Di raporê de ji bo rakirina binpêkirinên mafên mirovan ev pêşniyar û daxwaz hatin kirin.

“* Tecrîd û îzolasyona ku rêbazekî îşkenceyê ye divê demildest ji ser girtiyan bê rakirin:

*Ji bo mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê bê misogerkirin, girîngî bidin xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtina nexweşiyê û ji bo kesên bi nexweş ji derfetên dermankirinê sûd werbigirin divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

* Divê bi lezgînî girtiyên nexweş bên dermankirin û astengiyên qanûnî û yên din ên li pêşiya berdana hemû girtiyên nexweş bên rakirin, bi taybetî girtiyên nexweş ên giran ku ji ber nexweşiya xwe nikarin jiyana xwe di girtîgehê de bidomînin, bên rakirin.

* Divê girtî di wextên xwe de bên dermankirin, divê sewqa wan a nexweşxaneyê neyê derengxistin û di zûtirîn demê de randevûyên nexweşxaneyan bên kirin.

* Divê demildest dest ji pêkanînên bêhiqûqî ên ‘dest kelebçekirî’ ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyan û tên muayenekirin, bê berdan.

* Divê qanûn û polîtîkaya rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û bi taybetî jî mafên girtiyan were sererastkirin.
* Divê li girtîgehan rêz ji mafên jiyana taybet re bê girtin û ji destwerdanên bi kêfî dûrbikevin. Divê li ser hev û bi kêvî ketûber li odeyên gitiyan pêk neyê. Di dema lêgerînê de odeyan de divê dest daneynin ser amûrên taybet ên girtiyan, alav û amûrên wan ji hev neyê belevkirin û dest daneynin ser pirtûkên ku biryara qedexe û berhevkirinê tune bin. Tiştên hatine desteserkirin di demeke pir kin deli girtiyan bên vegerandin.

* Di çarçoveya mafên girtiyan ên girtina agahî û danûstandina bi kesên din re, divê biryarên astengker ên rêveberiyê yên der barê weşanên wekî rojname, pirtûk û kovaran de derhal bên rakirin.

* Wekî pêwîstiya mafê daxwaznameyê û mafê agahdarkirinê, daxwazname û nameyên ku ji aliyê girtiyan ve hatine nivîsandin, radestî muxatabên xwe bên kirin.

* Divê demildest dev ji sansurkirina nameyên girtiyan bi taybetî jî nameyên kurdî bê berdan.

* Xwarinên ku li girtîgehan tên dayîn divê xwedî nirxa bilind be, girtiyan têr bike û mesrefa debara rojane ya diyarkirî bigire.

* Gihîştina ava paqij ji bo girtiyan pêwîstiya mafê tenduristiyê û mafê parastina hebûna xwe ya madî û manewî ye. Ji bo vê jî ji bo pêşî li qutbûna avê û nebûna ava germ li girtîgehan bê girtin divê tedbîr bên girtin.

* Divê berhemên li kantîna girtîgehê li gorî bihayên bazarê bên sererastkirin û cureyên berhemên li kantînê bên zêdekirin.”

Etîket: AFC ChampionshipAhmet Gulergirtiyên nexweşÎHDLêgerîna tazîOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne