• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDê ji parlamentoya Ewropayê xwest Hatice Onaran berdin

Navenda Nûçeyan /AW

10 HEZÎRAN 2025 - 18:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Stenbolê ji bo rewşa girtiya nexweş Hatice Onaran ji Parlamentoya Ewropayê re nameyek xand û xwest Hatice Onaran bê berdan.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Stenbolê ji bo girtiya nexweş Hatice Onaran ji Parlamentoya Ewropayê re nameyek şand. ÎHDê di nameyê de anî ziman ku Hatice Onaran bi hinceta şandina pereyan ji girtiyan re hatiye girtin, Nûner û rêveberên ÎHDê li ber avahiya xwe ya li Beyoğlu daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Seroka Şaxa Stenbolê ya IHDê, Jiyan Tosun beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartek bi nivîsa “Hatice Onaran ne bi tenê ye” vekirin û heman dirûşme hate berzkirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a IHDê, Meral Nergis Şahîn name xwend.

Meral Nergis Şahin diyar kir ku Hatice Onaran ji ber ku hevkarî bi girtiyan re kiriye hatiye girtin û wiha got: “Ev hevgirtina mirovî ya ku ji hêla Hatice Onaran ve hatiye nîşandan, li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Stenbolê bi tohmeta ‘Binpêkirina Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê’ bû mijara darizandinê. Di encama darizandinê de, Hatice Onaran 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ew ji 10’ê Cotmeha 2024’an vir ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê tê girtin. Biryara mehkûmkirinê ya der barê hevala me Hatice Onaran de li dijî aqil, wijdan û qanûnê ye û sînordarkirinek qanûnî û gefê li ser parêzvaniya mafên mirovan pêk tîne. Ev biryara der barê endama komeleya me Hatice Onaran de ne mînakek tenê ye.”

‘Ji bo girtiyên nexweş têkoşiya’

Meral NergîsŞahîn ku bal kişand ser wê yekê ku di demên dawî de, li dijî xizmên girtiyan doz hatine vekirin bi hinceta ku wan ji bo girtiyan pere şandine, diyar kir ku Hatice Onaran bi salan ji bo mafê jiyanê yê girtiyên nexweş têkoşîn daye û ew bi xwe niha nexweş e. Meral Nergis Şahîn got, “Hatice Onaran kesek 60 salî ye ku rapora wê ya seqetbûnê ji sedî 79 e. Ew ji ber pençeşêra kolonê hatiye dermankirin û muayene û kontrolên wê hîn jî berdewam dikin. Tevî ku ew girtiyek nexweş a giran e jî hîna girtî ye. Hemû hewldanên parêzer û komeleya me ji bo rakirina vê dijqanûniyê heta niha bê encam mane. Em dixwazin ji we re ragihînin ku parêzvana mafên mirovan û endama komeleyê Hatice Onaran hîn jî bi awayekî neqanûnî di girtîgehê de tê girtin.”

Piştî daxuyaniyê, girseya ku kom bû bi dirûşma “Hatice Onaran ne bi tenê ye” ji bo şandina nameyê ji Parlamentoya Ewropayê re çû posteyê.

Etîket: Hatice OnaranÎHDStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne